Çiro Şiwanî: Bîrdoziya Rêber Apo jiyana azad ji bo jinan afirand
Parêzer Çiro Şiwanî 4’ê Nîsanê roja jidayîkbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û diyar kir ku paradîgmaya Rêber Apo vejîn e û got ku jidayîkbûna Rêber Apo ji bo jinan zayîneke nû ye.
HÊLÊN EHMED
Silêmanî – Bi jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 4’ê Nîsanê de, li Kurdistanê dîrok ji nû ve hat nivîsandin. Vê yekê ji bo jinan, netew û civaka demokratîk rê li ber serdemeke nû vekir. Ji ber vê sedemê, gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd wateyek kûr didin 4’ê Nîsanê û wê weke roja jidayikbûna xwe pênase dikin. Ew rojbûna Rêbertî wekî rojbûna xwe pîroz dikin û dibêjin "Rojbûna Rêber Apo rojbûna me ye", bi vî awayî bûye nirxeke civakî ya hevpar.
‘Rêber Apo bîrdoziya jinên azad afirand’
Parêzer Çiro Şiwanî ji ajansa me re behsa jidayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di meha Nîsanê de kir û got: “Her xizmetek ji aliyê Rêber Apo ve tê kirin wekî jidayikbûneke din tê hesibandin. Her qonaxeke têkoşîna Rêber Apo jidayîkbûneke nû ye. Têkoşîn û berxwedana wî jidayîkbûneke din a jiyana gelê Kurd bû. Bi dîlgirtina Rêber Apo re pergala neteweya demokratîk ku modernîteya kapîtalîst hilweşand derket holê. Pergala neteweya demokratîk ji bo Rojhilata Navîn jidayîkbûneke nû ye. Bi yekîtiya gel û neteweyên cuda, hemû planên dagirker têk bir. Ev sîstem bû sedema hilweşandina hêza hegemonîk ku ji hêla dewletên dagirker ve hatiye afirandin. Piştî jidayikbûna Rêber Apo, îdeolojiyeke nû çêbû. Di nava vê îdeolojiyê de, jin dikarîbûn hebûna xwe bi dest bixin, bi taybetî jî dîroka serdestiyê ya pênc hezar sal a li dijî jinan fam kirin. Werin em jiyana jinan li ser mîrateya xwe ya jinbûnê nû bikin.”
‘Ramanek azad azadiya ax û bedenê tîne’
Çiro Şiwanî diyar kir ku di her sedsalê de şervanek azadiyê û rizgarkerek heye û wiha domand: “Jidayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan di wê sedsalê de hişt ku gelê Kurd bikaribe li mafên xwe haydar be da ku azad bibe. Bi saya vê îdeolojiyê, jinan destkeftiyên xwe bi dest xistin û dikarin bi şêweyeke azad li dîroka xwe vegerin.”
‘Jinên Kurd mînakên berxwedanê ne’
Çiro Şiwanî bal kişand ser şoreşa jinan û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Şoreşa "Jin Jiyan Azadî" serhildana ji bo azadiya civakê û jinan e. Di vê felsefeyê de, azadiya jinan bi azadiya fikrî ve girêdayî ye. Mixabin, dijminan ev dirûşm û felsefe bi azadiya fizîkî ve girê dan, armanca dagirkeran her dem tunekirin û reşkirina dîroka jinan bû. Hebûna fikir û bîrdoziya ku Rêber Apo aniye dikare ji bo jinan jiyana azad biafirîne. Jin dikarin ji bo xwe û axa xwe têkoşîneke azad bidin meşandin. Jinên Kurd weke mînakên berxwedanê tên nîşandan.”
‘Jidayîkbûna Rêber Apo ji bo jinan zayîneke nû ye’
Parêzer Çiro Şiwanî girîngiya paradîgmeya Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir û wiha got: "Paradîgmaya Rêber Apo ji bo me jinan vejîn û dubarekirina jiyanê ye. Divê em jin ji bo azadiya rewşenbîrî ya jinan têbikoşin. Jidayîkbûna Rêber Apo ji bo jinan jidayikbûneke nû ye."
Parêzer Çiro Şiwanî bi pîrozkirina vê roja pîroz wiha dawî li nirxandinên xwe anî: “Jin dikarin pêşengiya têkoşînê bikin. Divê jin nekevin nava xefika dagirkeran. Divê jin gavên şênber ji bo azadiyê bavêjin. Di vê rojê de, ez rojbûna Abdullah Ocalan li rêber û gelê Kurd pîroz dikim.”