‘Êrîş û cezayên dîsîplînê rewşê girantir dikin’
Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê, diyar kir ku vîtamînên pêwîst an kêm didin an jî qet nadin girtiyên di greva birçîbûnê de, kontrolên bijîşkan nayên kirin û girtî bi cezayên dîsîplînê re rû bi rû dimînin.
Navenda Nûçeyan- Koordînasyona Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê ku Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ên Îzmîrê û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Egeyê (Ege TUHAY-DER), di nav de cih digrin, rapora xwe ya têkildarî girtîgehên herêma Egeyê aşkere kirin. Gelek parêzer tevli civîna çapemeniyê ya li Şaxa OHD’a Îzmîrê pêk hat bûn. Metna çapemeniyê Hevseroka OHD’a Îzmîrê Şukran Ozturk xwend.
‘Divê neyê jibîrkirin ku mafê dermankirinê ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de heye’
Şukran Ozturk, diyar kir ku divê şertên înfazê yên ku li Tirkiyeyê her diçe giran dibin bên sererastkirin û anî ziman ku greva birçîbûnê ya bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin û çareseriya demokratîk a Kurd ji 27’ê Mijdara 2023’yan ve li girtîgehan dest pê kir sê meh li pey xwe hiştin.
Şukran Ozturk, anî ziman ku di encama serlêdanên li saziyên di nava Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê de, nameyan û hevdîtin parêzeran de rapor hatiye amadekirin û wiha got: “Ji destpêka grevên birçîbûnê û vir ve li gorî agahiyên di encama hevdîtinên bi girtiyan re hatin kirin de; rêveberiyên girtîgehan bi zanebûna mafên tibî yên girtiyan hene tevnegeriyane. Tê fikirîn ku heke pêşî li vê neyê girtin ji ber li gorî mafên tibî yên girtiyan tevnegeriyane wê di dema pêş de ji bo tenduristiya girtiyan encamên mayinde û girantir çêbibin. Divê neyê jibîrkirin ku girtiyên greva birçîbûnê ya demkî û bi dorveger didomînin mafê wan ê tedawîkirina tibî heye.”
‘Greva birçîbûnê di bin çavderiya bijîşkan de nayê şopandin’
Şukran Ozturk, bal kişand ku li gelek girtîgehan di bin çavderiya bijîşkan de greva birçîbûnê nayê şopandin, beşek ji bijîşkan li gorî exlaqê pîşeyê nêzîk nabin û wiha berdewam kir: “Ne kontrolkirina tenduristiyê ya girtiyên di greva birçîbûnê de, şopandina bi tendurist a pêvajoyê zehmet dike. Hat tesbîtkirin ku li hin girtîgehan tê ferzkirin ku girtî ji bo kontrolên tenduristiyê biçin revîrê. Ji bo ku liv û tevgerên weke meşê enerjiya girtiyan dixwe, divê rêveberiya girtîgehan ji bo girtî heta revîrê biçin kursiyên bi teker eyar bike.”
‘Vîtamîn nayên dayîn’
Şukran Ozturk, diyar kir ku vîtamîna B1’ê, xwê, şekir, lîmon û karbonat ku divê kesên di çalakiya grevê de ne mecbûr in bigrin, bi awayekî birêkûpêk nadin û got: “Hat tesbîtkirin ku vîtamîna B1’ê ji aliyê gelek rêveberên girtîgehan ve nayê peydakirin û ji ber vê yekê girtî nikarin vîtamîna B1’ê bigrin, li hinek girtîgehan hewl tê dayîn vîtamîn weke B12 kompleks bê pêşwazîkirin û hinek girtî jî vîtamîna B a kompleks jî nikarin peyda bikin.”
‘Bi cezayên dîsiplînê re girtî ji çalakiyên civakî bêpar tên hiştin’
Şukran Ozturk, da zanîn ku divê cih hijyenîk ve û ev tişt got: “Gelek pirsgirêkên weke kontrolkirina rojane ya bijîşkan, birîna cezayê dîsiplînê ya li girtiyan li dijî girtiyên di greva birçîbûnê de weke muameleya nebaş û îşkenceyê tên nirxandin. Her wiha li gorî çavdêriyên koordinasyona şopandinê ligel çalakiya greva birçîbûnê êrişên li dijî girtiyan, cezayên hucre û dîsiplînê, taloqkirina berdanan û sirgun zêde bûne. Her wiha hat ragihandin ku bi taybetî bi cezayên dîsiplînê re girtî ji çalakiyên civakî bêpar tên hiştin û ji girtiyên din tên tecrîdkirin.”
‘Divê tecrîda domdar a li girtîgeha Îmraliyê bê rakirin’
Şukran Ozturk, di axaftina xwe de tiştên ku di dema greva birçîbûnê de weke tibî bên kirin jî rêz kirin û got: “Di dema greva birçîbûnê de divê Wezareta Dadê ketina Komîteyên Şopandina Serbixwe ya ku ÎHD, OHD, ÇHD, TTB, parêzer û bijîşk jî di nav de ne, li girtîgehan qebûl bike. Bêyî ku girtî bikevin xetera jiyanî divê Wezareta Dadê demildest tecrîda li ser Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin rake.”