Çima pêşketin nêrîna civakê ya li ser jinan naguherîne? – GOTAR

Li çar aliyê dinyayê serkeftina mêran wekî destkeftiyek xweser tê dîtin, di heman demê de ji jinan her gav tê xwestin ku “destkeftiyek civakî” ya paralel bi şiklê zewacê lê zêde bikin. Rewşa zewaca jinê mijarek giştî ye.

HENAN HARÊT

Navenda Nûçeyan – Çend roj berê, hevaleke min ku dizane eleqeya min bi pirsgirêkên jinan re çiqas zêde ye, bi riya WhatsAppê ji min re peyamek şand. Di peyamê de jineke ciwan a Çînî ku di vîdyoyekê de di nav ‘bazara zewacê ya heftane’ ya de digiriya, heye. Dîmena ku jineke 38 salî nîşan dide, piştrast dike ku karekî wê yê sabît e û dahatiyek bilind a salane ya bi qasî milyonek Yuan heye. Ev jin, dibêje ku ev êdî ji bo dîtina hevjînek jiyanê têr nake, tenê ji ber ku temenê wê ji 30 salî zêdetir e.

Ez tenê wekî dozeke takekesî ya derbasbûyî li ser çîrokê rawestiyam, lê ew ji min re wekî xaleke destpêkê ji bo pirsek li ser têkiliya di navbera pêşketina aborî û berdewamiya stereotîpan de xuya bû ku nirxa jinan ji bo zewacê kêm dikin.

Têgeha ‘Şeng nu’ an ‘jinên mayî

Li Çînê, ku di dehsalên dawî de bûye duyemîn aboriya herî mezin a cîhanê û geşbûnek pîşesazî û teknolojîk a berbiçav bi dest xistiye, zexta civakî li ser jinên nezewicî hê jî xurt e. Ev yek heta di zimanê civakê bi xwe de jî, bi rêya têgeha “Şeng nu” an “jinên mayî”, îfadeyek bi wateyên neyînî ku têgîna domdar nîşan dide. Gotinek ku nirxa civakî ya jinê bi zewacê di temenek diyarkirî de temam dibe. Îro tiştê li vir ew e ku jina di dîmen de ne jineke xizan an jî dûrketina civakî ye. Her wiha jineke serkeftî û serbixwe ya darayî ye. Lê dîsa jî, vê serkeftinê ew ji standardeke civakî neparastiye ku hê jî rewşa zewacê wekî pîvana “têrkerî” an “temambûnê” dide pêş.

Jinên ji 30 salî mezintir bi şîroveyên veşarî an jî awirên civakî re rûbirû dimînin

Ev paradoks ne tenê bi Çînê re heye. Li Mexrîbê mîna gelek welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê, jinan di dehsalên dawî de di perwerdehiyê, bazara kar û beşdariya di jiyana giştî de destkeftiyên girîng bi dest xistine. Lê van veguherînan bi tevahî dawî li domandina nêrîna civakî ya kevneşopî neaniye ku zewac û dayîktiyê dike navenda nirxandina rewşa jinê. Çend jinên serkeftî yên pîşeyî an akademîk hê jî bi heman pirsê re rû bi rû dimînin, “Tu kengî dê bizewicî?” Û çend jinên ji 30 salî mezintir xwe bi şîroveyên veşartî an jî awirên civakî re rû bi rû dibînin. Biryarên amade hildigirin, mîna ku rêya kariyera wan an jî hilbijartinên wan ên kesane bi tena serê xwe têr nakin ku bi tevahî nasnameyek civakî bidin.

Di vê çarçoveyê de, civakên li herêma me îro di navbera modernîteya madî ya ku bi lez bipêş dikeve û kevneşopiya çandî ya ku bi heman leza naguhere de asê mane. Jin di zanîngehan, bazara kar û saziyên biryardanê de bêtir amade bûne. Lê xeyala civakî bi vê veguherînê re negihîştiye û berdewam dike ku stereotîpan ji nû ve hilberîne ku jinbûnê bi zewacê re wekî qonaxek mecbûrî di jiyana jinê de girêdide. Ev pirsek kûrtir derdixe holê: Gelo pêşketina aborî bi tena serê xwe têrker e da ku avahiyên çandî biguherîne? Rastî nîşan dide ku bersiv tevlihev e. Pêşveçûn nîşaneyên madî diguherîne, lê ew bixweber têgihîştinên civakî yên kûr, nemaze yên bi zayend û rolên zayendan ve girêdayî, ji nû ve naşêwirîne.

Wekhevî ne tenê bi rêya perwerde û kar tê bidestxistin

Ji Çînê bigire heta Mexrîbê û ji Rojhilatê Asyayê bigre heta Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê, heman pirsgirêk dubare dibe. Her çend di çarçoveyên cûda de be jî: Çima serkeftina mêran wekî destkeftiyek xweser tê dîtin, di heman demê de ji jinan her gav tê xwestin ku “destkeftiyek civakî” ya paralel bi şiklê zewacê lê zêde bikin? Û çima rewşa zewaca jinê mijarek giştî ye û dibe mijara nirxandin û hesabdayînê ye, ne ku hilbijartinek kesane ye?

Dîtina jina Çînî ya ku di ‘bazara zewacê’ de digirî ne tenê kêliyek hestyarî ya dilşewat bû. Her wiha deriyek bû ji bo têgihîştina nakokiya xwerû ya di navbera pêşketina aborî û leza hêdî ya veguherîna çandî de. Ev yek destnîşan dike ku wekhevî ne tenê bi rêya perwerde û kar tê bidestxistin, di heman demê de bi rêya ji nû ve pênasekirina statuya jinan li derveyî normên pêşwext hatine damezrandin, naskirina wan wekî welatiyên tam ên ku jiyana wan ne bi rolek yekane ve sînordar e, hilbijartin û rûmeta wan bi kiryarên wan bi xwe tê pîvandin, ne bi fermanên civakê.

*Rojnamevana Mexrîbî