Çîgdem Kiliçgun Uçar: Me xwest em bi koma 30 kesî re vegerin lê bingeha hiqûqî tune ye

Çîgdem Kiliçgun Uçar a li Şikefta Casenê bû şahida merasîma şewitandina çekan a Koma Civaka Demokratîk, got: “Me xwest em bi heyeta ji 30 kesan pêk dihat re ji bo tevlî siyaseta demokratîk bibin vegerin, lê bingeha hiqûqî tuneye.”

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed- Gelên Tirkiyeyê şahidî ji rojên dîrokî re dikin. Li ser bangên 27’ê Sibatê û 9’ê Tîrmehê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, duh Koma Aştî û Civaka Demokratîk li Şikefta Casenê ya li bejahiya Silêmaniyê çekên xwe şewitand.

Rojnameger, siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, hunermend û malbatên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan tevlî merasîmê bûn.

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî şahidî ji wan kêliyên dîrokî re kir. Em bi Çîgdem Kiliçgun Uçar a ji Silêmaniyê vegeriya û di saetên sibehê de gihîşt Amedê re axivîn.

‘Em bi hêviya pêvajoya nû çûn Silêmaniyê’

Çîgdem Kiliçgun Uçar got ku ew ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê bi 4 otobusan derketine rê, diyar kir ku wesayîda ew tê de bûyê zêdetirî wê rojnameger tê de hebûne, di dema rêwîtiyê de bi rojnamegeran re sohbetên dirêj kirine û wiha got: “Hevalên me yên rojnameger gelek ji wan ji salên 1990’î, 2013 û 2015’an de şahidî ji pêvajoyên çareseriyê re kiribûn. Em hem bi hêviyên şikestî yên wê demê hem jî bi hêviya dema nû çûn Silêmaniyê. Bi baweriya ku em ne li ser tiştên hatine jiyîn ji nû ve biaxivin, li ser pêkhatina aştiya mayînde û demokrastiyê em çûn wê dere.”

‘Di destek de sembola aştiyê di deste din de jî sembola têkoşînê’

Çîgdem diyar kir ku saetên sibehê gihîştine Silêmaniyê, rastî tedbîrên ewlekariyê yên zêde hatine û wiha domand: “Hem ji rêveberiya herêmî hem jî ji Tirkiye û Ewropayê gelek rojnameger hatibûn. Koma gerîlayên PKK’ê ya ji 30 kesan pêk dihat ji bo çekên xwe îmha bikin, ji nava gelî, ji cihekî bilind hêdî hêdî daketin jêr. Çavên her kesê li ser wan bû. Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ku ji heyetê re pêşengî dikir, di destek wê de kaxizeke spî ku sembola aştiyê bû hebû, di destê din de jî çeka wê ya ku li dijî înkar û îmhayê bi hevalên xwe yên şervanên azadiyê re pê têkoşiyabû hebû.”

Çîgdem diyar kir ku di 27’ê Sibatê de banga hat kirin, di 5-7 Gulanê de kombûna Kongreya PKK’ê, di 9’ê Tîrmehê de vîdeoya Abdullah Ocalan û herî dawî jî merasîma şewitandina çekan, pêşketinên girîng ên vê pêvajoyê bûne.

‘Di metnê de destnîşankirina du xalan hebû’

Çîgdem, axaftina xwe wiha domand: “Bêguman hestên pir cuda hebûn. Gelek kesên ku zarok û malbatên xwe di şer de winda kirine amade bûn. Di metnê de du xalên ku bal kişandibûn ser wan hebûn. A yekemîn famkirina vê nirxa dîrokî, ya duyem girîngîdayîna daxuyaniyê û li beramberî vê daxuyaniyê gavên bihêztir. Aliyekî gavek davêje, aliyê din gavek ji bo vî gavê bi hêz bike davêje. Em niha di wê pozîsyonê de nînin. Belê gelek tiştên ku hikûmet û dewlet bike hene. Li aliyê din tiştên ku civak jî bike hene.”

Çîgdem, balkişand ser girîngiya guherînên hiqûqî û zagonî yên di vê pêvajoyê de werin kirin û got: “Ger bingeha hiqûqî hebûya, dewletê ewqas xwe giran nekira, piştî şewitandina çekan me dixwest em bi 30 endamên PKK’ê re ji bo siyaseta demokratîk vegerin. Lê ji ber ku bingeha hiqûqî tunebû mixabin, vegeriyan mekanên xwe, berê xwe dan çiyayan.”

‘Di dema nû de divê her kes beşdarî xebatê bibe’

Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ku di pêvajoya nû de divê her kes beşdar bibe û destekê bide pêvajoyê. Çîgdem Kiliçgun Uçar wiha domand: “Îfade û helwesta koma ji 30 kesan pir zelal bûn. Diyar kirin ku ew amade ne di vê pêvajoyê e ji bo avakirina civaka demokratîk her berpirsyariyê bigrin ser xwe. Em hemû xemgîn in lê ewqas jî bûn şahidên pêvajoyên berxwedêr. Ev pêvajo ne tenê ji aliyê Tirkiyeyê ve, ji aliyê şoreşger, sosyalîst, jin û hemû aliyên li Tirkiyeyê dijîn ve weke pêdivî tê dîtin. Di daxuyaniyê de ev dihat gotin, di pêvajoya nû de her kes divê beşdar be, xwe aydê jiyana demokratîk hîs bike.”

‘Ez ji her kesê dixwazim li vê pêvajoyê xwedî derkevin’

Çîgdem Kiliçgun Uçar got ku nêzî 100 salan e cihê Kurd û Elewiyan di hiqûqa Tirkiyeyê de tuneye, tiştên îro tên jiyîn encamên vê yekê ne û wiha bidawî kir: “Me sedsaleke bê hiqûq û zagon derbas kir. Vê serdemê hem bi wesîleya ku sedsala duyem e hem jî pêşketinên li Rojhilata Navîn çêdibin, hem jî bi îsrara ji bo aştiyê ya tevger Kurd re, derfêtên pir girîng û dîrokî çêbûne. Birêz Ocalan balê dikşîne ser nirxandina van derfetên dîrokî. Divê êdî xwedî li vê yekê were derketin, ez ji her kesê dixwazim xwedî li vê pêvajoyê derkevin.”