Çîroka Şadana ku mala xwe kir qursa zarokan

Li parêzgeha Helebceyê, çîrokeke cuda ya perwerde û evînê di maleke sade de dest pê dike. Mamoste Şadan her roj ji bo bîranîna kurê xwe bi dilxwazî 40 zarokan perwerde dike.

MEHRÎBAN SELAM

Helebce – Dayîk her dem ji bo ku ji zarokên xwe re jiyana baş biafirînin û derfeteke baş a perwerdeyê bibînin, di nava têkoşînê de ne. Nemaze dayîkên ku zarokên wan ên astadarb hene, ji bo zarokên xwe û zarokên din bûne çavkaniya jiyanê.

Şadan baweriya xwe bi potansiyela zarokên bi sendroma Down tîne

Yek ji wan dayîkên ku bûye nimûne, Şadan e. Ew dayîkeke dilovan û dilnerm e. Şadanê biryar da ku mala xwe ji bo nêzî 40 zarokan veguherîne qursa havînê. Ev biryar ji hezkirina wê ya kûr a ji bo zarokan derket. Li pişt vê biryarê çîroka kurê Şadan ê bi sendroma Down heye. Bi saya tiştên ku ew ji jiyana rojane ya kurê xwe fêr bûye, dayîk û mamoste ji pêdiviyên zarokan bêhtir haydar bûye û bi şiyanên wan bawer kiriye.

Van rojan, mala Şadan ne tenê malek e, bûye cihekî ku bi dehan zarok lê tên cem hev û fêrbûn bi kêf û dostaniyê re têkel dibe. Ev çîroka ji Helebçeyê peyamek dide: Bawer bikin ku her zarokek dikare bi ser bikeve ger hûn ji bo wê/î hewl bidin.

Ji bo Mamoste Şadan, cudahî ne asteng in; berovajî vê, ew wê motîve dikin ku ji bo zarokan bêhtir bixebite. Ji ber vê yekê wê li mala xwe dewreyeke havînê ji bo 40 zarokan dest pê kir; zarok bi hev re fêr dibin, dilîzin, beşdarî çalakiyên curbicur dibin û betlaneyên xwe yên havînê bi awayekî berhemdar derbas dikin.

Ez ji bo zarokan telefonên destan an televîzyonan bi kar naynim’

Şadan dibêje ku ji bo qursa zarokan telefonên destan bikar nayne, li şûna wê dersên kêrhatî dide wan û wiha didomîne: “Ez pir kêfxweş bûm dema ku zarok hatin, ji ber vê yekê min biryar da lîstikên ku balê dikşînin bi wan bidim lîstin.”

Şadan Kemal gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ev pir dijwar e lê ez dixwazim ku yên din jî bi qasî zarokên min baş bin. Ji ber ku zarokên min diçin taxê, ez spasiya dayîkan dikim ku baweriya xwe bi min anîn û zarokên xwe şandin mala min.”