Çîrû Şiwanî: Yekîtiya Kurdan nasnameya rast a gelê Kurd e

Li hember êrîşên vê dawiyê li ser Rojavayê Kurdistanê pêk hatin, gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistan û tevahiya cîhanê bû yek. Parêzer Çirû Şiwanî wiha got: “Yekîtiya gelê Kurd niha nasnameya rast a gelê Kurd e.”

HÊVÎ SELAH
Silêmanî- Li dijî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê, gelê Kurd li her aliyê Kurdistanê û derveyî welat bûne yek. Ji dîrokê ve yekîtiya dijminan li ser berjewendiyên hevpar ên demkurt hatiye avakirin. Ev berjewendî rê li ber pêşketina yekîtiya Kurdan vekirine. Yekîtiya gelê Kurd ji dîrokê ve ne tenê wek hestek netewî, her wiha wek amrazek berxwedan û mayîndebûna nasandinê ye jî. Yekîtiya gelê Kurd ne bijarkek e, pêwîstiyek dîrokî ye jî. Her tim gelê Kurd bûne yek û li dijî her cûrê êrîşan karîne dengê xwe bighînin cîhanê û hêzek siyasî û civakî biafirînin; Û her dema ku ev yekîtî hatiye têkbirin, pirsgirêk û têkçûyin kûrtir bûne . 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî Yekîtiya Kurd wiha dibêje: “Ger yekîtiya Kurd çênebe, yekîtiya dijmin wê çêbibe. Welatên dagirker yekîtiya Kurdan qebûl nakin û di her şert û mercî de ewê êrîş bikin.
Di demeke êrîşên li ser gelê Kurd didomin de, pêwîstiya yekîtiyê ji herdemê zêdetir tê hîskirin. Cudahiyên partiyan, dabeşbûnên erdnîgarî û şerên desthilatdariyê yên navxweyî, her wiha êrîşên medyaya derve, sedema lawazbûn baweriyan a di nava gelê Kurd deye. Ev jî rasterast  bandorê li moralê giştî, daxwazên neteweyî û pozîsyona Kurdan a di civaka navneteweyî de dike. Parastina yekîtiyê pêwîstî bi guhertinek rewşenbîrî û pratîkî heye. Yekîtî tê wateya lihevkirinek li ser prensîban: maf, azadî, rêzgirtina ji bo mirovan û parastina berjewendiya giştî.
‘Komplogeran xeyal dikirin ku gelê Kurd bitepisînin’
Parêzer Çirû Şiwanî têkildarî yekîtî û bandora peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser gelê Kurd axivî. Çirû Şiwanî destnîşan kir ku divê pêşî behsa sedema vê komploya navneteweyî bikin û wiha domand: “Her kesayetek azad, dizane ku armanca sereke ya komployê tinekirina gelê Kurd û tevahiya xeta azadiyê bû. Piştî girtina Rêber Ocalan, gelê Kurd gelek destkeftî bi dest xistine. Wan xeyal dikir ku gelê Kurd bitepisînin lê berovajî vê, Kurdan li Rojavayê Kurdistanê statuyek afirandin ku bûye mînakek şoreşa Kurd û em îro dikarin bêjin di nava şoreşên gelê Kurd de şoreşa rast a îro, li Rojava serî hildaye û heta niha didome.”
‘Êrîşa li ser Rojava ne kêmî komploya 15’ê Sibatê ye’
Çirû Şiwanî têkildarî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a derbarê mijarê de bi bîr xist û wiha got: “Bê guman, bangên ji Îmraliyê tên ne tenê ji bo beşek ji Kurdistanê an jî cihekî erdnîgarî yên Kurdan in, ji bo hemû gelên herêmê û gelê Kurd in. Divê wek gelê Kurd baweriya me bi gelê me û aliyên siyasî yên me, bi taybet bi yên bi rastî dîlsoz û ji bo yekbûn, xebat û têkoşîna Kurd xebat dikin, hebe. Piştî êrîşa plankirî ya li ser Rojavayê Kurdistanê ku ne kêmî komploya 15’ê Sibatê bû, ji Îmraliyê peyam hat ku ev komplo ne tenê bandorê li Rojavayê Kurdistanê dike, bandorê li gelê Kurd ê li her çar beşên Kurdistanê dike. Di daxuyaniya xwe ya dawî de Hakan Fîdan got piştî Rojava, dora Başûrê Kurdistanê. Her çend divê em ji bîr nekin ku pêvajoyek aştiyê heye û em behsa serkeftina pêvajoya aştiyê dikin. Lê belê dewleta Tirk roj bi roj pilanên xwe li ser tevahî gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê dijwartir dike.”
‘Berxwedana Kurdistanê bandorê li her çar aliyan dike’
Cirû Şiwanî wiha domand: “Divê em helwestên gel pir cidî bigirin û wan kêm nebînin. Berxwedana li Rojava bandor li hemû gelên li her beşên Kurdistan û dinyayê kir. Rêber Ocalan ji hemû gelê Kurd û serkirdeyên wan re peyamek şand ku divê Kongreya Yekîtiya Kurd were lidarxistin, ji ber komployek li dijî Kurdan û tiştên ku gelê Kurd li her çar beşên Kurdistanê bi dest xistiye heye. Ya ku li Rojava qewimiye em nikarin bêjin bi dawî bûye, berdewamiya komployên li dijî gelê Kurd e. Gelek plan li dijî gelê Kurd hebûn, lê belê ji ber hewlesta gelê Kurd, hatin guhertin. Dema bêdengiya navneteweyî hebû, divê em bizanin ku kes li pişt me nîne. Tiştê ku dikare were kirin ev e ku welatên bihêz dixwazin hegemonyaya xwe ferz bikin û polîtîkayên xwe ferz bikin.”
‘Em dixwazin li welatê xwe bin û neteweyên din qebûl bikin’
Çirû Şiwan da zanîn ku divê peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bighînin hev û wiha domand: “Piştî bûyerên li Rojavayê Kurdistanê, gelek êrîş li ser neteweya demokratîk û xwiş û biratiya gelan hene. Divê em bizanin ku welatên bihêz her tim dixwazin hegemonyaya xwe li ser herêmê ferz bikin. Ew dixwazin bernameyên xwe li vir bicîh bînin, em li herêmê dijîn û dizanin çi pergal û bername hewce ne. Ji ber vê yekê, dema em behsa biratiya gelan dikin, pêwîstî bi neteweyên ku azadiya demokratîk û jiyana hevbeş dixwazin heye. Em xwişk û biratiya gelan qebûl dikin da ku neteweyan demokratîk bikin. Gava yekem qebûlkirina xwişk û biratiya me ye. Çavê me ne li xaka kesê ye û em dixwazin di xaka xwe de bin û gelên din jî qebûl dikin. Beriya biratiya gelan divê em di nava xwe de xwişk û biratiya xwe qebûl bikin. Daxwaza min ji serkirdeyan heye: carek be jî dawî li berjewendiyên ferdî û malbatî bînin û ev derfeta ku ji bo Kurdan hatiye afirandin ji bo qenciya Kurdan bidawî bibe. Ji ber rewş xeternaktir e ji ya beriya 100 salan bi serê Kurdan hatiye. Cihê kêfxweşiyê ye ew kurdên niha û ew hêza Kurdan a niha, ne mîna hêza Kurdan a beriya 100 salan e. Niha em xwedî pergal û bernameyek din in ku ne tenê Kurd, hemû neteweyên herêmê dikarin li dijî pergala kapîtalîst jê sûd bigrin.”
‘Divê em li dijî xeta xiyanetê xwedî helwestek cidî bin’
Çirû Şiwanî di dawiya axaftina xwe de balkişand ser girîngiya yekîtiya Kurdan û wiha got: “Li cîhanê gelê Kurd bi awayekî cuda tê dîtin. Şoreşên li Rojhilat, şoreşa jinan, berxwedana li Rojava û helwesta gelê Kurd li başûr niha nasnameya rast a gelê Kurd e. Peyama min ji bo gelan û Kurdan ew e ku gelek bi hûrgîlî nêzî vê rewşê bibin û divê em yekîtiyê biparêzin û nekevin bin bandora ti aliyan. Divê em  li beramberî xebat û têkoşîna gelê xwe bê bawer nebin û li dijî xeta xiyanetê helwestek me ya  cidî hebe. Divê em zextê li partiyên siyasî bikin da ku bibin yek û Kongreya Neteweyî ya Kurd di zûtirîn dem de li dar bixin. Ev rewş dê pêşeroja Kurdan diyar bike.”