‘Ji bo girtiyên nexweş hewcedarî bi qanûnek nîne, divê bên berdan’

Endama Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) Leyla Kaplan bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên nexweş û got, “Divê di vê pêvajoyê de gaveke zelal were avêtin û ev gav divê ji girtîgehan dest pê bike. Girtiyên nexweş divê bê şert û merc werin berdan.”

MEMÎHAN HÎLBÎN ZEYDAN

Wan – Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan û baroyan, di girtîgehên Tirkiyeyê de (heta 7’ê Nîsana 2025’an) 403 hezar û 60 girtî û mehkûm hene.
Bi qasî hatine tespîtkirin, di girtîgehên Tirkiyeyê de herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene. 161 ji wan jin û hezar û 251 jî mêr in. Li gorî nirxandina Komeleya Mafên Mirovan, 335 girtî wekî nexweşên giran têne dabeşkirin. Ji vana, 230 kes nikarin jiyana xwe serbixwe bidomînin û 105 jî hewceyî piştgiriyê ne. 188 girtî ji ber nexweşiyên xwe hewceyî çavdêriya domdar in.
Endama Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) û Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê Leyla Kaplan Kertîş diyar kir ku girtiyên siyasî bi binpêkirinên piralî re rû bi rû dimînin. Leyla Kaplan bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî yên jin û got, "Girtiyên jin du qat zêdetir binpêkirinan dibînin.”

‘Mafên herî bingehîn jî nayên bicîhanîn’

Leyla Kaplan diyar kir ku wan bi girtiyên li Girtîgeha Patnosê re hevdîtin kirine û binpêkirin hîn jî berdewam dikin. Leyla got ku hemû mafên mirovan ji bo girtiyên siyasî hatine rawestandin û ev agahî dan: “Raporên ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ yên ku ji hêla Saziya Tiba Edlî ve hatine amadekirin, girtiyan ber bi mirinê ve dibin. Mafên herî bingehîn jî nayên bicîhanîn û îşkenceya psîkolojîk li girtiyan tê kirin.”
‘Berhemên bi taybetî ji bo jinan di kantînê de tunene’
Leyla Kaplan ragihand ku berhemên ku tên kantînê bi gelemperî ji bo mêran in û wiha pê de çû: “Perspektîfa serdestiya mêran li her derê heye, di nav de di girtîgehan de jî. Materyalên bi taybetî ji bo jinan pir kêm in. Bi piranî materyalên bi taybetî ji bo mêran têne anîn. Girtiyên jin gelek gazinan ji vê yekê dikin. Ev pirsgirêkek e ku tevî hewldanên me yên berdewam ji bo anîna ziman, hîn jî nehatiye çareserkirin. Mûçing û deodorant ji bo jinan nayên peydakirin. Her wiha, bihayên kantînê pir zêde ne. Tevî bihayên bilind, ew nikarin bighîjin berhemên ku ji bo wan guncaw in. Ew destnîşan dikin ku hemû paçên paqijiyê yên ku têne peydakirin, ji heman celeb û marqeyê ne.”

‘Lêgerîna tazî îşkence ye’

Leyla Kaplan da zanîn ku girtiyên nû hatine, neçarî lêgerîna tazî hatine kirin û vê rêbazê wekî celebek "îşkenceyê" bi nav kir. Leyla got, “Lêgerîna tazî îşkence ye. Razîbûna girtiyek ji bo lêgerînê, vê kiryarê rewa nake. Her çend wezîr dibêjin ku ev nayê kirin jî, ev pratîk di girtîgehan de heye.”
‘Divê ji bo girtiyên nexweş gav bên avêtin’
Leyla Kaplan bal kişand ser banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir û got ku divê dewlet piştî vê bangê bi lezgînî hin gavan bavêje, ku berdana girtiyên nexweş ya herî girîng e. Leyla Kaplan ev agahî dan: “Salek di ser destpêkirina vê pêvajoyê re derbas bû. Di vê heyamê de divê gavên hevbeş werin avêtin. Ji aliyê Kurdan ve gav hatine avêtin. Çavên hemûyan li ser gavên ku dewlet dê bavêje ne. Divê gaveke zelal bê avêtin. Û ev gav divê ji girtîgehan dest pê bike. Bi avêtina gavên zelal, divê rewşa girtiyan jî bikeve bin rêziknameya qanûnî. Lê belê, ji ber ku gavên pêwîst nehatine avêtin, pêvajo ji bo me û girtiyan di hewayê de dimîne. Pêşîn berdana bê şert û merc a girtiyên nexweş e. Ji ber ku girtîgeh roj bi roj girtiyên nexweş nêzîkî mirinê dikin.”

‘Ew baweriya xwe bi pêvajoyê diparêzin’

Leyla Kaplan di serdanên xwe yên girtîgehan de çavdêriyên xwe yên di derbarê girtiyên jin de jî parve kir. Leyla Kaplan diyar kir ku girtiyên jin xwedî moralê baş in û pêvajoyê bi awayekî erênî dibînin û wiha got: “Ew dibêjin ku ew baweriya xwe bi pêvajoyê diparêzin. Ew hewl didin ku rojên taybet ên wekî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, di bin şert û mercên girtîgehê de pîroz bikin. Lê belê, par gelek girtiyên jin ji ber pîrozkirina 8’ê Adarê cezayên dîsîplînê wergirtin. Me wekî parêzeran, îtîraz kir û karî cezayên dîsîplînê werin rakirin. Mixabin, her çend ew hewl bidin ku pîrozbahî an çalakiyan organîze bikin jî, dîsa jî ji dîwarên girtîgehê rastî berxwedanê tên.”
Derbarê rewşa tenduristiyê ya Felem Eker de, Leyla Kaplan agahî da û destnîşan kir ku girtiya jin Felem Eker, li Girtîgeha Wanê pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dijî. Leyla Kaplan ev agahî dan: “Felem Eker par emeliyat bû. Xwarin ji bo wê pir giran e. Di dema veguhastinê de ji nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê gelek pirsgirêkan dikşîne. Di dema veguhestinê de, ew di hucreyên yekane û nepaqij de tê girtin û neçar dimîne ku dema kelepçekirî be muayeneyan bike. Veguhestin bo nexweşxaneyan bi girîngî dereng dimînin. Êş wekî bêwate tê dîtin û veguhastin tenê çend roj şûnda dema ku êş kêm dibe tê kirin. Her wiha di dermanan de jî pirsgirêkên cidî hene. Tenê hejmareke sînorkirî ya dermanên taybet têne dayîn.”
Leyla da zanîn ku girtiyên jin xwedî moralê baş in û pêvajoyê bi awayekî erênî dibînin.

‘Gefa tuberkulozê berdewam dike’

Leyla Kapan diyar kir ku girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Wanê di 15’ê Sibatê de ji ber gumanbariya tuberkulozê hatine karantînakirin û wiha got: “Girtiyareke jin a bi navê Yüksel Sumbul kirine karantînayê. Hewl didin ku pêşî li belavbûna wê bê girtin. Wekî tedbîrek li tevahiya beşê jî test hatine kirin. Guman heye ku girtiyek din di beşê de bi vê nexweşînê bikeve. Erê, girtiyên nexweş hene, lê şert û mercên girtîgehê wan hîn nexweştir dikin.”