Çîgdem Dogû: Bi pêngava ”Niha dema jinê ye” wê pêvajoya avakirinê ya pozîtîf bê mezinkirin
Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû destnîşan kir ku bi pêngava ”Niha dema jinê ye” ya KJK’ê dê pêvajo ji qonaxa negetîf derbasî qonaxa avakirinê ya pozîtîf bibe.
Navenda Nûçryan – Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû di bernameyeke taybet a li televîzyona Medya Haberê de bûyerên di rojevê de ne nirxand. Hevpeyvîna bi Çîgdem Dogû re bi vî rengî ye:
*Bi ser banga aştî û civaka demokratîk a ku Rêber Apo di 27'ê Sibata 2025'an de kiribû re salek derbas bû, lewma cara duyemîn banga 27'ê Sibatê kir. Yanî Rêber Apo bi vê hincetê nirxandina "Daketin-derketin, tansiyon û krîz demkî ne, demokrasî zû yan dereng dê mayînde be" kir. Dîsa di daxuyaniyê de, hem derbarê tiştên ku divê bêne kirin û hem jî gava ku bêne avêtin dê xizmeta kê û çi bike de hişyarî hebûn. Yanî heger em pêvajoya salekê ya borî jî li ber çavan bigirin, hûn vê banga duyemîn çawa dinirxînin, hûn dikarin çi bibêjin?
Helbet bi vê hincetê, di salvegera yekemîn a 27’ê Sibatê de Rêber Apo daxuyaniyên pir girîng dan. Çawa ku di banga xwe ya yekemîn de, di rastiyê de mudaxaleyek li pêvajoya siyasî û leşkerî ya li Rojhilata Navîn û dîsa li pêvajoya ku Tirkiye tê de bû kir, çawa ku wateyek stratejîk û dîrokî hilgirt, di rastiyê de daxuyaniya wî ya duyemîn jî xwedî naverokeke wiha bû. Yanî pir girîng bû, tam dest danî ser esasên pêvajoyê. Di nav pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, dema Rojhilata Navîn diket pêvajoyeke nû, li ser navê gelan û jinan divê mirov çawa mudaxaleyî vê pêvajoyê bike? Li ser navê hêzên demokratîk divê çi bê kirin? Di rastiyê de ev bi formulasyoneke pir xurt danî holê. Bi stratejiyeke nû danî holê. Di vê wateyê de, di salvegera yekemîn de ez hem Rêber Apo û hem jî banga wî silav dikim.
Rojhilata Navîn di nav de Kurdistan bi mudexeleyan dijîn
Bi rastî em di pêvajoya ku em tê de ne de jî dibînin, li dijî Îranê pêvajoyeke êrîşê hate destpêkirin. Beriya wê jî pêvajoyeke mudaxaleya kûr hebû ku ji aliyê hêzên derve ve hatibû destpêkirin. Ev êdî ber bi qonaxeke nû ve diçe. Mudaxaleya Îranê jî bû qonaxeke nû ya vê yekê. Niha bi rastî li ser navê gelan em her tim vê dibînin: Li Rojhilata Navîn li ser navê gelan mudaxaleyek çênebû. Li ser navê jinan, yê bindestan, kedkaran, karker, gundiyan... li ser navê hemû mezheb û çandên bindest... di rastiyê de Rojhilata Navîn her tim bêyî van ma. Belkî piştî bi hezaran salan cara yekem e Rêbertiyê li ser navê van bangek kir. Li ser navê van mudaxaleyek pêk anî. Ev pir girîng e. Ji ber ku Rojhilata Navîn her tim bi mudaxaleyên derve ji cewherê xwe derket. Kurdistan her tim bi mudaxaleyên derve ji cewherê xwe derket. Rojhilata Navîn bi giştî ev tişt jiyan. Em hîn jî dijîn.
Niha bi vê hincetê, yanî banga 27'ê Sibatê, helbet bi pêvajoyên berê re girêdayî ye, têkoşîna pêvajoyên berê jî ev yek di nav xwe de dihewand. Lê banga 27'ê Sibatê, hem ji bo demokratîkbûna dewletan û hem jî ji bo demokratîkbûna civakan formulasyoneke pir girîng danî holê. Yanî ev ne tenê ji bo Kurdistanê yan jî tenê ji bo Tirkiyeyê pêvajoyeke destpêkirî ye. Mirov dikare ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û dinyayê jî bibêje. Lê herî zêde pêdiviya Rojhilata Navîn pê heye. Di vê wateyê de mudaxaleyeke li ser navê gelan û jinan îfade dike û divê em vê yekê teqez diyar bikin. Di vê wateyê de mudaxaleyeke stratejîk û dîrokî ye.
Li ser banga dîrokî PKKê gavên girîng avêtin
Li vir fêmkirina vê yekê pir girîng e; yanî bi vê bangê re di rastiyê de pêvajoya guherîn û veguherînê ya li Tirkiyeyê gihîştiye qonaxeke pir girîng. Ger em Komara Tirkiyeyê û sala borî binirxînin; wekî rêxistin me bi banga Rêbertiyê re gavên pir dîrokî avêtin. Yanî ev mijarên têne zanîn in. Belavkirina PKK’ê, qedandina stratejiya têkoşîna çekdarî, me daxuyaniyên wiha dan û gavên wiha avêtin. Ev gavên pir dîrokî bûn. Her yek ji van vê biryardariyê nîşan da; me bi belavkirina PKK'ê û qedandina stratejiya têkoşîna çekdarî, biryardariya xwe ya ji bo pêkhatina Komara Tirkiyeyê ya demokratîk û beşdarbûna di vê komara demokratîkbûyî de nîşan da. Yanî nêzîkatiya mîna "PKK'ê xwe tasfiye kir, dê çekan deyne" nêzîkatiyeke pir rûber e.
Li holê rastiyeke komarê hebû ku sed salan hatibû derengxistin, bûbû sedema windahiyên mezin û bi şaşî hatibû şêwazkirin. 50 salên wê bi serhildanan derbas bû. Yanî heger em serhildanên navberê jî tevlî bikin, zêdetirî 50 salî bi serhildanan derbas bû. Ji ber vê yekê êdî divê ev pêvajo were rastkirin. Pêdivî bi rastkirina komara ku çewt hatibû avakirin hebû. Yanî pêvajoya serhildanê ya 52 salan, di rastiyê de ji bo nîşandana vê çewtiyê bû. Baş e, divê mirov çawa rast bikira, çawa demokratîk bikira? Ya girîng ev bû. Rêbertiya me ev biryardariya veguherînê nîşan da. Me wekî rêxistin jî bi gavên ku me avêtin, hewl da vê biryardariyê nîşan bidin.
Ji bo pêkanîna pêvajoyê divê hemû alî tev bigerin
Helbet li vir ya girîng ew e ku dewleta Tirkiyeyê û hêzên ku li Tirkiyeyê siyasetê dikin, bi vê biryara veguherînê tevbigerin. Ji ber ku ev ne tiştekî ku tenê bi aliyekî bibe ye. Yanî em nikarin bibêjin ev pêvajo tenê bi biryardariya veguherînê ya aliyekî pêş dikeve. Pêdivî bi biryardariya veguherîna dualî û pêdiviyên siyaseta demokratîk a dualî heye. Yanî her tim dibêjin "ev bazarek e, "... lê ev ne mijarek e ku mirov bi bazarê îfade bike. Heger em ê Komara Tirkiyeyê demokratîk bikin, heger em ê mîna gelên bira tê de bijîn û hiquqa biratiyê ava bikin, wê demê divê mirov vîna wê ya dualî nîşan bide. Divê mirov vîna siyasî ya dualî nîşan bide. Di vê xalê de, divê hêzên ku vê siyasetê dimeşînin biryara vê bidin. Divê dewlet biryara vê bide. Di vê xalê de jî, helbet divê Rêber Apo bi qonaxa duyemîn a ku em ketine de, xwedî şert û mercên siyaseta azad be.
Heta niha bi pêvajoya Îmraliyê û bi mercên tecrîda Îmraliyê re, Rêbertiyê ewqas karî bike ku bi rastî gavên awarte avêtin. Rêber Apo ev yek nîşan da: Wî bi awayekî pir xurt nîşan da ku ew muxatabê sereke yê gelê Kurd e, hêza wî ya rêvebirin û birêvebirina vê pêvajoyê û rêbertiya wê heye û xwedî vê jêhatîbûnê ye. Lê ji bo ku piştî vê bikaribe bimeşîne, bê guman divê azad be. Divê xwedî mercên siyaseta azad be.
*Di hevdîtina dawî ya malbatê de daxuyaniyek hatibû dayîn. Rêber Apo gotibû "Statuya min statuya gelê Kurd e". Lê tevî vê yekê, yek ji mijarên ku di medyaya alîgir de tê nîqaşkirin ev e ku; jixwe ji Îmraliyê daxwaza azadiyê nayê kirin, ew dixwaze li wir bimîne. Derbarê vê de hûn dikarin çi bibêjin?
Tiştekî wiha heye; Rêber Apo tu carî ji bo xwe daxwazên kesane nake. Ev tiştekî wiha ye ku Rêbertiyê di tevahiya jiyana xwe de wekî esas girtiye. Ne tenê ji bo pêvajoya Îmraliyê, di rastiya jiyana beriya Îmraliyê de jî, di felsefeya siyasî de jî ev sekna kesayetî wekî esas girtiye. Ev mijarek cuda ye. Ji ber vê yekê tu carî vê wekî daxwaza xwe ya kesane dernaxe pêş. Lê ev rastiya ku divê Rêber Apo teqez bi fîzîkî azad bibe, ji holê ranake. Divê Rêber Apo bi mirovan re di nav têkiliyê de be ku, ji bo pêşveçûna vê pêvajoya komara demokratîk û ji bo pêşveçûna hiquqa biratiyê, divê mudaxaleyî pêvajoya nav rêxistinê bike. Divê vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Lê di heman demê de divê bikaribe xîtabî raya giştî ya Tirkiyeyê jî bike. Divê bi rewşenbîr, akademîsyen û profesorên Tirkiyeyê re biaxive, nîqaş bike. Yanî divê bikaribe pêvajoyeke nîqaş û diyalogê bi van derdoran re jî pêş bixe ku aşitiyeke rastî derkeve holê. Bi rastî em çi dixwazin, Rêber Apo çi dixwaze? Bi vê stratejiya ku em jê re dibêjin entegrasyona demokratîk û civaka demokratîk, em bi esasî çi dixwazin?
Mînak ew derdorên ku we behs kir, yên ku li ser televizyonan bi erzanî diaxivin, her tim vê dibêjin: Cudaxwazî tê xwestin, dîsa parçekirin tê kirin, dîsa dewlet tê xwestin, ev tê xwestin, ew tê xwestin... yanî tiştekî ku bi rastiyê re qet eleqeya wê nîne, bi temamî berevajî stratejiyê tiştan dibêjin. Lê niha li vir neheqiyeke pir mezin heye. Rêber Apo ku xwediyê vê stratejiyê ye, nikare bi azadî biaxive. Lê yên din dikarin her tiştî biaxivin. Bi vî rengî pêvajoya demokratîk dê çawa pêş bikeve? Heger Rêber Apo nikaribe dîtinên xwe bîne ziman, heger nikaribe dîtinên xwe biparêze, wê demê ev pêvajoya entegrasyonê dê çawa bimeşe? Wê demê biratiya gelan dê çawa bibe? Gihandina vê ya asta hiquqî... mînak me di wateya stratejîk de biryara qedandina têkoşîna çekdarî da, praktîzekirina vê û bi awayekî saxlem pêkanîna vê dê çawa pêk were? Yanî ji cihê ku lê rûniştine bi erzanî diaxivin. Ew kesên ku ji xwe re dibêjin pisporê ewlehiyê, akademîsyen an jî siyasetmedar, bi erzanî diaxivin. Lê pêvajo ne pêvajoyeke wiha ye ku vê yekê hilde.
Stratejiya entegrasyona demokratîk wê bibe dermanê vê pêvajoyê
Hema hûn lê binêrin, li derdora Tirkiyeyê her der bi agirê şer dişewite. Yanî ji bo ku ev pêvajo hem ji bo Tirkiyeyê, hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn bi awayekî saxlem bimeşe, divê stratejiya entegrasyona demokratîk a ku dê bibe dermanê vê pêvajoyê, rast were pêkanîn. Ji bo pêkanîna vê ya rast jî, divê Rêber Apo azad be. Ev ne tiştekî wiha ye ku mirov li ser ekranên televizyonan bi erzanî propagandaya wê bike. Di vê xalê de divê em qet tawîzan nedin. Divê Rêber Apo teqez azad bibe. Divê em qet tawîzan nedin. Yanî gotina "bila li Îmraliyê di avahiyekê de bimîne û ji wir vê pêvajoyê bimeşîne" pir çewt e. Ji bo herikîna pêvajoyê jî dê encamên pir xirab derxe holê.
*Yanî hîn jî destûr nayê dayîn ku rojnamevan bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin. Tevî ku rojnamevanan ev daxwaza xwe anîn ziman jî, nehat qebûlkirin. Û neçar man ku bi rêya rojnameyekê pirsên xwe bigihînin Rêber Apo. Ev bi xwe jî delîla wê yekê ye ku pêvajo çawa dimeşe. Di vî warî de dema pêvajo bi vî rengî dimeşiya, di 2'yê Adarê de daxuyaniyeke we ya ji bo raya giştî hebû. Di vê daxuyaniyê de we ji raya giştî re ragihand ku we bi şîara "Niha dema jinê ye" pêngavek daye destpêkirin. Baş e, jinan û KJK'ê çima hewceyî bi pêngaveke wiha dît? Hûn dikarin hinekî vê mijarê vekin?
Berê jî pêngavên ku KJK'ê dabûn destpêkirin û meşandibûn hebûn, ev yek pêvajoyeke nû ya pêngavê îfade dike. Bi taybetî me 8'ê Adarê wekî dîroka destpêkê diyar kir. Helbet ez beriya her tiştî bi hinceta 8'ê Adarê, di şexsê Hevalên me Denîz û Feraşîn ên ku li Rojava li Helebê şehîd bûn de, hemû şehîdên azadiya jinê bi rêz, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Bi rastî di gihîştina têkoşîna azadiya jinê ya roja îro de, hem di dîroka cîhanê de, hem li Rojhilata Navîn û hem jî di dîroka Kurdistanê û dîroka têkoşîna me de, berdêlên pir mezin hatin dayîn. Her şehîdekî me di rastiyê de wekî nirxekî ku şoreşa jinê ava dike û wê hebe dike, derket holê. Riya gihîştina me ya îro jî vekirin. Di wê wateyê de ez li ber hemû şehîdên me bi rêzdarî serê xwe ditewînim.
Pêngava “Niha dema jinê ye” hate îlankirin
Niha pêngava KJK'ê bi navê "Niha dema jinê ye" hate diyarkirin û me bi vî rengî starta wê da. Helbet jinan 8'ê Adara îsal berê di qadan de nîşan dan. Çi li Bakurê Kurdistanê û çi li Rojavayê Kurdistanê, di nav jinan de pir berê dest pê kir. Ev jî girîng e. Yanî dema jinan pir kêm bû. Niha her ku têkoşîna jinê pêş dikeve, di rastiyê de jin demên xwe zêdetir dikin. Yanî ev pir bi wate ye û me jî wekî sembolîk got ji 2'yê Adarê heta 8'ê Adarê, bi hinceta destpêkirina pêngavê, em bi perwerde û çalakiyên mîna vê bi giraniyeke mezin bigirin dest û bi vî rengî dest bi pêngavê bikin. Helbet ev ne tenê ji bo pêvajoya 8'ê Adarê ye, dê bibe serdemek ku em mîna kampanyayek û pêngaveke salekê bigirin dest. Me wekî "Niha dema jinê ye" diyar kir. Helbet wateya vê jî heye. Çima "Niha dema jinê ye"?
Di rastiyê de gava em li Kurdistanê, li her çar parçeyên Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û bi giştî li cîhanê dinêrin, em dibînin ku çi qetlîamên mezin ên jinan pêk tên. Qetlîamên zarokan pêk tên. Di rastiyê de qetlîama jiyanê ye; yanî girêdayî vê em dibînin ku jiyan bi giştî tê qetilkirin. Em ji qetilkirina xwezayê bigirin heta felsefeya jiyanê, yanî rastiya ku em jê re dibêjin jiyana mirovan û jiyana civakê, em dibînin ka çawa tê tunekirin. Nexwe, rakirina vê û serûbinkirina vê rastiyê dê bi kê re bibe? Heger kirdeya vê jin be, yanî heger jin wekî kirdeya pirsgirêkan hatibe nîşandan, dê kirdeya çareseriyê jî jin be. Em vê yekê bi formulasyona "Jin, Jiyan, Azadî" jî îfade dikin. Ji ber vê yekê, em asteke nû lê zêde bikin, bînin asteke nû. Lewma me got ji bo çareseriya van hemû pirsgirêkan heger jin pêşeng be, wê demê ev dem dema jinê ye. Yanî em hinekî din bala xwe bidin wir; erkên têkoşîna jinê çi ne, berpirsiyariyên wê çi ne? Mînak ji pirsgirêkeke ekolojîk bigirin heta pirsgirêkên zarokan, ji aboriyê bigirin heta pirsgirêkên tenduristiyê, perwerdeyê, qetlîamên jinan, tundiya ku lê tê kirin, pirsgirêkên di nav malbatê de û hwd... yanî mudaxalebûna jinê di her tiştî de, girtina berpirsiyariyê û têkoşîn, pêşxistina rêxistiniya xwe, nîşandana çalakî û helwesta xwe... di van hemûyan de em dibêjin "Niha dema jinê ye". Heger perwerde be niha dema jinê ye, heger pirsgirêka ekolojîk be niha dema jinê ye, heger pirsgirêka zarokan hebe niha dema jinê ye. Niha dema xwedîderketina li berpirsiyariyên me ye. Yanî di gelek aliyan de di rastiyê de wekî vexwendina hemû jinan û di serî de jinên Kurd ber bi berpirsiyariyê ve ye. Banga rêxistinbûn û çalakiyê ye. Wateyeke wiha hildigire. Lewma me dît ku diyarkirina dirûşmê bi vî rengî girîng e.
Heger em li ser jinên Kurd binirxînin, mînak jinên Kurd bûne çar parçe. Ji bo misogerkirina yekîtiya neteweyî ya jinan, niha dema pêşengiya jinan e. Li her çar parçeyên Kurdistanê jin pirsgirêka tundiyê dijîn, ji pirsgirêkên pergalê bigirin heta pirsgirêkên ku kapîtalîzmê anîne... mînak li dijî van pirsgirêkan "Niha dema jinê ye", yanî em li dijî vê têkoşînê bikin. Bi taybetî bi belgeyên Epstein re li seranserê cîhanê rewşên hovîtiyê derketin holê. Li seranserê cîhanê mînak hemû jin; heger em niha têkoşîn nekin wê demê em ê kengî bikin? Heger niha ne dema jinê be, dê kengî bibe dema jinê? Ev ji bo me tiştên pir girîng in.
Yek jî, ez dixwazim bi felsefîk vê diyar bikim; dem di heman demê de rastiyeke afirîner e. Dem ava dike, dem heyî dike, di rastiyê de rastiyeke ku hebûnê misoger dike ye. Ji ber vê yekê em bi taybetî dibêjin rastiya "kujerê kastîk". Rastiya kujerê kastîk kengî civaka dayîksalarî parçe kir, kir du parçe, ji wir nakokiya jin û mêr derket holê... yanî bi deh hezaran sal in mîna ku jin tunebûna vê dijî. Yanî ji aliyê vînê ve, fîzîkî ve, wekî tundiyê, di rastiyê de her tim tunebûna vê û bêdemiya vê jiyan kir.
*Yanî di rastiyê de hûn dibêjin ku dema jinê hatiye dizîn û "Niha dema jinê ye" hinekî jî balê dikişîne ser wê? Yanî jina ku dema wê hatiye dizîn êdî... yanî têgihiştineke wiha jî çêdibe; gelo heta niha dem dema kê bû, jinan dema kê jiyan kir û ji niha û pê ve dixwazin dema kê bijîn? Ma dixwazin dema xwe biafirînin an dîsa hewl bidin ku bibin beşek ji dema heyî? Wusa dixuye ku hinekî balê dikişîne ser vê jî?
Bi temamî yanî wateyeke wê ya îdeolojîk, felsefîk û stratejîk jî heye. Bi hezaran sal, bi deh hezaran sal jinan nikarîbûn dema xwe bijîn, nikarîbûn hebûna xwe wekî vîn bijîn. Her tim di bin zexta serdestiya mêr de, îdeolojiya wî, artêşbûna wî, siyaseta wî û rastiya wî ya ku jiyanê bi giştî dorpêç kiriye... em ji vê re dibêjin "kujerê kastîk". Bi rastiyeke wiha, jinê hebûna xwe bi vî rengî jiyan kir; yanî ev di rastiyê de ne hebûn bû, ne dema wê bû, ne jî hebûna wê bû.
Li ser bingeha mîrasa jinê ev dirûşme hate bikar anîn
Helbet em nikarin bibêjin "Têkoşîna hebûnê ya vê niha derket holê". Bê guman têkoşînên femînîst, têkoşînên cihêreng ên jinan... mîrasa têkoşîna jinê ya 52 salan a ku bi PKK'ê re derket holê, mîrasa 30 salan a artêşbûna jinê, mînak têkoşîna partîbûna jinê, têkoşîna azadiya jinê, pergalbûna konfederal a jinê... ev hemû di rastiyê de têkoşîna jinê ya ji bo afirandina dema xwe bû. Em bi xwedîderketina li vê mîrasê îro vê dirûşmê bikar tînin. Nexwe em nikarin bibêjin "Îsal dest pê kir", ev ne rast e. Lê em dixwazin bala xwe bidin ser vê. Yanî em dixwazin vê mîrasa têkoşînê ya ku heta îro hatiye meşandin, zêdetir ber bi têkoşîna hebûnê û têkoşîna afirandina dema xwe ve bikişînin. Esasê dirûşma me hinekî dispêre vir. Mezinkirina wê mîrasê, hinekî din bi baldarî pêşxistina wê û pêkhatina hamleyeke nû ya polîtîkbûnê... yanî mirov dikare bi vî rengî jî îfade bike.
Em hewl didin bi vê pêngavê re gavek nû bavêjin
Rêber Apo carekê tespîteke wiha kiribû; ez dixwazim vê jî diyar bikim. Ji ber ku wateyeke vê pêngavê ya wiha jî heye: "Ji îdeolojîkbûna jinê yanî îdeolojiya azadiya jinê ber bi polîtîkbûna azadiya jinê ve". Ji ber vê yekê, em dixwazin bi vê pêngava xwe re, wekî pêngava azadiya jinê, gaveke nû bavêjin û têkoşîna xwe bi awayekî xurtir ber bi qonaxeke nû ve bibin. Yanî ji bo pêngavê ez dikarim bi giştî van tiştan bibêjim.
Di warê demê de jî demek girîng e. Ji ber ku hema bêje her bernameya ku em pê dest pê dikin, bi nûçeya şerekî nû dest pê dike; nûçeyên şer ên li qadeke nû, di navbera du dewletan an jî gelan de... em her tim bi nûqaşkirina vê dest pê dikin û ev şer herî zêde zirarê didin jinê. Îro jî bi heman awayî, beriya çend rojan di êrîşa li ser Îranê de yek ji xalên ewil ên ku hatin hedefgirtin dibistana keçan bû û zêdetirî 100 keçên zarok di wê dibistanê de hatin qetilkirin. Yanî di warê demê de jî girîngiya pêngavê zêdetir derdikeve holê.
Herî zêde jin di nava şer û pevçûnan de berdêlên giran dide
Helbet, jixwe di daxuyaniya pêngavê de jî rastiya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hebû. Di nav vê şerî de, wekî jin em ê çawa mudaxaleyî vê pêvajoyê bikin? Di hemû şerên cîhanê û şerên herêmî de jin her tim di pozîsyoneke pasîf de tê qetilkirin. Ew mînakên ku te dan... mînak mînakek din; tê gotin ku gelek girtiyên li Girtîgeha Evînê, bi taybetî jin û zarok, birine biryargehên Pasdarên Şoreşê. Yanî wekî "mertalên zindî" werin bikaranîn. Aliyê şer kî dibe bila bibe, ferq nake; di rastiyê de yê ku di nav vê şerî de herî zêde zulmê dibîne û berdêlên herî giran dide jin û zarok in.
Mînakên gelekî dikarin werin dayîn. Em dikarin şerê li Sûdanê, şerê Filistînê mînak bidin. Îro li Kurdistanê, li Helebê pêvajoyeke şer hat jiyîn. Li Rojava... îro Kobanê di bin dorpêç û ambargoyê de ye. Li wir jî jin û zarok beşên ku herî zêde berdêl didin in. Em li Ûkraynayê binerin jî wusa ye. Li ku derê şer hebe, mînak şerê Afganistan-Pakistanê; hem di wateya qetilkirina fîzîkî de hem jî di wateya pirsgirêkên ku şer diafirîne de aborî, tenduristî, xizanî û di encamê de zêdebûna fûhûşê, koçberî jin berdêlên herî mezin didin.
Ji ber vê yekê, divê em vê pêvajoya şer bi vî rengî pêşwazî nekin. Bê guman li seranserê cîhanê rêxistinên jinan hene, pêkhateyên cuda yên li dijî şer têdikoşin hene. Lê niha divê em bi awayekî rêxistinkirî û bi vîndarî, li dijî vê rastiya şerê sêyemîn, bêyî ku bibin alîgirê hêzên şerker ne hêzên derve ne jî yên herêmî... Ji ber ku her yek ji wan di pozîsyona perçiqandina jinê û di pozîsyoneke antî-demokratîk de ne. Em wekî jin divê li ku derê bisekinin? Li şûna girtina aliyekî serdest, divê em wekî hêzên ku têkoşîna azadiya jinê didin, vîna xwe ya serbixwe nîşan bidin û li cîhekî wusa bisekinin ku dawî li van şerên serdestiyê tîne, hêza xwe ya xweparastinê û vîna xwe ya rêxistinbûnê derdixe pêş. Lewma "Niha dema jinê ye". Vîna mêr-serdest her tim alîgiriyê ferz dike. Jin li vir di pozîsyona aliyê ku dawî li van şeran tîne û vîna aştiyê ya xweparastinê û rêxistiniyê derdixe holê de ye. Em di pozîsyona aliyê "Rêya Sêyemîn" û xeta azadiyê de ne. Ev sekneke pir girîng e, bi taybetî li Rojhilata Navîn. Wekî jinên Kurd, Ermenî, Suryanî, Ereb, Tirkmen, Laz û hemû jinên li Rojhilata Navîn dijîn, divê em vê rastiyê baş bibînin û "Eniya Aşitiyê ya Jinan" û "Eniya Azadiyê ya Jinan" ava bikin.
*We got ku armanca sereke ya pêngavê ew e ku jin ji pozîsyona pasîf derbasî pozîsyoneke aktîf bibin. Rêber Apo jî di daxuyaniya xwe ya 27'ê Sibata 2026'an de tespîta "Divê em ji qonaxa negatîf derbasî qonaxa avakirina pozîtîf bibin" kir. Mebesta vê derbasbûnê çi ye? Û pêngava KJK'ê ya "Niha dema jinê ye" dikare çi tevkariyê li vê avakirina pozîtîf bike?
Helbet, em vê wekî pêngavan îfade dikin. Taybetmendiya pêngavan çi ye? Pêngav, hinekî din komkirina enerjiyê ye. Me ev pêngav wekî pêvajoyeke salekê diyar kir, lê em nikarin bibêjin "Me têkoşîn an avakirin di salekê de kir û qediya". Armanca esasî li vir çi ye? Pêşxistina hişmendiyê, bi ruhê pêngavê li ser xebatên rêxistinbûnê sekinîn, pêşxistina çalakiyan û fêmkirina serdema ku em tê de ne.
Armanca pêngavê pêvajoya avakirina pozîtîf serkeftî bibe
"Derbasbûna ji qonaxa negatîf ber bi qonaxa şoreşa pozîtîf", bê guman di warê têkoşîna jinê de aliyên wê yên nîqaşê yên kûr hene. Lê niha Rêber Apo bi pêşxistina vê pêvajoyê, dixwaze pêşiya tundiyê bigire û bala me bikişîne ser avakirinê. Mînak, avakirina tiştên ku nîn in; heger jin ne xwedî gotin be, wê bike xwedî gotin. Heger rêxistiniyek nîn be, wê ava bike. Heger çalakî kêm bin, wan zindî bike. Pêngava KJK'ê jî armanc dike ku ev pêvajoya avakirina pozîtîf serkeftî bibe.
Mînak, em dixwazin vê hişmendiyê biafirînin: Dawîanîna li tundiya li ser jinê, perçiqandin û mêtingeriya jinê... em hezar û yek pirsgirêk dijîn; ji tundiya malbatê bigirin heta ya kolan, kargeh, dibistan û her derê. Em van her tim îfade dikin, lê em ê van pirsgirêkan bi awayekî mayînde çawa çareser bikin? Şêwazê rêxistinbûna çareseriya mayînde çi ye? Bi avakirina kîjan rêxistinan, bi kîjan dirûşman û bi kîjan rojeva jinê em dikarin tundiyê kêm bikin û tune bikin? Ji bo vê, argumanên têkoşîna zayendî ya li dijî mêr çi ne? Di nav malbatê de, di dibistanan de divê em kîjan têkoşînê bimeşînin? Giring e ku em van bi awayekî sîstematîk, bi plan û bername bikin rojev. "Avakirina pozîtîf" vê yekê îfade dike. Heger em çavkaniya tundiyê û sedemên wê yên rastîn bi perwerde û hişmendiyê nas bikin, em dikarin bi avakirina rêxistiniyên xurt pêşiya tundiyê bigirin.
Çavkaniya şer û mîlîtarîzmê jî di vê tundiya mîlîtarîst a li dijî jinê de ye. Ferq nake ew mêr hevser e, evîndar e, polîs e an leşker e... tundiya ku dimeşîne mîlîtarîst e. Çavkaniya xwe ji pergala dewletparêz û kapîtalîst a mêr-serdest digire. Niha pirs ev e: Em ê çawa pêşiya vê bigirin? Ev yek ji "milkê mêr" dîtina jinê tê. Nexwe, jin dê çawa bibe ya xwe? Me got "Dema jinê ye"; berê dem ne ya jinê bû, hebûna wê ne ya wê bû. Em dikarin bi kîjan rêxistiniyan dema xwe biafirînin? Li vir "komûn" pir girîng e. Me di deklerasyona xwe de jî nivîsand; me got "Niha dema jinê ye, niha dema avakirinê ye". Dema em dibêjin dema avakirinê ye; jin divê rêxistinên ku wê bikin xwediyê xwe ava bike. Ev jî rêxistiniya komûnê ye.
Gava em lêkolîn dikin, em dibînin ku dema jin bi civaka xwe re di nav yekparebûnê de bû, dema "komûnal" bû, çanda Xwedawendiyê jiyan kir. Nexwe, avakirina komûnên me pir girîng e. Pirsgirêkên aborî hene? Em bi komûnan xwe xurt bikin. Pirsgirêkên tenduristiyê hene? Li ser bedena me mudaxale hene? Bi navê "guzelkirinê" bi dehan operasyon têne kirin lê ev tenduristiya jinê xira dike, jinê bi pergalê ve girêdayî dike. Nexwe, em komûnên xwe yên bedewiyê ava bikin. Çima em xwe li gorî pîvanên pergala mêr-serdest bedew bikin? Çima aboriya me bi mêr ve girêdayî be? Em komûnên xwe yên aborî ava bikin.
Di banga duyemîn a 27'ê Sibatê ya Rêber Apo de nirxandinek li ser vê mijarê jî heye. Dibêje; "Di avakirina pozîtîf de armanc ne desteserakirina sazî an avahiyekê ye. Armanc ew e ku her kes bigihîje berpirsiyariya civakî. Armanc avakirina bi civakê re û di nav civakê de ye." Yanî ev di xeta gotinên we de ye; li şûna desteserkirina saziyên heyî, avakirina saziyên xwe yên alternatîf...
Erê, yanî ev ji bo pirsgirêka Kurd jî wusa ye; ne cudaxwazî ne jî nêzîkatiya asîmîlasyonîst. Wekî ku te got, di felsefeya entegrasyonê de; ne parçekirina ya heyî, ne jî tevlîbûna tê de wekî xwe. Tu di nav civakê de dema xwe ava dikî. Em li giravekê najîn, jinan di nav vê civakê de xwe ava kirin û dê bi têkoşîna civakî ava bikin. Ev derketina ji şêwazê jiyana kevin e. Li vir, afirandina dema xwe, felsefeya xwe û xeta azadiyê bi civakê re bi rêya komûnan pêk tê. "Komûnbûn" ev e.
Siyaset hunera hilberandina çareyan e
Siyaset çi ye? Rêbertî dibêje "Siyaset hunera hilberandina çareyan e". Ji bo jin û civakê, afirandina çareya xwe siyaseta wan e. Jin komûna xwe ava dike; li ku derê pêdiviya wê hebe, li taxê, di nav malbatê de, bi zarok û hevserê xwe re, li dibistanê, li kargehê... bi vê avakirina komûnal siyaseta xwe ava dike. Ji ber vê yekê em nikarin têkoşîna jinê bê siyaset û bê hişmendiya îdeolojîk bigirin dest. Cihê ku em lê winda dikin li ku ye? Yan em pir îdeolojîk nêzîk dibin û aliyê polîtîk nabînin, yan jî pir polîtîk nêzîk dibin û aliyê îdeolojîk rêxistin nakin.
Bi vê pêngava KJK'ê, em pêngava "polîtîkbûn-îdeolojîkbûn" û avakirinê pêngava pozîtîf pêk tînin. Em bi vê yekê "Entegrasyona Demokratîk" û "Civaka Demokratîk" a ku Rêber Apo di banga 27'ê Sibatê de diyar kiribû, xwedî lê derdikevin. Ji ber ku avakirina jinê, di heman demê de hûnandina civaka demokratîk e. Di heman demê de em vê pêvajoyê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî digirin dest. Armanca me bi pêngava avakirinê, çalakî û hişmendiyê, bi ser ketin û azadiya Rêbertiyê ye.
*Weke ku me ji daxuyaniya we fêm kir, pêngav li ser sê lingan rûdine: Aliyê neteweyî, aliyê praktîk û aliyekî giştî ku jinên cîhanê jî di nav de ne. We di daxuyaniya xwe de gotiye ku êdî dinyayê hişmendiya DAIŞ'ê û wekî ku di dosyaya Epstein de derket holê, "kujerên kastîk" ên dijminê jin û zarokan birêve dibin. Dosyaya Epstein fîgûrên pir girîng, xwediyên xelata Nobelê û gelek kesên din hildibijart. Hûn lingê sêyemîn çawa dinirxînin? Ev pêngav çi peyamê dide jinên cîhanê û ew dikarin çawa tevlî bibin?
Min di pirsên berê de jî hewl da balê bikişînim ser vê; em her tim pergala kapîtalîst dinirxînin. Em dibêjin bi pergala kapîtalîst re hişmendiya baviksalar û tundî gihîştiye lûtkeyê. Mînak jî li ber çavan in. Belgeyên Epstein nîşan da ku ev ne tenê çend kes in; ev rastiyeke pergalê ye ku rêvebirên siyaseta cîhanê, navên civakî, xwediyên xelata Nobelê, zanyar, qiral, qiralîçe û prens tê de ne.
Rastiyeke sîstemê ku ji qedeme û derdorên gelekî cuda mirov di nav de ne. Weke rastiyeke ku fûhûş, destavêtin, kuştina zarokan sîstematîk dike danîn pêşiya me. Derdora 3 milyonan hate weşandin, dibe ku zêdetir jî hebin. Bêguman di vir de jî armanceke bi vî rengî heye. Weşandina 3 milyon belgeyan bêguman aliyekî xwe yê bi vî rengî jî heye: Sîstem hin gavan diavêje, hin tiştan dike, ne tenê ji bo deşîfrekirinê dike. Bi van gavan re di heman demê de hewl dide normal bike. Aliyekî xwe yê bi vî rengî jî heye. Temaşekirina li wan belgeyan, di asta hovîtiyê de bûyer qewimîn, me heta astekê karîbû bişopînin. Lê belê ew bi xwe jî hovîtî bû. Armanceke xwe ya normalkirina van bûyerên di asta hovîtiyê de hebû. Divê em vê jî bibînin. Bêguman em ji vir lê nanihêrin. Em weke şoreşger, derdorên ku têkoşîna azadiyê ya jinê dimeşînin em ji ku lê dinihêrin? Ev hovîtî ye, ev nîşaneya têkçûn û bêexlaqiya sîstema kapîtalîst e. Bû eynika herî şênber a vê yekê. Bi temaşekirina li vî dîmenî re em çi dibînin? Divê em têkoşîna xwe hîn bêhtir mezin bikin. Pêwîste em têkoşîna azadiya jinê hîn girîng bibînin, xurtir bikin, bi rêk û pêk bikin, vê têkoşîna polîtîk hîn xurt bikin. Yên ku polîtîkayên dimeşînin ku qaşo 'rêzdar' bûn, raxist pêş çavan ku ev rêzdarî çiqasî bêexlaqî ye. Polîtîka ji aliyê kê ve tê meşandin, siyaseta cîhanê ji aliyê kê ve tê meşandin; mêr ên ku sîstema welatan, netewe dewletan dimeşînin û hin jin, ev hêzên desthilatdariyê kî ne, çi ne, li pişt wan çi hovîtî, komkujiya zarokan heye, her ku me ev dît; hişmendiyeke bi vî rengî derkete holê. Wê demê divê em têkoşîna îdeolojîk û polîtîk a jinê hîn bêhtir xurt bikin û bimeşînin. Divê em vê têkoşîna polîtîk hîn bi rêk û pêk bikin. Bala xwe bidinê, zincîrek heye. Bi bertîlê, bi nelirêtiyê, bi şantajê ev hemû bi hev re, bi têkiliyên xwe yên qirêj weke zincîrekê bi hev ve girêdayî ne. Ji aliyê cografîk ve jî ji Rojhilata Navîn heta bi hemû parzemînan, Emerîka, Ewropa, Asyayê kesên li nava hemû dewletan tevlî vê qirêjiyê bûn. Rastiyeke bi vî rengî ya sîstematîk heye. Li hemberî vê yekê em nikarin tenê bi feraseta civaka sivîl û komelbûnê em nikarin têkoşînê bimeşînin. Bi esasî divê em vê rastiyê bibînin û têkoşîna jinê di asta navneteweyî de bigihînin asteke gelekî cidî. Hem di asta herêmî hem jî di asta navneteweyî de divê em rojeveke hevpar biafirînin û li dora vê rojeva hevpar de çalakiyan lidar bixin, helwestê nîşan bidin. Mînak, gelo ev yek weke pirsgirêkeke gelekî cidî dernakeve pêşiya me? Em ê çawa xwedî li zarokên xwe derkevin? Li Tirkiyeyê piştî erdhejê hin zarok ji holê winda bûn. Pirsa, gelo çi bi serê van zarokan hat, hîn jî bê bersiv maye. Li deverên cuda yên cîhanê, li gelek welatan zarokên bêxwedî hene. Zarokên hatin revandin, zarokên bi salan li wan tê gerîn lê nayên dîtin, hene. Yanî di asta cîhanê de şebeyeke heye. Ew jî bûye rêxistiniyeke weke dewletê. Toreke bi vî rengî ya rêxistinbûyî heye û ev her roj zarokên me direvînin.
*Rêber Apo par di peyama xwe ya 8'ê Adarê de qala vê mijarê jî kiribû. Gotibû, eger sibe zarokên keç bêne kuştin hûn ê çi bikin?
Belê. Zarok bi cûreyên cuda têne kuştin. Yek; li ber çavê mirovan tê kuştin û cenazeyê wan tê dîtin. Bi wî rengî destavêtin lê tê kirin. Wekî din; bi vî rengî têne revandin û aqûbeta wan nayê zanîn. Şêweyekî bi vî rengî heye. Zarokên keç, xort bi vî rengî têne revandin û bikaranîn. Li pêşiya tevgerên jinan pirsgirêkeke bi vî rengî ya gelekî cidî heye. Em ê çawa karibin pêşî li vê bigirin? Em ê çawa karibin pêşî li vê şêweya komkujiyên zarokan bigirin. Em ê çawa karibin destavêtinê asteng bikin. Keda zarokan tê bikaranîn, tê talankirin. Em ê çawa pêşî li van bigirin. Ev pirseke cidî û rojeveke cidî ye. Gelo di asta cîhanê de pêwîstî pê nîne ku hemû rêxistinên jinan li ser vê mijarê li hev kom bibin û çareseriyê peyda bikin? Em ê çawa karibin pêşî li vê bigirin, em ê çawa karibin xweparastina vê pêk bînin? Em ê zarokên xwe çawa biparêzin? Bêguman ev pirsgirêkên gelekî cidî ne. Ji bo zarokan dibêjim, lê bêguman ev pirsgirêkên tevgera jinê ne. Ji aliyê tundiya ku li jinan tê kirin jî ev derbas dibe. Bikaranîna bedena jinê, tundiya li hemberî bedena jinê, talankirina keda jinê, bêqîmethiştina jinê, jinedîtî hatina jinê, ev hemû ji bo jinan pirsgirêkeke gerdûnî, herêmî, neteweyî, malbatî, pirsgirêkeke şexsî ye. Mirov dikare vê ji gerdûnê bigihînin heta şexs. Lewma, ji ber vê yekê 'Niha dema jinê ye'. Ji ber vê divê rêxistinên jinan hîn bêhtir hevdu nas bikin, weke xelekên zincîrê rêxistiniya xwe bikin yek û têkoşîna xwe bi rêk û pêk bikin. Dema vê yek. Divê ev pêvajo bi vî rengî bê nirxandin.
*Ya rast ev dosya li nirxandina Rêber Apo ya têkildarî kujerê kastîk jî tê. Ji ber ku Rêber Apo di manîfestoyê de ew anîbû ziman. Weke kujerên kastîk ên bi kinc û amûrên cuda di nava me de digere, pênase kiribû. Bi eşkere tê dîtin ku 'Kesên rêzdar' di bin navê rêzdariyê de di nava karên kujerê kastîk de ne. Herî dawî dixwazim vê bipirsim. Banga pêngavê ji bo mêran wê çi be? Mêr bi çi rengî dikarin piştgiriyê bidin vê pêngavê? Ji bo vê pêngavê dikarin çi bikin?
Esasê pêngava me têgihiştin, rêxistiniya jinê ye, çalakîbûna jinê ye. Xwe dispêre vê yekê. Li ser esasî komînbûna jinê xwe dispêre van mijaran. Ev hemû ji bo çi ne? Ji bo guhertina serweriya mêr e. Yanî ji holêrakirina serweriya mêr û afirandina nasnameya mêr ê azad e. Bêguman derdorên ku em jê re kujerên kastîk dibêjin li derveyî vê ne. Divê em van ji holê rakin. Li dijî kujerê kastîk divê têkoşîneke cidî bê meşandin û ji holê bê rakirin. Li aliyê din ev sîstema kujerê kastîk bandorê li ser mêr ên li nava civakê dike. Eger em di heman demê de di nava vê rastiya civakî de ne, wê demê divê em mêr jî biguherînin. Cîhanek ku tenê ji jinan pêk tê nîne. Cîhaneke tenê ji mêran pêk tê jî nîne. Lewma eger cîhaneke ji jin û mêran heye, wê demê têkoşîna me di heman demê de divê ji bo veguherîna mêr jî be. Ez ê nebêjim bendewariya ji mêr, ji ber ku em ji mêr tiştekî hêvî nakin; berpirsyariyeke me ya guhertina mêr heye weke tevgera jinê. Ji bo em karibin mêr veguherînin jî bêguman divê em rêxistinbûyî bin, zane bin, helwesta xwe nîşan bidin. Li gel vê yekê me di pêvajoya serhildanên 'Jin, Jiyan, Azadî' de ev yek dît. Me dît ku li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê beşek ji mêran jî li aliyê azadiyê disekine, helwesta xwe bi vî rengî datîne. Çiqasî xwe azad kir, çiqasî mêrtiya di şexsê xwe de ji holê rakir, bêguman ev mijara nîqaşê ye. Lê belê weke helwesta polîtîk xwe li kîjan deverê bi cih kir? Li eniya 'Jin, Jiyan, Azadî' bi cih kir. Mînak ev helwesteke bi wate ye. Lewma beşeke girîng a mêr helwesta xwe li aliyê azadiya jinê datîne. Ji aliyê wijdanî, exlaqî ve helwesta xwe li aliyê azadbûnê datîne. Derdoreke bi vî rengî heye. Mêrbûna azad. Bêguman em jinbûyîna azad dipirsin û hewl didin biafirînin, lê belê di heman demê de nirxên mêr ên azad jî heye. Di nava têkoşîna me de ev yek derketiye holê. Bêguman li deverên cuda yên erdnîgariyên cuda yên cîhanê mînakên vegotina mêr ên azad hene. Wê demê divê ev yek bê teorîzekirin û hişmendiya wê bê afirandin. Divê nasnameyeke mêr a ku bi jinê re têkiliyeke bi wate datîne bê afirandin. Em vê ji xwe re dikin armanc. Bêguman mêr ên ku helwesta xwe li aliyê azadiyê nîşan didin, divê bi armanceke bi vî rengî nêzîk bibe. Mînak, wê bi jinê re çawa bijî? Di vê serdemê de di bin navê eşqê de li hemberî jinê gelek komkujî tênê kirin. Jin herî zêde ji aliyê mêr ên ku 'aşiq'ê wan ve têne kuştin. Li hemberî vê yekê wê helwesta xwe çi be? Eşqeke bi vî rengî nabe. Mêr divê di vê mijarê de li xwe bipirse. Mînak, feraseteke ku jinê weke mal û milkekî xwe nabîne, jinê weke hebûnekê dibîne wê di kesayetiya xwe de çawa ava bike? Wê vê hestê di şexsê xwe de çawa ava bike? Yanî feraseta eşqê ya ku bêyî 'ya xwe bibîne' wê çawa nîşan bide? Yanî wê binpê neke, talan neke, wê biçûk nebîne, bi hurmet û hezkirin nêzîk bibe. Wê feraseta vê yekê çawa di şexsê xwe de nîşan bide? Ji ber vê em girîng dibînin ku mêr di vê çarçoveyê de bikeve pozîsyoneke ku li hemberî serweriya mêr têdikoşe. Em armanca xwe ya têkoşînê bi vî rengî datînin holê. Ji bo me girîng e ku mêr bi vê armancê nêzîk bibe. Em girîng dibînin ku ev aliyê pêngava KJK'ê bê dîtin û mêr jî tevlî bibin. Ev jî wê gaveke hîn xurt tevlî bike.
*Ji bo 8'ê Adarê tenê çend roj man. Herî dawî peyama we ji bo 8'ê Adarê çi ye?
Çalakiyên 8'ê Adarê zûdeyî bi coş destpê kirin. Em dibînin ku çalakî tên lidarxistin. Di çarçoveya pêngava KJK'ê da destpêkirin de em bang dikin ku çalakiyên ji niha û pê ve hîn xurtir bibin. Divê demên 8'ê Adarê hîn bêhtir bêne zêdekirin. Bi pêngavên komînbûnê, zanebûnê, rêxistinbûnê, çalakîbûnê re em hîn xurtir bikin, mezin bikin. Em rojên 8'ê Adarê bikin rojên hîn bi wate û kûr. Lewma em girîng dibînin ku çalakiyên 8'ê Adarê hem li Kurdistanê, hem li Rojhilata Navîn hem jî li cîhanê hevdu temam û xurt bikin. Em hêvî dikin ku bibe wesîle ji vê yekê re. Em ji bo vê bang dikin. Wekî din, di danezana me de jî hebû. Hevrê Sema Yuce gotibû, 'Ez xwe ji 8'ê Adarê heta 21'ê Adarê dikim pir'. Ev gotineke dîrokî û bi wate ye. Weke jinên Kurd divê em têkoşîna xwe ji 8'ê Adarê heta bi Newrozê bikin weke pirek, çalakiyên xwe hîn xurt bikin. Em têkoşîna jinê bigihînin têkoşîna yekîtiya neteweyî ya jinê. Ji bo vê em têkoşînê bimeşînin. Bi vê wesîleyê 8'ê Adarê li her kesî pîroz dikim. Em dibêjin ji 8'ê Adarê heta Newrozê em xwe veguherînin pirekê.