'Êdî dem hatiye ku konfederalîzma jinan were avakirin'
Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên da zanîn ku li hemberî sedsala azadiya jinan sedsala qirkirinê hatiye destpêkirin ji lewre êdî dem hatiye ku konfederalîzma jinan were avakirin.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo - Tevger û rêxistinên jinan li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê bi şoreşa jinan a 19’ê Tîrmehê û şoreşa "Jin Jiyan Azadî" derbasî qonaxa têkoşîneke hevpar bûne. Pêwîstiya pêvajoyê bi çi heye divê têkoşîneke çawa were kirin û danûstandinên bi çi awayî bi pêş bikevin. Her wiha rola çapemeniyê di avakirina rojeveke sereke ya jinan de çi ye. Li ser vê mijarê endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Jiyan Hisên axivî.
'Rastî çewisandina maf û zextên ewlehiyê tê'
Jiyan Hisên got ku têkoşîna jinan di gelek qonaxan re derbas bûye û wiha domand: "Sûriye dewletek ji dewletên Rojhilata Navîn e, em ji rewşa jinên Rojhilata Navîn jî ne dûr in ji ber gelek serhildanên jinan çêbûn, pêşeng û fedayiyên wê jî çêbûn lê em ji bîr nekin her jina serhildêr rastî çewisandina maf û zextên ewlehiyê dihat, ji bo ku sîstema xwe ava nekin û di sîstema giştî de jî cih negire. Di nava krîza li Rojhilata Navîn a di sedsala dawî de dijî, rêz ji jinan re nayê girtin û ji pêşengiya wan re jî dibin asteng da ku di warê rêvebirin û xwerêxistinkirinê de her dem qels bimînin."
'Bi vegera li cihê ku hêza xwe lê winda kiriye ber bi hevgirtina sedsala jinan ve'
Jiyan Hisên ba lkişand ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê jinan de ku dibêje "Sedsala 21’ê sedsala azadiya jinan e" û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Di rastî de jî li Kurdistanê jinan sîstema xwe ava kirin û pêşengiya şoreşê û şerê leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Her wiha di warê dîplomasî, civakî, aborî, çandî û hwd. de dikaribûn bibin xwedî şop. Şoreşa Rojava mohra xwe li dîrokê da û bandorê li jinên Rojhilata Navîn jî kir. Ger îro em dibînin li ser asta Rojhilata Navîn hewldanên jinan ên rêxistinbûyîn û danûstandinê bi jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re çêdibin divê em bizanibin ku ev tovên şoreşa jinan in. Ji bo ku ev sedsal bibe sedsala azadiya jinan bêguman pêwîstî bi hevgirtina jinan heye û gava destpêkê ya ber bi vê hevgirtinê ve, ew e ku jin li dîroka xwe vegerin bixwînin û bizanibin li ku derê hêza xwe winda kirine, wê li wir bibînin."
Li Rojhilata Navîn têkoşîn û serhildana jinan
Jiyan Hisên li ser serhildan, tevger û rêxistinên jinan li welatên Rojhilata Navîn jî wiha got: "Ji Iraq, Misir, Lubnan Filistîn heta Cezayîrê li her derê krîz, şer, pevçûn, kuştin û xwînrijandin heye û yên ku fatûreya wê didin jin û zarok in. Eger em bînin ser Filistînê ruxmî êrîş û xwînrijandina heyî jî dîsa jinan dest ji berxwedan û têkoşîna xwe bernedane. Efganistan piştî 20 salên ronî careke din, bi Talîbana tarî ket rewşeke xirab. Li ser jinan rewşên wisa ferz dikin û hewl didin ku rê li ber têkoşîna wan bigrin lê jinan vê carê xwe bi temamî radest nekirin, niha jin di nava hewldanên serhildanê û rolgirtina di guhertina civakê de ne û ev cihê rêzê ye lê li Îran! Li Îranê di bin navê dispilîna exlaqî de Jîna Emînî hat qetilkirin, ji keziyên wê şoreşa "Jin Jiyan Azadî" pêk hat, destpêkê li Rojhilata Navîn paşê li cîhanê belav bû."
‘Divê jin têkilî û danûstandinên xwe xurtir bikin’
Jiyan Hisên biryarên darvekirina çalakvan, aktivîst û rojnamevanên jin li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi bîr xist û wiha got: "Pir diyar e çiqas tirsa dijminên jinan ji sedsala 21’ê heye ger di vê sedsalê de biryarên darvekirina jinan tên girtin divê ku hemû rêxistin û tevgerên jinan vê qebûl nekin. Pêwîst e ev yek ji hêla hemû jinan ve were redkirin û danûstandin xurtir bibin. Ji ber ezmûna ku jinên Kurdistanê û jinên Rojhilata Navîn jiyane, ji hev ne cuda ne pêwîst e em ji berxwedan û têkoşîna hev hêz û sûdê bigrin.
Di vir de dibe zehmetiyên xwegihandina hev hebin lê sîstemên desthilatdar naxwazin jin bigihîjin hev. Hevgirtina jinan serhildana li hemberî sîstemên desthilatdariyê ya ku mafên jinan binpê dike û li dijî aştî wekhevî û edaletê ye ji lewre ji bo ku jin hev nebînin dewlet ewqas astengiyan çêdikin. Weke alternatîf divê em bikaribin hîn bêtir bi riya bernameyên înternetê li hev guhdarî bikin, ji bo pêvajoyê pêwîstî bi çi heye, piştgirî ji jinên kîjan welatî re pêwîst e. Ji ber doza jinan yek e, li ku dibe bila bibe ji bo ku em bi rastî vê sedsalê bikin sedsala azadiya jinan û ji sîstema baviksalarî û desthilatdariyê re bibe alternatîf, azadî wekhevî û edalet pêk were divê ku têkiliyên jinan xurtir bibin û xwedî li zemînê hatiye avakirin derkevin."
Rola çapemeniyê di belgekirin û avakirina rojevên jinan de
Jiyan Hisên bal kişand ser rola çapemeniyê di avakirina rojevên jinan de û wiha pêl da gotinên xwe: "Di warê rojevkirin û belgekirina bûyer û sûcên li dijî jinan çêdibin de bi giştî kurt û kêmasiyên çapemeniyê hene û di asta ku tê xwestin de rol nayê lîstin. Bûyerên li ser jinan nabin rojevên sereke yên qada çapemeniyê. Li hemberî sedsala azadiya jinan sedsala qirkirina wan hatiye destpêkirin û ev bi fermî tê meşandin. Ji lewre belgekirina ewqas sûcên li ser jinan pêk tên gelek girîng e ku di demên pêş de li dadgehan em bikaribin bibêjin li ewqas welatan jin tên qetilkirin, darvekirin û tecawizkirin. Divê ku çapemeniya heyî rastî jî bibe guh, çav û zimanê jinan. Pêwîst e bûyerên jinan bi nûçeyên rûtîn neyên derbaskirin divê bibin rojevek cîhanî û ji hêla rêxistinên jinan ve werin şopandin û helwest were nîşandan. Ger bûyerên jinan bibin rojeveke cîhanî wê saziyên navneteweyî û dezgehên hiqûqî û saziyên mafên mirovan xwe berpirsiyar bibînin û xwedî lê derkevin. Her wiha belge wê radestî aliyên elaqeder werin kirin û wê demê dê hesab ji kujerên jinan û dewletên ku binpêkirin û komkujî pêk anîne were xwestin."
'Divê ku em bi heman helwest û biryarê tevbigerin'
Jiyan Hisên got ku êdî dem hatiye konfederalîzma jinan ava bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi berxwedaneke hevpar, têkoşîna jinên Kurdistanî û cîhanî mezin dibe. Li hemberî pêvajoya ku em têre derbas dibin divê ku em hişyar bin, hevgirtina xwe xurtir bikin û li hember sîstemê em bi yek helwest bin. Em bikaribin sîstemeke demokratîk wekhev û azad di nava civakê de ava bikin û bigihîjin sedsala ku Rêber Ocalan behsa wê kiribû. Her rêxistin û tevger û jin li welatê xwe têdikoşin, li vir pêwîstî bi konfederalîzma jinan heye ku were avakirin û destekftiyên jinan werin misogerkirin. Ji bo ku em bi yek helwest û biryarê tevbigerin û pîvanên jinan binpê nekin. Ji lewre êdî dem hatiye ku konfederalîzma jinan di asta Rojhilata Navîn de destpêkê çêbibe da ku bandorê li giştî cîhanê bike û bikeve pratîkê."