Çeteyên girêdayî HTŞ’ê jinek ciwan a Kurd revandin

Heyfa Adil Tayyar a ji şêniyên bajarê Kobanê ye duh ji aliyê komên cîhadîst ên girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam li ser riya Helebê hat revandin û çarenûsa wê heya niha ne diyar e.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya binpêkirinên berdewam ên ku ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve li dijî sivîlên Kurd tên kirin, jinek ciwan a Kurd ji bajarê Kobanê dema xwest serdana xizmên xwe li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê bike, hat revandin.

Duh jina ciwan a bi navê Heyfa Adil Tayyar ji bajarê Kobanê kantona Firatê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser riya Dêr Hafêr-Helebê dema ku xwest serdana xizmên xwe li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê bike ji aliyê komek girêdayî cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve hate revandin. Çarenûsa Heyfa Tayyar tevî ku malbatê wê bang li rayedarên peywendîdar kir ku tedbîran bigrin, heta niha ne zelal e. 

Bûyerên revandin û çavtirsandinê madeyên 3 û 8 ên Peymana Helebê ku di 10'ê Adarê de di navbera Meclîsa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û komîteya ku nûnertiya rêveberiya demkî ya Sûriyeyê dike de hatiye îmzekirin, binpê dike.

Di madeya 8’an de hatiye destnîşankirin ku şêniyên herdu taxan serbest tevbigerin û ev bend ji bo kesên destê wan di rijandina xwîna Sûriyeyiyan de tune ye, derbasdar e. Madeya 3 jî Wezareta Karên Hundir bi hevrêziya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, mecbûr dike ku berpirsyariya parastina niştecihên her du taxan û misogeriya ku rastî tu cure êrîşê nayên, bigre ser xwe.