Çeteyên HTŞ’ê li ser rêya Şam-Suweydayê jinek qetil kirin
Çeteyên HTŞ ya cîhadîst gule li otobuseke rêwiyan reşandin ku ji Şamê ber bi Siwêdayê ve diçû. Di êrîşê de jineke ciwan bi navê Aya Selam hat kuştin û gelek sivîl birîndar bûn. Xelkê xwecihî daxwaza lêpirsîneke lezgîn li ser êrîşê kirin.
Navenda Nûçeyan – Otobusek ku rêwiyan hildigirt li ser rêya sereke ya di navbera Şam û Siwêdayê de, ji aliyê Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ve hate gulebarankirin. Di encamê de jineke ciwan a bi navê Aya Selam hate kuştin û gelek sivîl birîndar bûn.
Êrîşê hêrs û xemgîniyeke mezin li cem xelkê Siwêdayê çêkir û welatiyan daxwaz kirin ku kesên berpirsiyar tavilê werin destnîşankirin û cezakirin.
Bi zêdebûna revandin, êrîşên çekdarî û komkujiyan re li deverên di bin kontrola Tehrîr el-Şam (HTŞ) ên cîhadîst de, valahiya ewlehî û bêqanûnî kûrtir dibe.