Çima rejîma Îranê ji radestkirina cenazeyên muxalifan ditirse?

Li Komara Îslamî ya Îranê, zext bi mirinê bidawî nabe; berovajî wê, dikeve qonexek nû. Hedefa rejîmê ji veşartina cenazeyan û înkarkirina mafê şîna malbatan, mîna beşek ji polîtîkayên rejîme ye ku dixwaze bîra kolektîf a civakê kontrol bike.

NEDA OMÎDVAR

Navenda Nûçeyan – Li Komara Îslamî ya Îranê, kuştina muxalifan ne dawiya pêvajoya zextê ye, berovajî wê, destpêka qonaxa wê ya duyemîn e. Qonaxa yekem, jiholêrakirina fîzîkî ya bedenê ye. Qonaxa duyemîn jî tunekirina wê ya civakî ye. Ev tê wateya veşartina cenaze, nepenîkirina cihê veşartinê, bêparhiştina mafê xatirxwestina ji malbatê re û veguherandina şînê ya ji bo fikareke bêdawî. Ev model ji salên destpêkê yên damezrandina rejîmê di sala 1979’an de hêdî hêdî teşe girt; lê belê bi komkujiya 1988’an û doza Haveranê ve, bû polîtîkayeke bi temamî ya dewletê.

Bi hezaran girtiyên siyasî yekser hatin darvekirin, cenazeyên wan di gorên takekesî û komî yên bê nîşan de hatin veşartin û agahî nedan malbatên wan. Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê û Amnesty International ev komkujî wekî "kuştina girseyî ya veşartî" binav dikin. Rejîm bi zorê kesên hatine darvekirin winda dike, di gorên bê nav de vedişêre û her wiha gorên komî jî wêran dike û bi vê yekê re jî sucên xwe didomîne.

‘Îşkenceyek derûnî û muameleyek hovane’

Beden ne tenê tiştek bêcan e; laş belgeyek e, şahidek e û cihê ku bîra kolektîf lê çêdibe ye. Ger malbat bikaribe cenaze bibîne, nas bike, veşêre û li ber gorê bicive, mirin ji asta "bûyereke ewlehiyê" ber bi asta "karesateke siyasî" ve diçe. Ji ber vê yekê, di doza 1988’an û di doza Haveranê de, dewletê ne tenê red kir ku cenazeyan radestî malbatan bike, di heman demê de şûna cenazeyên ku lê veşatine jî ji malbatan re nehat gotin. Ev dûrketin li gorî qanûna navneteweyî berdewamiya windakirina bi zorê ye. Malbat ji cenazeyên hezkiriyên xwe bêpar bên hiştin û nikaribin rastiyê bibhîzin, ev îşkenceyek derûnî ye û muameleyek hovane ye.

Mantiqa kontrolkirina mirin û vegotinê bi zelalî xuya dike

Di sala 1999’an de, heman mantiq di tevgera Tîr de jî eşkere bû. Ango, zordariya li ser xwendekaran û kontrolkirina cihên bîranînê, hişt ku dewlet di bin navê tedbîrên disîplînî de asta nerazîbûnê ji tevahiya bajêr kêm bike. Di Tevgera Kesk a 2009’an de, her çend modela "windabûna laş" wek sala 1988’an ne ewqas sîstematîk û berbelav bû jî, mantiqa kontrolkirina mirin û vegotinê bi zelalî xuya dike. Dewlet bi zordariyek hovane bi ser xwepêşandanan de çû, kuştinên bêdadgeh, girtinên kêfî û îşkenceyê, krîzek cidî ya mafên mirovan afirand. Li gorî rêxistinên mafên mirovan, malbata kesekî ku di dema Tevgera Kesk de hatibû girtin, bi hefteyan tu agahî jê nedigirtin, di dawiyê de ji mirina wê/wî agahdar dibûn. 

Di 9’ê Gulana 2010’an de, Şîrîn Elemhulî û hevalên wê bi dizî hatin darvekirin

Ev herdu tevger nîşan didin ku her çend dewlet hîn negihîştibe asta "veşartina laş" jî, mirov dibîne ku hêja di destpêkê de li hember "kontrolkirina mirinê" û "kontrolkirina şînê" hesas bû. Ev mantiq di hin dozên darvekirinê yên siyasî û neteweyî de jî tê dîtin. Di 9’ê Gulana 2010’an de, Şîrîn Elemhulî û hevalên wê bi dizî hatin darvekirin; malbatên wan ji darvekirinê bêxeber bûn û dewletê cenazeyên wan nedan.

Her wiha, di sala 2018’an de, sê girtiyên siyasî yên Kurd bêyî ku berê ji malbatên wan re agahdarî bê dayîn, hatin darvekirin. Cenazeyên yek ji wan jî nedan malbatan û li cihekî nenas hatine veşartin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî her wiha li ser girtiyekî din ên Kurd ê ku di sala 2020’an de hatiye dardakirin nivîsandiye. Amnesty diyar kiriye ku dewletê ew bi dizî darve kiriye, malbata wî bê agahî hiştiye û heta ji wan re gotiye ku "serlêdana goristanê bikin". Ev daxuyanî bi awayekî zelal mantiqa gefxur û bêrehm a pergalê nîşan dide.

Pirsa ‘Çima ev fonksiyonek siyasî pêk tîne?’

Pirsa rastî ne ew e ku çima dewletek ji ber "bêrehmî" cenazeyê dijberekî radest nake. Pirs ew e ku çima ev fonksiyonek siyasî pêk tîne. Bersiv di sê tebeqeyan de ye. Tebeqeya yekem înkarkirina îfadeya şahidan e. Ango, ger cenaze neyê radestkirin, otopsiyên serbixwe, belgekirina awayê mirinê û destnîşankirina berpirsyariyê dijwar dibin. Tebeqeya duyem parastina dîsîplîna civakî ye. Ango, malbata ku li cenaze digere neçar dimîne ku ji saziyên ewlehiyê bitirse, bêdeng be û danûstandinên şermîner bike. Tebeqeya sêyem kontrola bîranînê ye. Ango, ger ku gor nenas bimîne an gorên komî werin hilweşandin, îhtîmala veguherîna şînê ji bo berxwedana siyasî kêm dibe.

Tam ji ber vê sedemê ye ku Rêxistina Efûya Navneteweyî tekez kir ku hilweşandina goristaneke komî li Ahwazê di sala 2017’an de, ku tê de termên herî kêm 44 qurbaniyên darvekirinên bêdadgeh hebûn, ne "çalakiyeke avakirinê" bû, hilweşandina delîlên sûcekî li dijî mirovahiyê bû. Înîsiyatîfa Mafên Mirovan veguherandina beşên Behesht-i-Zehra bo parkgehekê di sala 2025’an de wekî berdewamiya mantiqa jêbirina şopên sûc nirxand.

Amnesty: Mafê şînê û zanîna çarenûsê nedane malbatan

Mantîq di komkujiya Mijdara 2019’an de hîn zelaltir bû. Raporek nû ji aliyê Mîsyona Lêkolîna Rastiyan a Neteweyên Yekbûyî û nirxandinên mafên mirovan ve nîşan didin ku hikûmet dixwest "çîroka mirinê" ya xwe binivîse bi dabeşkirina qurbaniyan piştî kuştina xwepêşanderan û dû re bêparkirina malbatên wan ji edaletê. Rapora Tîma Lêkolîna Rastiyan a Rêxistina Efûya Navneteweyî diyar dike ku rayedaran "rastiya li ser xwepêşanderên kuştî" veşartine û malbatan ji mafê şînê û tew mafê zanîna çarenûsa hezkiriyên xwe jî, bêpar hiştine.

Mirina kesek dibe etîketeke ewlehiyê, malbat jî ji mafê şîna giştî bêpar dimîne

Derbarê Mijdara 2019’an de, Komîteya Lêkolîna Rastiyan û belgeyên pêwendîdar nîşan didin ku hikûmet, ji bo dûrxistina ji berpirsyariyê, qurbaniyan bi etîketên wekî "Basîçên sexte", "serhildêr", an "zirara alîgir" dabeş kiriye. Ev tam ew mekanîzmaya siyasî ye ku wekî "anonîmkirina qurbaniyan" tê zanîn; ango, dema ku mirina kesekî dibe etîketeke ewlehiyê, malbata wî jî ji mafê şîna giştî bêpar dimîne.

Di serhildana şoreşgerî ya "Jin Jiyan Azadî" ya 2022’yan de, ev siyaset bi awayekî eşkeretir û tundtir derket holê. Li şûna ku destûr bê dayîn ku bi azadî şînê bigirin, malbatên kesên ku di vê serhildanê de jiyana xwe ji dest dane rastî zextên wekî gazîkirin, binçavkirin, çavdêriya ewlehiyê û gefên li ser goran hatin. Heta, kevirên goran jî hatin wêrankirin û hikûmetê hewl da ku merasîmên salvegerê bi zorê bêdeng bike.

Cenazeyê Nîka Şakaramî ji malbatê dizîn li cihek dûr veşartin

Di heman dosyayan de, malbatan diyar kirin ku hikûmetê ne tenê zarokên wan kuştine, di heman demê de ji ber ku li edaletê digerin jî ceza dane wan. Nîka Shakaramî mînakek pir sembolîk e. Çavkaniyên medyayê û mafên mirovan ragihandin ku cenazeyê wê ji malbata wê "hatiye dizîn" û paşê bêyî razîbûna wan li cihekî dûr hatiye veşartin.

Li vir, laşê kesê kuştî dibe amûrek zilmê; malbat neçar dimîne ku ji bo bidestxistina cenaze an bêdeng bimîne an jî rûreşiyê qebûl bike. Li gorî mantiqa vê rejîmê, laşê qurbanî ne milkê malbatê ye, lê ewlehiyek di destê desthilatdaran de ye.

Rêxistinên mafên mirovan ên wekî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê û Rêxistina Efûya Navneteweyî bûyerên ku malbat li gorên hezkiriyên xwe geriyane belge kirine. Carna ji tirsa ku hikûmet cenazeyan veşêre an jî ji bo berdana wan bertîlan bixwaze, neçar mane ku cenazeyan bi lez û bez li deverên nenas veşêrin. Qutkirina înternetê di rewşên wiha de jî beşek ji heman siyasetê ye; ango, dema ku ragihandin tê qutkirin, mirin bi xwe ji qada giştî tê derxistin.

Hikûmet naxwaze mirov bizanin lu ku şînê bigirin

Aliyek din ê girîng ku li vir were berçavgirtin, wêrankirina goristan e. Hikûmetê bi veguherandina hin beşên Goristana Beheşta Zehra ji bo parkkirinê, bi bandor hestiyên kesên ku di salên 1980’an de hatine îdamkirin, bi rêk û pêk li ser wan digerîne. Ev ne tenê projeyek bajarî ye, di heman demê de hewldanek e ji bo "tunekirina delîlan" û "qutkirina bîranînê". Bi salan e ku malbatên ku beşdarî doza Haveranê de bûne, her gava ku hewl didin bikevin goristanê, bi qedexe, gef û binçavkirinê re rû bi rû mane. Ji ber vê yekê hikûmet ne tenê dixwaze ku mirov bizanin ka kî hatiye kuştin. Ew naxwaze ku mirov bizanin li ku derê şînê bigirin. Li vir mafê şînê dibe mafekî siyasî. Şîna azad civakê diafirîne; civak bîranînê diafirîne û bîranîn jî îhtîmala lêgerîna edaletê diafirîne. Hikûmet tam ji vê zincîrê ditirse. Ji ber vê yekê, li gorî mantiqa xwe, hilweşandina goran ne dawiyek e, berdewamiya kuştinê ye jî.

Ev siyaset di dozên Kurdan de hîn bêtir xuya dike; ji ber ku hikûmet bi piranî Kurdan di çarçoveya "ewlehiya axê" û "gefa siyasî" de dibîne. Ew hem ji ber nasnameya xwe ya siyasî û etnîkî û hem jî ji ber potansiyela ku laşên wan bibin sembola berxwedanê, dibin hedef.

Peyama ‘mirina muxalifan jî di bin kontrolê de ye’

Dema ku biryar li ser tohmetên nezelal ên wekî "şer" an "serhildan" bû, ne li ser çalakiya çekdarî bixwe, armanca rastîn pir caran ji cezayê qanûnî wêdetir diçû. Ew nîşandana hêzê, rêyek ji bo tirsandina kêmneteweyan û hestek bêhêvîtiyê bû.

Di encamê de, dikare bê gotin ku redkirina radestkirina cenaze di vê rejîmê de ne "hêmanek duyemîn a tundiyê" ye, stûnek navendî ya wê ye jî. Bi vî rengî, hikûmet edaletê bi derengî dixe, çîrokê didize, zextê li malbatê dike, gorê ji hişê wan dike û peyamekê ji civakê re dişîne ku heta mirina dijber jî, di bin kontrola desthilatdaran de ye.