Êrîşa Helebê, danûstandinên herêmî û hêrsa jinan - GOTAR

Hovîtiya li dijî şervanên jin tê nîşandan, nîşaneya herî eşkere ya vê zîhniyetê ye. Armancgirtina jinan, nîşandana laşên wan û hewldana binpêkirina rûmeta wan ne tenê sûcê şer e, di heman demê de êrîşeke îdeolojîk a li dijî azadiya jinan e jî.

ROJBÎN DENÎZ

Rûpelên tozî yên ku dîrokê vedibêjin ka Osmaniyan çawa li ser xeta Heleb-Minbicê nêzîkî 90 hezar kes qetil kirin da ku nifûsê bitirsînin, serên jêkirî li ser rêyan wekî nîşandana hêz û tirsê li seranserê herêmê daliqandin. Bîra dîrokî ya herêmê eşkere dike ku bandorên van travmayên ku di serdema Osmaniyan de çêbûne, hîn jî berdewam dikin. Tiştê ku îro diqewime di bingeh de ne pir cûda ye. Du taxên Kurdan û nêzîkî 500 hezar Kurd careke din rasterast hatine hedefgirtin. Çeteyên ku ji Asyaya Navîn hatine anîn, bi piştgiriya hêzên operasyonên taybet ên Tirkiyeyê û teknolojiya leşkerî ya pêşketî, êrîşek berfireh ku armanca wan tunekirina Kurdan e pêk tînin.

Di dîroka Sûriyeyê de, serhildana yekem a mezin a li dijî Osmaniyan ji hêla Ereban ve hate kirin û ev pêvajo wekî "Şoreşa Ereb" tê binavkirin. Ev serhildan rasterast li dijî desthilatdariya Osmaniyan bipêş ket. Serhildana duyemîn a mezin a ku li pey wê hat, li dijî kolonyalîzma Fransî bû. Tiştê ku îro li Helebê diqewime, wek cureyek nû ya êrîşên ji hêla dewleta Tirk ve tê dîtin. Bikaranîna hêmanên Ereb, çeteyên bi eslê xwe ji Asyaya Navîn û bi beşdariya rasterast a artêşa Tirkiyeyê.

Bersiva van êrîşan bi awayekî zelal di berxwedana hevbeş a niştecihên Kurd, Ereb û Suryan ên du taxên Helebê de li kêleka hêzên Asayîşê, tê dîtin.

Hêzên Asayîşê yên li Helebê şer dikin, xelk û heta zarok jî dibêjin "Me li wir her tişt dît." Şervanên xwedî ezmûn ên ku bi salan e li dijî çeteyan şer dikin, radighînin ku êrîşên li ser her du taxan ne tenê ji hêla DAIŞ, El-Nusra ve, bermahiyên El-Qaîdeyê yên wekî çeteyên HTŞ û SMO’yê ve hatine kirin. Hêzên operasyonên taybet ên Tirkiyeyê jî bi awayekî çalak beşdarî êrîşan bûne. Ev şêwaza êrîşê ji operasyona Efrînê nas bû. Yekîneyên profesyonel ên maskekirî li pişt tanqan pêşve diçin, dudilî nabin ku teknolojiya xwe ya pêşketî bikar bînin. Wekî din, ji rû û axaftina wan diyar bû ku piraniya çeteyên ku beşdarî êrîşê bûne ji Asyaya Navîn anîne. Nêzîkbûna me hişt ku em sohbet û tevgerên wan bişopînin û bi zelalî nas bikin ka kî êrîşan dike. Min şervanek dît ku ji destê xwe birîndar bû; bi saya hevalekî Ereb ê ku li kêleka wî şer dikir, ew karîbû bighîje nexweşxaneyê. Wî şervanî rave kir ku di nav hêzên Asayîşê de şervanên Ereb jî hene ku mil bi mil bi tevî Kurdan şer dikin. Bi rastî, Ereb li taxên me dijiyan. Em bi wan re jiyaneke kolektîf dijiyan û di dema êrîşan de, me bi hev re, mil bi mil, li ber xwe da. Berxwedana fedakar a hêzên Asayîşê ne tenê li ser Kurdan, li ser hemû gelan bandorek kûr kir û ruhekî nû yê têkoşînê afirand.

Berî destpêka salê, li herêmê bendewariyek giştî hebû. Her kes difikirî ku pêşketinên erênî dê çêbibin. Mazlûm Ebdî heta bi eşkereyî ragihandibû ku ew ê di derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek erênî bide. Lê belê pêvajo bi civîna krîtîk a di 4’ê Çile de, ber bi aliyekî din ve çû. El-Colanî beşdarî vê civînê nebû. Agahiyên ku berê di çapemeniyê de derketin holê, hewldanek kuştinê ya li dijî wî nîşan didan. Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê yê qaşo Şeybanî ku bi bandor serokatiya civînê dikir û xwe wekî biryardar bi cîh dianî, piştî ku nîqaşên girtî kir, pêvajo negihîşt encamê. Piştre, têkiliyên ku li Fransayê hatin çêkirin peyamek zelal dan ku êrîş dê berdewam bikin. Gelek îhtîmal bû ku di bedêla hiştina başûrê Sûriyeyê ya ji Îsraîlê re, ji bo êrîşên li ser Helebê û heta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erêkirin hatibe dayîn. Bi rastî, agahiyên ku nîşan didin Şeybanî ji bo êrîşên li ser Helebê spasiya Îsraîl, Emrîka, Fransa, Erebistana Siûdî, Qeter, Tirkiye û Barzanî kiriye, ev wêne hîn bêtir xurt kir. Hevoka "Spas ji bo sekinandina li kêleka me" bê guman ev pirs derxist holê: Çi cure helwest, çi cure piştgirî? 

Wisa xûya dike ku Îsraîl, Emrîka û Fransayê, ev êrîş li hember kontrolkirina başûrê Sûriyeyê ya ji aliyê Îsraîlê ve, erê kirine. Bi îhtîmaleke mezin Erebistana Siûdî û Qeterê jî di vê bazarê de rolek lîstine. Lê belê pirsa rastîn, helwesta Tirkiye û Barzaniyê di vê hevkêşeyê de ye. Gelo erêkirin ji bo ku Îsraîl bi bandor başûrê Sûriyeyê kontrol bike hat dayîn? Gelo di berdêla wê de êrîşên li dijî Kurdan rewa bûn?

Tirkiyeyê Peymana 10’ê Adarê ji destpêkê ve qebûl nekir. Ji bo rêgirtina li lihevhatina di navbera Rêveberiya Xweser û HTŞ’ê de, hewldanên dîplomatîk ên dijwar kir. Hakan Fîdan di navenda vê pêvajoyê de bû. Lê belê, Peymana 10’ê Adarê li ser razîbûna hemû aliyan bû û xwedî potansiyel bû ku rê li ber avakirina Sûriyeyeke demokratîk a bi beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyeyê veke. Bi gotineke din, ev peyman xwedî potansiyel bû ku Sûriyeyê bike ser rêya demokratîkbûnê û dewletek ku hemû pêkhate bi rastî xwe tê de bibînin. Peymana 10’ê Adarê, guhertinên destûrî jî dihewîne. Berovajî vê, Tirkiye israr dike ku Sûriyeyê di nav avahiyek ku ji aliyê çeteyan ve tê serdestkirin de bihêle, avahiyek ku ew dikare bikar bîne da ku armancên xwe yên herêmî û siyasî pêş ve bibe. Israrek berdewam heye ku amûrek dewletê ava bike ku gel, bawerî û jinên ku li Sûriyeyê dijîn qebûl nake. Her çend îro dewletek qanûnî tune be jî, "lîstika avakirina dewletê" hatiye lîstin. Ne diyar e ku li ser navê kê û bi çi rewatiyê peyman hatine çêkirin. Tevî vê yekê, hêzên biyanî hewl dane ku vê pêvajoyê bi çalakkirina medyayê û kanalên dîplomatîk wekî rewa nîşan bidin.

Faşîstên bi qirewat

Wêneya "dewletek Sûriyeyê" ku bi rêya kesayetên mîna Şeybanî û El-Colanî ji raya giştî re tê pêşkêşkirin, tenê amûrek e ku ji hêla hêzên biyanî ve tê bikaranîn da ku hesabên xwe yên siyasî û leşkerî li herêmê bicîh bînin. Avahiyên çeteyan ên li ser erdê têne bikaranîn, avahiyên îslamî yên siyasî ne ku ji destpêkê ve ji hêla hêzên biyanî, nemaze Tirkiyeyê ve hatine avakirin. Avahiyên tecawizkar ên ku di bin navên DAIŞ, El-Qaîde û El-Nusra de hatine bicîhkirin. Berxwedana ku li Kobanê, Reqqa û taxên Şêx Meqsût û Eşrefiye yên Helebê hate nîşandan, têk çû. Piştî vê têkçûnê, di Mijdara 2024’an de stratejiyek nû hat bicîhkirin. Hewl dan ku ev avahî bi armanca kontrolkirina tevahî ya Sûriyeyê, di bin navê HTŞ-SMO de “rewa” bibin. Ev avahiyên ku îro bi kinc û qirewatan xuya dibin, di rastiyê de ji bilî nîşandana zihniyeta dewletên ku li ser erdê hatine behskirin, tiştek din nînin. Ger kesek ferqek bingehîn di navbera Şeybanî, Colanî û Hakan Fîdan de bibîne, divê ew bi eşkereyî bêje. Qirewat ne nîşana demokrasiyê ye û ne jî şaristaniyê ye. Ew tenê, ji bo hovîtiyê pakêtek nû ye.

Pirsa bingehîn li vir ev e: Kî derbasdariya peymanên ku bi avahiyên ku ti rewatiya wan tune ne, diyar dike? Ev erêkirin ji kîjan navendê tên? Rastiya ku hemû pêvajo ji navendek yekane têne rêvebirin, bi zelalî nîşan dide ku stratejiyek berfireh û plansazkirî dimeşe. Teslîmkirina başûrê Sûriyeyê ya ji Îsraîlê re û nîqaşa beşdarbûna di Peymana Îbrahîm de, di vê çarçoveyê de hemû beşên vê planê ne. Êrîşên qirkirinê yên li ser Helebê, beşek yekgirtî ya vê tevahiyê ne. Girên Golanê bi bandor ji nexşeya Sûriyeyê hatine rakirin. Şerta bingehîn a Îsraîlê eşkere ye: “Divê Tirkiye li ser sînorê me nebe.” Tirkiyê bi rêya HTŞ’ê, mijara Heleb û Efrînê ku li başûrê wê, li ser xeta sînor e, aniye rojevê. Di vê çarçoveyê de planê hiştina Helebê ji çeteyên Uygur, Çeçen, Tirkmen û Ozbek û malbatên wan re, tê nîqaşkirin. Di vê pêvajoyê de, armanc ew e ku Heleb, Efrîn û deverên sînor radestî Tirkiyê û strukturên çeteyên girêdayî wê werin kirin. Her çend herêmên navendî yên Sûriyeyê di bin kontrola HTŞê de bimînin jî, Kurd lawaz dibin û mehkûmî rewşek dibin ku ew bi berdewamî potansiyela pevçûnê bi Ereban re hildigrin.Tirkiye, hem di siyaseta navxweyî û hem jî di siyaseta derve de, mîmar û pesendkarê vê plana dûrxistina Kurdan bûye.

Êrîşên 6 rojî yên li Helebê û berxwedana xurt a li dijî wan, careke din plana mezin a herêmê eşkere kir. Ev êrîş ji hêla hêzên taybet ên maskedar ên girêdayî artêşa Tirkiyeyê, teknîkên leşkerî yên pêşketî, balafirên bêmirov û bêpîlot (SİHA) ve, digel DAIŞ, El Qaîde, Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SNA) û HTŞ’ê ku wekî rêxistina xwe ya sîwanî têne pêşkêşkirin, hatin kirin. Tiştê ku li Helebê qewimî, xuyangek eşkere ya vî planê li ser erdê ye. Ji ber ku bi êrîşên bi rêya avahiyên çeteyan encam negirt, dewleta Tirkiyeyê niha rasterast artêşa xwe bi cih kiriye. Beşek girîng ji hêmanên maskedar ên li ser erdê têne dîtin, tê gotin ku hêzên taybet ên Tirkiyeyê ne. Di encama van êrîşan de, 150 hezar Kurd ji cih û warên xwe bûn, hatin kuştin an jî birîndar bûn. Tiştê ku li Helebê qewimî sûcek nemirovane bû û ev sûcê li dijî mirovahiyê hîn jî tê kirin. Lê belê, cîhan bêdeng dimîne û xuya ye ku plana heyî erê kiriye. Di rewşa xwe ya heyî de, Sûriye hêdî hêdî vediguhere yekîneyek mandakirî (avahiya zorîn). Welat bi bandor li gelek beşan hatiye dabeşkirin. Rewşa ku derketiye holê bi piranî dişibe sîstema mandayê ya ku ji bo Filistînê tê xeyalkirin. Rêveberiya Colanî, wekî hikûmetek ku ji hêla Îsraîl, Emrîka û Îngîlistanê ve hatî çêkirin derdikeve pêş. Armanca dawîn ew e ku Sûriyeyê perçe bike û birêve bibe û rejîmek mandatê ava bike. Redkirina Peymana 10’ê Adarê ji hêla Tirkiyeyê ve û binavkirina Kurdan a tenê bi navê "terorîst", berdewamiya vê planê ye. Pênaseya "dewletek neasayî" ku ji hêla Rêbertiya Gelê Kurd ve hatî destnîşankirin, niha bi awayekî berbiçav xwe li herêmê nîşan dide. Ev pêvajoya ku ji hêla avahiyên neasayî ve bi hevkariya hêzên derve tê meşandin, nîşan dide ku mekanîzmayek darbeyê ku gel û tevahiya herêmê hedef digre, dimeşe.

Rastiya ku QSD’ê rasterast mudaxeleyî Helebê nekir, ji hişmendiya wê ya vê lîstikê tê. Armanca rastîn ew bû ku bi derxistina şerê di navbera Kurdan û Ereban de, herêmê veguherîne qadeke şer. Daxuyaniyên Colanî yên li Misrê ku neteweperestiya Ereb geş kir jî heman armancê pêk tîne. Rêveberiya Xweser neketiye vê xefikê. Helwesta maqûl a ku di vê xalê de hatî nîşandan, ji bo gel girîng e. Di vê qonaxê de, gelê Kurd li dora nasnameya xwe ya neteweyî xurttir dibe yek. Siyasetên êrîşkar ên Tirkiyeyê di wîjdanê gelê Kurd de gotara biratiya Tirk û Kurd bêbandor kiriye. Gelê Kurd bi eşkereyî dibêje ku ger ev êrîş berdewam bikin, ew ê li ber xwe bidin.

Destûra hêrsa li dijî jinan aydî hêzên serdest e

Lîstika heyî, rêze gavên ku armanca wan ji nû ve sêwirandina Rojhilata Navîn e. Armanca sereke ya vê ji nû ve sêwirandinê, avakirina sîstemek mandatî û garantîkirina ewlehiya Îsraîlê ye. Ev sîstem ji bo berxwedana gel û ji bo jinan cîh nahêle ku nasnameyên xwe îspat bikin. Bi rastî, tiştê ku jê re rejîmek mandatî tê gotin, tê wateya ku beşek ji siyasetek herêmî ye ku di bin rêberiya Îsraîl, Îngilîstan û Emrîkayê de hatiye teşekirin. Di senaryoyek wisa de, ne gengaz e ku meriv behsa demokrasiyê, hebûna azad a gelan, jinan û baweriyan bike. Tam ji ber vê sedemê ye ku Şoreşa Rojava ku bi qasî 14 salan berdewam dike, xwedî girîngiyek mezin e. Ev şoreşa ku ji hêla jinan ve tê rêvebirin, ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo tevahiya herêmê çavkaniyek îlhamê ya bihêz bûye. Jin bi pêşxistina têgihîştinek têkoşîna kolektîf, bi rêya ezmûna Rojava, modelek civakî ya nû bipêş dixin. Ev helwest yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya "Rojhilata Navîn a nû" ye ku hêzên serdest dixwazin ava bikin. Ji vê perspektîfê, her şerek ku îro li herêmê tê meşandin, divê ne tenê wekî têkoşînek leşkerî, di heman demê de wekî têkoşînek îdeolojîk jî were xwendin. Şerek di navbera du xetan de heye: xeta serdest ku gel û jinan paşguh dike û xeta din jî parastina azadiya jinan û jiyana hevbeş a gelan dike. Daxuyaniya spasdariyê ya ku Şeybanî ji bo êrîşên li ser Helebê ji Emrîka, Fransa, Erebistana Siûdî, Qeter, Tirkiye û Barzanî re kir, vê dubendiya îdeolojîk bi awayekî zelal eşkere dike. Şerê ku li dijî xeta azadiya jinan li Helebê tê meşandin, bi awayekî zelal karekterê zîhniyeta serdest a hedefgirtina gelan û jinan eşkere dike. Hovîtiya li dijî şervanên jin tê nîşandan, nîşaneya herî eşkere ya vê zîhniyetê ye. Armancgirtina jinan, nîşandana laşên wan û hewldana binpêkirina rûmeta wan ne tenê sûcê şer e, di heman demê de êrîşeke îdeolojîk a li dijî azadiya jinan e jî.

Çîroka Denîz û Ziyad

Çîroka du lehengên efsanewî li Helebê kurteyek ji tiştên qewimîn, pêşkêşî me dike. Li Helebê, çîrokên berxwedanê yên Fermandar Ziyad û Denîz derdikevin pêş. Ev her du nav, giyanê fedakar ê hemû şervanan nîşan didan. Denîz ku wek sûîqestkar cih girt, bi dehan endamên çeteyan kuşt û guleya xwe ya dawî ji bo xwe hişt. Piştî ku xwe gulebaran kir, çeteyên ku ew dîtin, cenazeyê wê ji qata sêyemîn a avahiyekê avêtin da ku tola kiryarên xwe hildin.

Tiştê ku bi bedena bêcan a Denîz hat kirin, dikare wekî nîşaneyek derveyî ya zîhniyeta kuştina kastê ku di zihniyeta mêr de tê xwedîkirin, were xwendin. Guhertoyek nûjenkirî ya wê ya di serdema me de. Rastiya ku wêneyên Kurdistan Amed a şervanek YPJ’ê ye ku berê ji hêla çeteyan ve rastî şîdetê hatibû û paşê porê wê dikişandin û piştre hat rizgarkirin, îro dîsa bi pir tê belavkirin. Ev ne tesaduf e. Ev xwedî wateyek zelal e: peyamek ku bi zanebûn ji jinan û têkoşîna wan a serketî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê re tê şandin e. Ev wêne bi zanebûn têne belavkirin da ku pergalên mîna çeteyan rewa bikin. Pêwîst e ev peyama ku ji bo jinan, civaka Kurd û paradîgmaya demokratîk û rizgariya jinan a li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê tê avakirin were dîtin û şîrovekirin. Bêyî têgihîştina armancên îdeolojîk û xêzikî yên vî şerî, ne mimkûn e ku wêneyê giştî were dîtin û analîzek baş were kirin. Yên ku di bin navê olê de heqaretê li qehremanî û berxwedana Denîz dikin, ew jî ji heman navend û zîhniyetê têne xwedîkirin. Kesayetên olî yên mîna Mezher Xorasanî yê ji Başûrê Kurdistanê ku wekî beşek ji avahiyên Îslamî yên siyasî tevdigerin û dibêjin “Çi karê jinan di şer de heye? Divê ew herin malên xwe,” heqaretê li Denîz û jinên ku li ser xetên wê şer dikin. Ev nekarî bê qebûlkirin. Ev helwest ji bermahiyên DAIŞ’ê yên ku bedena bêcan mayî ya Denîz ji qata sêyemîn davêjin xwarê, ne cuda ye. Dîsa ji perspektîfa Tirkiyeyê ve, careke din hatiye piştrastkirin ku dijminatiya zêde ya li hember Kurd û jinan herî zêde ji ber komkujî, xwînrijandin, tecawiz û pergalek ku li ser tunekirinê disekine tê xurtkirin. Wekî ku li Helebê tê dîtin, Ziyad divê wekî helwestek mêr a azadîxwaz jî were dîtin ku reng dide têkoşîna li dijî zîhniyeta dijminê jinan ku tenê bi şer û wêrankirinê xwe dide der. Heval Ziyad ku bi bedena xwe gelê xwe diparast, helwesta xwe ya fedakar bi van gotinan kurteber kir: “Ji bo me, ji berxwedanê wêdetir tenê şehadet heye” û êrîşî dijmin kir. Rêziknameya heyî an jî ya ku li herêmê tê xwestin ku bi Sûriyeyê tê temsîlkirin, bi van êrîşan xwe eşkere dike. Çîrokên Denîz û Ziyad, li dijî pergalên ku bi bîrdoziyên xwe şer çêdikin û qirkirinê li dijî gelan û jinan qebûl dikin, helwestek zelal e. Ew jî ew kes in ku bi têkoşîna xwe planên ji bo Sûriyeyê yên ku tê xwestin werin avakirin, şîrove dikin. Ew wekî sembolên gelan nemir bûne. Îro, Durzî, Elewî û Sunnî li Sûriyeyê jî vê giyanê dipejirînin. Vê rastiyê, reaslîteyek ku divê dema hesabkirina pêşerojê were hesibandin derxistiye holê.

*Rojnameger