Çîmen Fîdan: Pergala jinan hûnandina jiyana azad e
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA), Fîdan Çîmen,destnîşan kir ku yekîtiya jinên Kurd ji bo parastina destkeftî û avakirina Yekîtiya Gelê Kurd girîng e û diyar kir ku jin bi felsefeya birêz Ocalan barê pêşengiyê digrin ser xwe.
Navenda Nûçeyan – Li dijî zext, êrîş û şerên li Rojhilata Navîn diqewimin, Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, komcivînek li dar xist. Komcivîn di bin dirûşma “Bi pêşengî û yekîtiya jinên Kurd ber bi avakirina yekîtiya neteweyî ve” li eywana Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO’) hat lidarxistin, peyama yekîtiya jinan derket pêş.
Der barê komcivîna ku Platforma Yekîtiya Jinên Kurd di 2’yê Adarê de li Amedê hat lidarxistin de, berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA), Çîmen Fîdan ji ajansa me re axivî.
Jinên Kurd ji bo azadî çand û nasnameya xwe têdikoşin
Çîmen Fîdan di destpêka nirxandinên xwe de bal kişand ser pêvajoya 27’ê Sibatê û wiha got: “Di 27’ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin, ji wê dem ve Tevgera Jinên Azad (TJA), gotinên birêz Ocalan li tevahî deveran, li kolanan, di civînan û hemû platforman de anîn ziman.’’
Çîmen Fîdan bal kişand ser şerên li ser xaka Kurdistanê diqewimin û got: “Li ser Erdnîgariya Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi salan e şerekî kûr tê meşandin. Di van şeran de jî jin berdêlên gelek mezin didin ji lewre jin ji bo azadiya xwe, çanda xwe û nasnameya xwe ya Kurdbûnê di van salên dirêj de têkoşîna xwe berdewam dikin.”
Pergala jinan hûnandina jiyana azad û wekhev esas digre
Çîmen Fîdan bal kişand ser banga 27’ê Sibatê, erkên pêşengiyê ku dikevin ser jinên Kurd û wiha axivî: “Bi destpêkirina pêvajoyê re jinan soza pêşengiyê dan, ji ber di avakirina civaka demokratîk de pergala jinan esas e, dema pergala jinan tê hûnandin, jiyana wekhev, azad, xwezayî dihewîne û diparêze. Di nava civakê de ji aliyê ol, netew, çandê de tu cudahî nîn e, hemû dikarin bi hev re bijîn her wiha çawa ku di navbera her du zayendan de cudahî nîn e, di navbera gelan de jî tu cudahiyek dernakeve holê. Jixwe em jin, bi salan e bedêlên vê yekê didin, li gel wê em têkoşîna vê yekê didomînin.”
Çîmen Fîdan wiha gotinên xwe berdewam kir: “Birêz Abdullah Ocalan di hemû hevdîtinên xwe de, ji bo aştiya mayînde, aştiya bi rûmet ji bo civakek demokratîk got ‘ez bawer im jin wê pêşengiya vê pêvajoyê bikin, jinan heya vê demê gelek bedêl dan, ez di wê baweriyê de me dê vî barî hilgirin û pêşengiyê bikin’ tekez kir jin wê bi felsefeya azadiyê pêşengî bikin.”
Jin bi biryardarî ji bo aştî û jiyana azad têdikoşin
Çîmen Fîdan diyar kir ku jin di warê meşandina têkoşînê de xwedî îdia ne û wiha domand: “Têkoşîna jinan demek dirêj e didome û ev têkoşîn berfirehtir bûye. Di şer de têkoşîn çiqas zehmet be, di pêvajoyên aştiyê de jî têkoşîn zehmet e. Ji bo wê xebatên ji bo aştiyê çiqas mezin bin wê bedelên wê jî girantir bin. Ji ber ku em doza jiyana bi aram dikin. Jin wiha biryadariya xwe nîşan dan.”
‘Yekîtiya jinan û gelê Kurd pir girîng e’
Çîmen Fîdan bal kişand ser yekîtiya jinan û gelê Kurd û nirxandinên xwe wiha domand. “Yekîtiya jinan û ya gelê Kurd pir girîng e. Ji bo wê jî jinan bernameyek derxist, paltform û komcivîna Yekîtiya Jinên Kurd hat lidarxistin, amadekariyên ji bo konferansê hatin kirin. Çima yekîtiya jinan girîng e? Çima encamgir e? Şerekî dijwar û berfireh li Rojhialata Navîn tê meşandin, ev şer li ser xaka Kurdistanê ye, destkeftiyên jinan di van şeran de hatin hedefgiritn. Ji ber ku hêzên navneteweyî, ji bo sedsala pêşiya me dîzayneke nû danîne pêşiya xwe ji bo wê jî di Rojhilata Navîn de vî şerî gurtir dikin.
‘Xwebirêxistinkirin avakirina yekîtiyê wê gelê Kurd rizgar bike’
Çîmen Fîdan bal kişand ser pêlên planên li dijî gelê Kurd û diyar kir ku destkeftiyên heyî di xeterê de ne û wiha got: “Çawa ku di sedsala borî de sînor di nava Kurdistanê de hatin xêzkirin, nexwestin tu destkeftiyên Kurdan çêbibin, dîsa di çarçoveya heman planan de dixwazin destkeftiyên Kurdan bidin windakirin, ji bo wê jî yekîtiya Kurdan girîng e. Tişta Gelê Kurd rizgar bike, xwebirêxistinkirin û avakirina yekîtiya xwe ye. Dema ku jin yekîtiya xwe ava bikin wê pêşengiya yekîtiya gelê Kurd bikin, pêwist e hêzên jin li her çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye û diyasporayê yekîtiya xwe ava bikin, pêşengiyê ji pêvajoyê re bikin, ji avakirina yekîtiya gelê Kurd re jî bibe bingehek.‘’
‘Dengê ji bo yekîtiya jinên Kurd bû bersiva êrîşan’
Çîmen Fîdan êrîşên ku di 6’ê Çileyê de li ser Rojavayê Kurdistanê çêbûn bi bîr xist û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Di 6’ê Çileyê de pêleke berfireh a êrîşan li ser Rojavayî Kurdistanê dan destpêkirin. Dema ku dengê jinan li her çar aliyên Kurdistanê bû yek, yekîtiya gelê Kurd çêbû, li gel sekna birêz Ocalan, ev êrîş rawestiyan.”
‘Em ê pêşengiya xwe bidomînin’
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA), Çîmen Fîdan, Soza pêkanîna Aştî û avakirina Civaka Demokratîk da û bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Em weke jin ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde, avakirina civakek demokratîk, çawa duh têkoşiyan, me rêxistina xwe mezin kir, îro jî em li kolanan in li her deverê ne em rêxistina xwe mezin dikin, di siberojê de jî dîsa em ê pêşengiya vê pêvajoyê bikin.”