Çeteyên HTŞ’ê zarokek qetil kir
Di êrîşên çeteyên cîhadîst ên HTŞ-DAIŞ ku desteka xwe ji dewleta Tirk digrin de zarokekê jiyana xwe ji dest da, her wiha di êrîşa balafirên keşfê yên dewleta Tirk li dijî gundewarên Hesekê de 3 sivîl birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan- Êrîşên çeteyên cîhadîst ên HTŞ-DAIŞ ku desteka xwe ji dewleta Tirk digrin li dijî Rojava didome.
Li dijî êrîşan li her herêma Rojava gel çek hilgirtine û parasta xaka xwe dikin. HTŞ ku ragihandibû 15 roj agirbest dirêj kiriye, êrişî gundên Çelebî, Zêrîk û Şêxler ên Kobanê kir. Di êrîşan de zarokek hate qetilkirin û 3 zarok birîndar bûn. YPG-YPJ bersiva êrîşan da, li herêmê pevçûnên dijwar didomin.
Çeteyan bi obusan êrîşî gundê Qasimiye yê Kobanê kirin. Hate diyarkirin ku di êrîşê de zarokek hatiye qetilkirin. Ji şevê din heta niha hejmara zarokên ji aliyê çeteyan ve hatin qetilkirin bû 2.
Balefirên keşfê êrîşî gundewarên Hesekê kir
Li gorî agahiyan, balafirên keşfê yên dewleta Tirk û yên çeteyên hikumeta demkî 3 caran êrîşî gundewarê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê kirin.
Hate zanîn ku di encama êrîşan de 3 sivîl birîndar bûn.