Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya me bi mewzûatekî aştiyê heye – GOTÛBÊJ
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar got “Pêdiviya me bi mewzûatek aştiyê heye” û bal kişand ku di şûna avakirina gotina ‘nabe’ de, divê her kes bi lez û bez ji aliyê aştiyê ve helwest nîşan bide û ev bi qasî gavên ku dewlet bavêjin girîng e.

ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn deriyê pêvajoyekê nû vebû. Abdullah Ocalan di banga xwe de bi gotinên “Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dilxwazî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bidin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike” bang li PKK’ê kir.
Bandora bangê ya li ser pêvajoyê
Banga Abdullah Ocalan deng veda û ev gav ji aliyê PKK’ê ve jî bersiv girt. Ev bersiv her çiqas ji bo kesên ku li bendewariya bidawîbûna pêvajoyê bûn hêviyan şikandibe jî, ji bo civaka demokratîk û di mijara bihevrebûna Kurdan a bi gelên din ên hatine piştguhkirin a li Tirkiyeyê ya di pêvajoya nû de, bandorek girîng ava kir.
Dema ku nîqaşên li ser kongreyê didomin, ji aliyê din ve jî desthilat pêvajoyê çawa pênase û binav dike, kîjan gavan dê kengê bavêje, mijarên ku tên meraqkirin e. Di van rojên ku xala pirsê her roj zêdetir dibe de, Devlet Bahçelî pêşniyar kir ku li Meclîsê di bin navê “Stratejiya bê teror a sedsala nû ya Tirkiyeyê; yekîtiya netewî û piştevaniyê” de komîsyonek bê avakirin. Bi vê pêşniyarê re, rojeva rola ku dê Meclîs bilîze jî, bi awayek lezgîn derket holê.
Derbarê çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd, girîngiya avakirina pêşerojek hevpar a li ser mafên wekhev, pêvajoya ku bi banga Abdullah Ocalan teşe girt û tiştên ku divê bên kirin de, em bi Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar re axivîn.
‘Gavek wêrek e’
Çîgdem anî ziman ku pêvajo pir zû dimeşe û vê pêvajoyê wek gavek ku di hêla çareseriya pirsgirêka Kurd de dereng hatiye avêtin binav kir. Çîgdem banga 27’ê Sibatê wek gavek bi wêrekî hatiye avêtin pênase kir û wiha got: “Bangek pir wêrek û dikare li Tirkiyeyê rê li ber demokrasiyê veke bû. Piştre mîna ku Birêz Ocalan anî ziman, hem biryara çekberdanê hem jî biryara fesihkirinê, di aliyê avakirina demokrasî û aştiyê ya li Tirkiyê û Rojhilata Navîn pêşveçûn li ber çav hatine girtin û hatiye avêtin, gavek bihêz wêrek û dikare bersiva wê ya civakî jî bide ye.”
Çîgdem da zanîn ku çareseriya pirsgirêkê bi perçekirina welêt tê aşkerakirin û anî ziman ku ev helwesta îdeolojîk, dînamîkên ku dikarin di pêvajoyê de berpirsyarî bigirin, sînordar dike. Çîgdem diyar kir ku bangê û helwesta PKK’ê, vê navberê kêm kiriye û got ku di heman demê de, herdu pêşketin jî di hêla girtina berpirsyariyê de vexwendinek di nav xwe de dihewînin.
‘Xwedî derketina li pêvajoyê’
Çîgdem got ku “Yek ji meseleyên di nav pêvajoyê de herî zêde tên axaftin jî, birêxistinkirina aştiya civakî ye. Di tecrubeyên dinyayê de gelek metodên avakirina vê yekê hene. Hatine ceribandin lê li Tirkiyê dibêjin ka ewê çawa bibe. Li Tirkiyê civak gelek li derveyê meseleyê tê girtin.
Çîgdem ji bo pirsa ‘Dikare çi bê kirin?’ bi van gotinan bersiv da: “Partiya me û DEM Partiyê, ji destpêka ku ev bang hatiye kirin ve civînên gel lidar xistin. Armanca yekem a van civînan, famkirinek rast a bangê bû. Di aliyê wê serdemê de hem ji ber ku pêvajo zû bipêş ket hem hikûmetê daxuyaniyên zelal nedan, hişê mirovan tevlihev bû. Hê jî li gor me em bi rewşeke wiha re rûbirû ne. Me civînên gel çêkirin. Herdu partiyan jî, çend hedef dan pêşiya xwe. Çûyîna serdana rêxistinên civakî yên sivîl û pêşengên civakê, hevdîtinên bi jinan re, pêşengkirina ciwanan a ji bo pêvajoyên demokratîk çend ji van hedefan bûn û niha jî em gav bi gav pêk tînin. Pêwîst e li Tirkiyê Meclîs, partiyên siyasî yên li Meclîsê, partiyên siyasî yên di Meclîsê de nînin, rêxistinên civakî yên sivîl, tevgerên kedê û jinan, pêwîst e bi tevahî ji bo ku ev pêvajo bi aştiyê bidawî bibe, Tirkiye demokratîk bibe, divê xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Ev, civakîbûna herî mezin e.”
‘Divê soza aştiyê bê dayîn’
Çîgdem anî ziman ku ji aliyekî ve bêdengiyek xuya dike û wiha pê de çû: “Em dizanin ku gotinên rewşembîr û akademîsyenan çiqas bandor dikin. Em dizanin ku xwedîderketina xurt a tevgera jinê dê bayek çawa rake. Fikarek wiha heye; rewşên neyînî yên di pêvajoyên borî de û pratîka desthilatiya AKP’ê ya 23 saleyî, mixabin li pêşiya vê yekê bû asteng. Lewma jî em dibêjin ku; girîng e em zorê bidin ser desthilatiyê û avêtina gavan lê ferz bikin. Lê ger ku em tenê ji desthilatiyê hêviyan bikin, dibe ku ev pêvajo bi kêşeyan bifetise jî. Lewma jî em dibêjin civak hê jî gelek diyarker e. Civak diyar dike, dewlet û desthilatî jî ji pêkanîna vê yekê berpirsyar e. Ji ber vê yekê, xwedî derketina li vê hêzê û her gotinek ku ji bo aştiyê bê gotin, tê wateya civakîbûna meseleyê.”
Çîgdem diyar kir ku pêwîst e partiyên siyasî yên li Tirkiyê jî di nav xebatek de bin û got ku ew partî ji girseyên xwe re qala aştî û banga civaka demokratîk bikin, dê herî kêm bi qasî gavên ku dewlet bavêje, hêja bin.
‘Refleksa desthilatiyê nediyarkirina pêvajoyê ye’
Tecrubeya pêvajoya 2013-2015’an bi awayek jî nîşan dide ku li Tirkiyê divê pêvajo çawa bê meşandin. Çîgdem diyar kir ku gelek peywirên ji wê serdemê ve mane hene û balkişand ser lezgîniya avakirina komîsyonek li Meclîse. Çîgdem wiha got: “Dİ sala 2013’an de Birêz Ocalan dîsa Meclîsê wek adres nîşan da û anî ziman ku komîsyon pêdiviyek girîng in. Ev jî, sernavên nîvco mayî yên nekarî bên temamkirin bûn. Lewma jî divê em pêvajoyek wisa ava bikin ku di vê serdemê de em nekevin tevliheviyan. Herkes bi berpirsyariya xwe tevbigere, bi vî awayî dê çareserî an jî aştiyek mayînde pêk bê.”
Çîgdem destnîşan kir ku desthilatî refleksek ji bo vê pêvajoyê zêdetir nediyar bidomîne de ye û wiha got: “Helwesta MHP’ê jî, hinek sernavên derbarê tiştên dê bên kirin de dihewîne. Ev komîsyon, yek ji erkên herî girîng ên hem desthilatiyê, hem muxalefetê hem jî Meclîsê ye. Bi rastî, ev berpirsyariya Serokê Meclîsê ye jî.”
Bendewariyên ji hêzên navnetewî
Çîgdem Kiliçgun Uçar, li ser hêza dînamîkên navnetewî jî rawestiya, diyar kir ku pirsgirêk tenê bi Tirkiyê re sînordar nîne, bandorê li erdnîgariyek mezin dike. Çîgdem wiha got: “Kurd ji îro û pê de ne tenê miletek xwedî zimanek cuda, xwedî nasnameyek cuda ne. Ew, bi rastî sîstemek ku vîna jiyana azad a hevpar nîşan dide, dighînin pêşerojê. Çareseriya pirsgirêka Kurd dê bandorek mezin bike. Her gavek ku hêzên navnetewî dê bavêjin, her rolek çêker a ku dê bilîzin, gelek diyarker e. Mînak di paşerojê de, di meseleya Îrlandaya Bakur de rêberê partiya Sinn Féinê vexwendin Qesra Spî. Yekîtiya Ewropayê jî di vê pêvajoyê de rolek çêker lîst, oldaran gotna xwe kirin yek. Ev bû sedem ku hem pêvajo leztir bimeşe hem jî di civakbûnê de rolên girîng bilîzin. Lewra gotina ku hemû dînamîkên navnetewî li ser lihev bikin, gelek hêja ye. Di vê hêlê de bendewariyek jî heye.”
Çîgdem ji aliyê din ve jî balê kişand ser êrîşên Îsraîlê û hêzên navnetewî yên ku bêdeng dimînin. Çîgdem ev tişt gotin: “Bêdengiya van dînamîkên navnetewî yên ku li hember êrîşên Îsraîlê nîşan didin, bi rastî jî di aliyê dîroka mirovahiyê de tengasiyan ava dike. Yekîtiya Ewropayê an jî Neteweyên Yekbûyî di aliyê serdema nû de jî divê xwe nû bikin, divê berpirsyariyên xwe yên dîrokî bicîh bînin. Lê ev tişt nehatin kirin, lewma jî valahiyên mezin çêbûn. Ji bo ku ji nû ve bikaribin xwe pênase bikin û li gor rihê vê demê pêk bînin, divê pênasekirin û pratîkan bicîh bînin. Pêdiviya wan bi van tiştan heye.”
Çîgdem di dawiya axaftina xwe de banga “di çareseriya pirsgirêka Kurd de hemû kes bila ji bo welatek demokratîk û aştiyane, gotina xwe bikin yek” kir.
‘Zimanê medyayê pir dûrî aştiyê ye’
Ji bo pêşketina pêvajoyên çareseriyê û çêbûna nîqaşên erênî, rol û piştgiriya medyayê gelek girîng e. Çîgdem Kiliçgun Uçar, dema ku dibêje medya diyarker e, balê dikşîne ku hê zimanê aştiyê çênebûye û wiha didomîne: “Medya mekanîzmayeke girîng e û bi çi awayî bi kar bînin, civak ji bo wê amade dibe. Mixabin îro zimanê medyayê, ji xizmeta ji bo pêvajoya çareseriyê pir dûr e. Dem bi dem rojevên partiyên siyasî, kêmasiyên ku di muzakereyên demên berê de derketine hene lê pêdivî di pêvajoya niha de bi zimanê ku piştgiriyê bide çareseriya pirsgirêkê heye.”
‘Divê gotinên ku deriyên pêvajoya nû vekin werin gotin’
Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku hinek partiyên siyasî yên meclise, bi taybetî jî Îyî Partî jî din av de, di nefamkirina rastiya meseleye de îsrar dikin û wiha domand:
“Tu kes nikare bibêje çaresernekirina pirsgirêka Kurd, tenê meseleya Kurdan û gelên din ên ji derve hatine hiştin e. Partiyên siyasî yên li meclise, rêxistinên civaka sivîl, têkoşîna jinan, êdî baş dizanin neçareseriya meseleya Kurd, çiqas dem û nirxan bi vî welatî daye windakirin. Pêdivî bi zimanê ku vê yekê bibîne û bibêje heye. Mixabin hinek mijar ji rastiya xwe pir dûr tên nîqaşkirin.
Mînak; li cihê ku behsa çareserî û aştiyê bikin, çareserî û aştiyê gef dibînin ev pir bi xeter e. Aştî hegemonyayê naafirîne. Her gotina ku medya û partiyên siyasî bibêjin divê deriyê pêvajoyeke nû veke. Ne tiştên berê nîşan bide, balê bikşîne ser tiştên nû. Em hê di wê merheleyê de nîn in lê hewldana me jinan û partiya me ew e ku em hinek di vê mijarê de hevpar bin.”
‘Rejîmeke ku Kurdan red dikir hat avakirin’
Di van demên dawî de di medyayê de pêvajo di navbera Peymana Lozanê û Makezagoa 1924’an de bi awayê asêkirî tê nirxandin. Li ser vê yeke Çîgdem Kiliçgun Uçar, vê nirxandinê dike:
“Xwezila bi qasî em behsa Peymana Lozanê dikin, me behsa aştiya ku pêdiviya welat pê heye bikira. Mixabin em ber bi vê yekê ve neçûn. Li ser Lozanê hebûna nêrînên cuda pir asayî ye. Dema em li dîroka sedsalî dinerin dibînin ku Kurd li cihê Tirkîtiya ku hatiye afirandin e… Dema em li zoriyên ku nasnameyên cuda kişandine dinêrin dibînin ku divê rexnekirina Lozanê were famkirin. Peymana Lozanê bi xwe bûye sedem ku Tirkiye di qada navneteweyî de bibe rojev. Belê divê em vê bipirsin: Ger Peymaneke Lozanê ya Kurdan jî nas dike û pênase dike hatibûya îmzekirin dê di qada navneteweyî de li ser serxwebûna Tirkiyeyê bandoreke çawa çêkira? Divê were gotin ku Peymana Lozanê têkiliya dîrokî ya ku gelê Kurd demên berê bi dewletê re danîbû ji nedîtîve hat, dûre jî rejîmeke ku red û înkar dike ava kir. Ev rewş ji aliyê gelê Kurd ve nayê nîqaşkirin lewre hem ji aliyê nasnameyên xwe ve hem jî mafên xwe ve, xwedî tu maf û temînatê nîn in. Niha em naxwazin vê meseleye bikeve pêşiya nîqaşên aştiyê lê ji bo ku pêvajoya aştiyê ya çêbibe bi temamî zelal be divê hinek tişt vekirî bin.”
‘Pêdiviya me bi bingeha ku Lozanê derbas dike heye’
Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ku li cihê Peymana Lozanê, pêdiviya Tirkiyeyê peymaneke civakî ya demokratîk û welatîbûna wekhev esas digre heye û divê li ser vê were axaftin û wiha berdewam kir: “Ev ne weke tişteke ku provoke dike yan jî derbe li pêvajoyê bide, dijberî wê ji bo pêvajo baş bidome divê were axaftin. Makezagona 1924’an jî Lozan bi xwe jî ji bo pêvajoya nû, ji bo Tirkiyeyê hem jî avakirina aştiyê kêm dimîne. Pêdivî bi nîqaş, fikrên nû yên ku Lozanê, makezagona 1924’an derbas dikin heye. Astengkirina vê yekê tê wateya ku Tirkiye sedsaleke din a ji nirxên demokratîk dûr dubare bike.”
‘Pêdiviya me bi mewzûata aştiyê heye’
Her kes bi meraq dinêre ka avakirina bingehek wiha û avêtina gavan dê çawa û bi çi awayî be. Çîgdem Kiliçgun Uçar têkildarî vê wiha dibêje:
“Em difikirin ku di warê pênaseya pirsgirêkê de cudahî hene. Ji ber wê li gorî min gava yekem a were avêtin ew e ku di warê pirsgirêka Kurd de hevpariyek hebe, di navbera partiyên siyasî de. Nabe ku ev weke pirsgirêka terorê were dîtin. Ev yek pirsgirêka demokrasiyê ye, pirsgirêka welatîbûna wekhev e, em dikarin gelek pênaseyên din jî bikin. Ji bo vê pêvajoyê bi awayekî baş were meşandin divê destpêkê hûn mercên birêz Ocalan ê ku we ji bo pêvajoyê berpirsyarî daye ser baş bikin. Niha ji Îmraliyê meseleyeke wiha mezin çareser nabe. Hikumeta AKP’ê û Wezîrê Edaletê di mewzûatê de xitimîne. Gelo dibe hûn meseleyeke ewqas dîrokî bi mewzûateke ku têra vî welatî nake şîrove bikin? Tişteke pir hêsan e, hûn ê mewzûatê biguherînin. Pêdiviya me bi mewzûateke aştiyê heye. Li cihê gav werin avêtin, gotinên ku bi hincetên dibin sedema nekirina tiştan, di rastiyê de yek ji tiştên herî bi xeter e. Ji ber wê divê mirov li ser tiştên ku dikarin bibin biaxive. Mafê hêviyê, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, ji bo Tirkiyeyê derbasdar in. Tiştek ku hatibe pênasekirin divê were pêkanîn.”
‘Divê sererastkirin guhertin çêbibin’
Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser girtiyên siyasî û dozên ku hê jî didomin û gavên ku divê werin avêtin wiha pênase kir:
“Li Tirkiyeyê gelek siyasetmedarên ku hatine girtin, siyasetmedarên Kurd in lewre di hiqûqa vî welatî de Kurd tune ne. Gelo dibe ku hûn di hîqûqeke ku hûn tê de nîn in de werin darizandin, ceza bigrin? Pêdiviya me bi pergaleke demokratîk, adil heye. Ev yek jî bi guhertina zagonan çêdibe. Ne rast e ku îro em yek bi yek behsa bendan bikin, pêdivî bi kamilbûna pêvajoyê heye, bi guherînên zagonî û hiqûqî heye. Ya herî girîng girtiyên nexweş in, birîna mezin a gelê Kurdistanê ne. Biryara ku Saziya Tiba Edlî li ser girtiyên nexweş daye, ne însanî, ne siyasî ne jî wijdanî ye. Li vî welatî darbesta ku ji cenazeyê di nav de xwîn diherikî anîn Kurdistanê. Destpêkê divê girtiyên nexweş demildest werin berdan. Dozên ku rêveber û nûnerên gelê Kurd ji wan tên darizandin, mesela Doza Kobanê, yek ji dozên diyarker e. Doza KCK’ê jî wisa. Van herdu dozan jî nîşaneyên nepejirandina siyaseta demokratîk in. Ji ber wê hem ji bo pejirandin siyaseta demokratîk hem rêvekirinê, guherînên zagonî pir girîng in.”
‘Divê di demek nêz de komsîyon were avakirin’
Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku yek ji mijarên herî girîng komîsyona ku tê xwestin li meclisê were avakirin e û wiha domand: “Beriya ku zêde dem derbas bibe divê komîsyonek ku hemû partiyên siyasî tê de bin li meclise were avakirin lê ez dibêjim ku tenê bi wê derê divê bi sînor nemîne. Divê pêşeng û rûspiyên olî, rewşenbîr jî di nav de bin. Divê mirovên ku bi çavekî rexneyî li dîrok, hiqûq û makezagona vî welatî binêrin û ji bo zagonên adil nîqaş bikin di komîsyonê de hebin, peywir bigrin. Ev yek dê bibe faktora ji bo lezkirina pêvajoyê.”
‘Bicihanîna pêdiviyên ji bo bangê pir girîng e’
Çîgdem Kiliçgun Uçar, herî dawî wiha got:
“Em di demên pir hêja de ne. Demeke wisa ye ku divê me ne ji dest berdin ne jî winda bikin. Vê demê ji bo me hemûyan banga berpirsyariyê ye. Pir eşkere ye ku ev mesele tenê Kurdan têkildar nake, di serpêhatiyên sed salan de bi gelê Kurd re gelên din jî êş kişandin û birêz Ocalan bi vê banga xwe deriye rizgariya ji van êşan vekiriye. Ji ber wê divê mirov guh bide vî bangî û berpiryariyên xwe bi cih bîne. Lewre vê bangê ne tenê ji bo gelê Kurd û dewletê ye, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê ye. Divê em vê banga hêja jiyandar bikin, rê û rêbazên gihîştina aştiyê em hemû bi hev re ava bikin.”