Êrîş li dijî dibistanên Mînab û Tahran: 42 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan

Hate diyarkirin ku di dema êrîşên DYE û Îsraîlê li dijî Îranê de, dibistana Hidayet a li Tahran û dibistanek a seretayî li Mînab hatiye hedefgirtin. Di êrîşa li Mînab 40 û di êrîşa li Tahranê de 2 xwendekaran jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên bi fuze yên DYE û Îsraîl li dijî Îranê didome. Li gorî daxuyaniya waliyên bajarê Mînab ya girêdayî Hurmazgan, di êrîşa li dijî dibistana seretayî de 40 xwendekaran jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî nûçeyên ku di medyaya Îranê de cih girtin, waliyê Mînab diyar kir ku di encama êrîşê de 40 xwendekaran jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 48 xwendekar birîndar bûne.

Di heman demê de di nûçeyên hatin parvekirin de hate diyarkirin ku, di encama êrîşa bi fuze ya li derdora dibistana Heydat a li Meydana 72 a Narman a li Tahranê ketiye du xwendekaran jiyana xwe ji dest dane.

Ev mirin piştî demek kin ku Wezareta Perwerdeya Îranê di saetên vê sibehê de ragihandî ku hemû dibistan ketine betlanê de hate jiyîn. Hate diyarkirin ku saeta êrîşê û çawa hatiye pêkanîna nayê zanîn.