Çîroka peykerên bi destê jinek tên çêkirin

Îlham Ehmedî ku jineke ji Kirmaşanê ye, bi çêkirina peykerên ji axê ya li quncikek kolanê, rêyeke nû ji xwe re diafirîne; her peykerek ji axê, nîşaneya rizgarî, êş û ji nû ve zayîna wê ye.

NESÎM EHMEDÎ

Kirmanşah – Ew bi destên xwe peykerên piçûk ava dike da ku bikaribe giyanê xwe yê mirî bike nav laşê axê yê laşekî din, dibe ku hebûna xwe ya hilweşiyayî ji av û axê ji nû ve biafirîne.

Ev çîroka jineke ji Kirmanşahê ye ku peykerên ji axê yên biçûk diafirîne û li kêleka kolanê difiroşe. Di nav berhemên wê de, fîgurên jinan herî zêde balê dikişînin; mîna ku nîşanek ji hebûna wê di wan de hatibe çapkirin.

Elham Ehmedî (navê sexte) derbarê destpêkirina karsaziya xwe de dibêje: "Min nêzîkî du sal berê dest bi karsaziya xwe kir. Ez 45 salî me û dayîka keçek 6 salî me. Nêzîkî çar salan e ez ji hevjînê xwe yê berê cuda me û ji ber pirsgirêkên darayî ez neçar mam ku dest bi karsaziya xwe bikim. Ji zarokatiya xwe ve ez bi hunerê re eleqedar dibim û tenê tiştê ku min dikarî bikim ew bû ku ez çalakiyek hunerî bidomînim da ku ez serbixwe bim. Ji ber ku îmkana min a karekî serbixwe li derveyî malê tunebû, min xwest karekî hilbijêrim ku bikaribim li malê berdewam bikim, dema ku keça min ne li cem min be û di heman demê de hebûna min dê ji bo wê aram be. Peykersazî ne karekî dijwar e û bêtir bi berjewendiya min ve girêdayî ye. Bê guman, feydeyên wê yên darayî yên girîng nînin, lê ew ji bo min rêyek bû ku ez berdewam bikim. Ez ji dahata wê pir razî nînim, lê ji bilî ku ez bi rewşê re mijûl bibim, neçar mam ku bikim."

Zincîrek li ser piyên jinan

Ji bo gelek jinên ku bi salan di cihekî girtî de di bin kontrola mêrên xwe de jiyane, biryara berdanê û destpêkirina karsaziyek, tabûyek tirsnak e ku ew kêmtir amade ne ku qebûl bikin. Gelek jin ji ber girêdayîbûna wan a aborî ya bi mêrên xwe neçar in ku jiyana hevbeş qebûl bikin û bi mêrên xwe re bimînin, ji ber ku civak hîn jî nikare jinan ji mêrên xwe wekî serbixwe xeyal bike. Ev girêdayîbûna aborî û zextên çandî jinan di çerxek bêdengî û pasîfbûnê de dihêlin; çerxek ku tê de serxwebûna jinan wekî gefek ji bo rêziknameya baviksalar tê dîtin. Civatek ku jinan tenê di têkiliya bi mêran re de diyar dike, bi pratîkî îhtîmala ezmûna azadî û xweseriyê ji wan re red dike. Ji ber vê sedemê, gelek jin bi astengiyên civakî û psîkolojîk re rû bi rû dimînin, her çiqas xwedî şiyan û jêhatî bin ku karsaziyek dest pê bikin an jiyanek serbixwe bidomînin jî. Di rewşên wiha de, berdan û karsazî ne tenê bijarteyek kesane ye, di heman demê de kiryarek civakî û siyasî ye; yek ku dikare avahiyên desthilatdariya kevneşopî bişkîne. Jinên ku vê rêyê hildibjêrin di rastiyê de bi tabûyên demdirêj re rû bi rû dimînin û nîşan didin ku serxwebûna jinan ne tenê gengaz e, ji bo şikandina çerxa girêdayîbûn û tundûtûjiyê jî pêdivî ye.

Aborî; Amûra veşartî ya serdestiya baviksalar

Lê belê, Elham kariye vê baweriyê bişkîne û jiyana xwe bi perspektîfek nû biguherîne. Ew dibêje: "Divê jinek bifikire ku divê ew neçe zewacê ji ber ku ew qels e û piştgiriya darayî tuneye, lê divê di nav vê civakê de serbixwe bijî. Bê guman divê çavkaniyek dahatê an karek ji bo xwe hebe da ku ji bo pêşeroj û jiyana wê piştgirî be."

Serxwebûna darayî: Deriyê azadiya jinan

Yek ji taybetmendiyên sereke yên kontrola mêrek li ser jinê, hêza darayî ye. Bi rastî, bi kontrolkirina aboriya malbatê, mêrek xwe wekî xwediyê desthilatdariyê dibîne û dihêle ku endamên din ên malbatê kontrol bike. Bi baweriya ku "kî nan dide, ferman dide", ew bi pratîkî jinê ji hêza wê ya serxwebûnê bêpar dike. Ev girêdayîbûna darayî ne tenê azadiya jinê sînordar dike, di heman demê de wê dike rewşek ku ew ji bo biryarên herî biçûk ên jiyanê hewceyî destûr an piştgiriya mêrek e. Ev avahiyek serxwebûna takekesî ya jinê dike ber pirsê û wê di nav çerxek girêdayîbûn û bêhêziyê de dihêle. Di encamê de, hêza darayî dibe amûrek ji bo xurtkirina serdestiya baviksalar; serdestiyek ku ne tenê di malbatê de, lê di asta civakî de jî tê hilberandin. Simone de Beauvoir (fîlozof û nivîskara Fransî) bawer dike: "Jinek, dema ku ew ji hêla aborî ve serbixwe be azad e; bêyî serxwebûna darayî azadî tune."

Elham dibêje: "Pirsgirêkên ku piştî zewacê bi serê min de hatin, min gihand wê encamê ku divê jin ji hêla darayî ve serbixwe be û ne girêdayî mêrekî be. Ji ber ku di jiyanê de paşê, dibe ku pirsgirêkek hebe û têgihîştin tunebe û heke serxwebûna darayî tunebe, jin dê neçar bimîne ku bi mêrê xwe re bijî. Ev bi rastî jî pirsgirêkek e û di civaka me de, divê jin ji hêla darayî ve serbixwe be û ne girêdayî mêrekî be."

Gava yekem a Elham: Xilasbûna ji nîrê girêdayîbûnê

Ji ber vê yekê, xala destpêkê ya rizgarbûna Elham ji girêdayîbûna mêrê xwe û destpêka serxwebûna wê, biryarek bû ku ji nîrê mêrê xwe xilas bibe û karekî biafirîne. Ev hilbijartin wekî gava yekem li ser rêya ji nû ve avakirina nasnameya wê ya takekesî û bidestxistina serxwebûna aborî tê hesibandin. Lê belê, baweriya kûr a girêdayîbûna aborî ya bi mêran re carinan ewqas ketiye nav zihniyeta jinan ku ew bi xwe li dijî jinên din tevdigerin; bi awayekî ku jin tenê ji ber ku ew jin in sînorkirin û darizandinan ji nû ve çêdikin. Ev hilberandina civakî nîşan dide ku serdestiya aborî ya mêran ne tenê bandorê li têkiliyên malbatî dike, di heman demê de di asta çandî de jî bi şiklê normên pejirandî tê xuyangkirin.

Elham li ser astengiyên li pêşiya veqetina xwe dibêje: "Tiştek ku min dixwest li ser biaxivim ew e ku dema min dixwest ji mêrê xwe yê berê veqetim, dema ku em çûn şêwirmendiya berî hevberdanê, jina ku min wekî psîkologek dinirxand ji min re got: "Xanim, hûn ê sibê çi bikin? Ji hevjînê/a xwe veqete, ne perwerde, ne pere, ne jî rewşa te ya darayî heye." Û min got: "Binêre, xanim, ez nikarim di bin heman banî de bi mirovekî/ê re tenê ji bo şîvê an jî pêdiviyên xwe bimînim, dema ku rêz li min nayê girtin." Ji ber vê yekê ev mijar ji bo min balkêş bû ku ez li ser biaxivim; "Ku divê mirov pêşî jinbûna xwe bide aliyekî û berî her tiştî xwe û mirovahiya xwe bifikire û paşê li ser jinbûnê bifikire."

Ji nû ve pênasekirina nirx û rûmeta takekesî

Gelek jinan ev bawerî qebûl kirine ku ji ber ku zayenda wan ji bilî mêr tiştekî din e, divê ew qebûl bikin ku ew qels in û hewceyî mêran in. Lê divê jinek bifikire ku ew jî mîna mêr mirovek e û dikare hemûctiştên ku mêr dikin bike. Bi vê baweriyê, Elham karîbû xwe azad bike û ji bo xwe karsaziyekê bide destpêkirin. Lê di heman vê karsaziyê de, baviksalariyê hewl da ku desthilatdariya xwe li ser Elhamê îspat bike. Ew dibêje: "Yek ji pirsgirêkên di karê min de ku ez kelûpelên xwe li kêleka kolanê difiroşim,hevkarên min ên mêr ji jinekê hez nakin ku li kêleka wan bixebite. Ez jî neçar mam ku quncikek dûr bibînim, lê bê guman ez zêde nafroşim." Van zextên ji firoşkarên mêr, bûne sedem ku Elham kêmtir bifiroşe. Ew berdewam dike: "Bihayên berheman ji 20 hezar tûmenî dest pê dikin û heta rêzek bihayê hinekî bilindtir in. "Firotin ne ewqas baş e û dibe ku ez di nav rojê de tenê çend tiştan bifroşim. Ez di nav rojê de di navbera 200 hezar û 300 hezar Tûmenî de qezenc dikim. Ji ber ku ez nikarim cîhek kirê bikim, divê ez mase û kursiyan li kêleka kolanê deynim û kelûpelên xwe bifroşim."

Pêdiviya civakî ya serxwebûna aborî ya jinan

Ezmûna Îlamê nîşan dide ku serxwebûna aborî ya jinan ne tenê bijartinek takekesî ye, di heman demê de pêdivîyek civakî ye jî. Tevî zextên malbatî û çandî û tewar pêşbaziya baviksalar a li cîhê kar, ew kariye dest bi rêwîtiya xwe bike. Her çiqas hîn jî gelek astengî li pêşiya wê ne, ev hewldan nîşan didin ku jinbûn nayê wateya qelsî an girêdayîbûnê, lê belê mirovbûn û xwedîbûna mafê hilbijartinê gava yekem a rizgariyê û avakirina pêşerojek cûda ye.