Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em ê di nav têkoşînekê de bin ku gavan bi dewletê bidin avêtin

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) îro li bajarê Sêrtê bi gel re civiya. Di civînê de Hevseroka DBP’ê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî û got: “Birêz Ocalan di bin şert û mercên tecrîdê de ji bo avakirina aştiyê xebat dimeşîne.”

Navenda Nûçeyan – Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bi dirûşma 'Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin' li Sêrtê dest bi kombûnên gel ên ji bo du rojan kir. Şandeya ku Hevseroka DBP’ê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî di nav de ye, destpêkê li Baxçeyê Çayê yê Mezopotamyayê bi welatiyan re civiya.

Piştî sohbetên bi welatiyan re, Çiğdem Kılıçgün Uçar axivî û destnîşan kir ku gelê Kurd bi salan e ji bo demokrasî û aştiyê têdikoşe. Çiğdem Kılıçgün Uçar, bal kişand ser girîngiya îradeya ku ji 27ê Sibatê ve hatiye nîşandan û diyar kir ku daxwaza demokrasiyê ji bo Kurdan ne tiştekî nû ye.

‘Daxwaza demokrasiyê ji bo Kurdan daxwazeke nû nîn e’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku di civînê de li ser pêvajoyê nirxandin kir û anî ziman ku Kurd ji bo avakirina demokrasiyê têdikoşin û wiha got: “Ji 27’ê Sibatê vir ve vîneke derketiye holê. Daxwaza demokrasiyê ji bo Kurdan daxwazeke nû nîn e. Birêz Ocalan di bin şert û mercên tecrîdê de ji bo avakirina aştiyê xebat dimeşîne. Tekez e ku polîtîkaya 100 salî ya înkar û asîmîlasyonê dê nikaribe berdewam bike. Li Rojava ji aliyê hêzên navdewletî ve şer li ser Kurdan tê ferzkirin. Lê pergala Rojava ya şer nîn e ew aştiyê tercîh dikin. Avakirina aştiyê ya bi Tirkiyeyê re jî gengaz e. Ev bi gavên wêrek têne kirin. Birêz Ocalan roja 27’ê Sibatê bang kir. Ev gav ji bo ku li şûna çekan rê li ber bingeha siyaseta demokratîk vebibe hat avêtin. Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de got ‘Ji bo ku civakên bi kîn û hêrs karibin biguherin, pêdivî bi nirx û ramanên exlaqî yên pir mezin hene.’ Polîtîkaya 100 salî ya înkar û asîmîlasyonê bû sedema qeyraneke kûr a rêveberiyê.”

‘Em ê birêz Ocalan li ser maseya muzakereyê bi tenê nehêlin’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser muzakereyên ji bo aştiyê û têkoşînê têne meşandin û wiha domand: “Ji aliyê aqilê dewletê ve li şûna nêzîkatiya sed salî ya înkar û îmhayê, avêtina gavên demokratîk pêdiviyeke lezgîn e. Divê biryarên DMME’yê werin pêkanîn. Rewşa girtiyên nexweş jî bi heman rengî ye. Sedsala nû ya vî welatî bi gavên wêrek ên ku dewlet biavêje ve girêdayî ye. Em ê Birêz Ocalan li ser maseya muzakereyê bi tenê nehêlin. Em ê di nav têkoşînekê de bin ku gavan bi dewletê bidin avêtin. Di vê çarçoveyê de em 4 mitîngên mezin li dar dixin. Ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û avêtina gavên demokratîk, em ê li qadan bin. Em ê paşeroja demokratîk a vî welatî bi hev re ava bikin.”