Çeteyên HTŞ’ê 4 caran agirbest binpê kirin

Çeteyên rêveberiya demkî yên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, 4 caran agirbest binpê kirin.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Parastinê ya rêveberiya demkî ya Sûriyeyê duh agirbestek ji bo 4 rojan ragihand. QSD’ê jî, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê pabendî agirbestê bibe û da zanîn ku heya êriş neyên kirin dê tu tevgerên leşkerî pêk neyne.

Piştî ragihandina agirbestê bi 10 deqeyan, çeteyên rêveberiya demkî yên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, 4 caran agirbest binpê kirin.

Çeteyên HTŞ’ê saet di 20.20’an de êrişî girtîgeha Eqtan a bajarê Reqayê ku çeteyên DAIŞ’ê lê hatine ragirtin kir. Navenda Ragihandinê ya QSD’ê, der barê êrişê de daxuyand ku şervanekî wê birîndar bûye.

Saet 21.11’an jî çeteyên rêveberiya demkî bi obîsan bajarê Zirganê yê kantona Cizîrê topbaran kir.

Nêzî saet 21.55’an, çeteyên rêveberiya demkî êrişî gundê Til Barûd ê li ser rêya Ebyet a başûrê Hesekê kir.

Di saetên derengiya şevê de çeteyan rêveberiya demkî hewl dan li bajarê Sirînê yê Kobanê pêş de werin, lê şervanên QSD’ê derbe li wan dan û wan neçar kirin ku paşde vekişin.

Hemwextî van binpêkirinên balafirên keşfê yên dewleta Tirk saet 00.37’an nuqteyeke ewlehiyê li gundê Hiwêcê yê bajarê Qamişlo û cihê kombûna erebeyan a nexweşxaneya Dil û Çav a heman bajarî bombebaran kirin.