Çeteyên girêdayî dewleta Tirk 2 jinan qetil kir

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk bi ser malên gundê Kaxirê yê Efrîna dagirkirî de girt, 2 jin hatin qetilkirin û bi dehan birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Di nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê dispêre çavkaniyên xwecihî da zanîn ku çeteyên ʹEmşatʹ ên girêdayî artêşa Tirk bi ser malên Kurdan ên li gundê Kaxirê yê bajarê Mabeta yê bajarê Efrînê yê dagirkirî de girt. Di êrişê de li mêr û jinan da, di encamê de 2 jin hatin qetilkirin û bi dehan welatî birîndar bûn.    

Çavkaniyan anî ziman ku çeteyên bi ser malan de girtin, zêr û pereyên welatiyan dizîn, lê mîqdar nehat diyarkirin.

Ji wan jinên hatine qetilkirin, navê Nazliya Arif Tolê ya ji heman gundî hat aşkerakirin.

Heman çavkanî diyar kir ku duh êvarê ji heman gundî çeteyan welatiyê bi navê Idrîs Hec Elî revand û li hember serbestberdan 5 hezar dolar ji malbatê xwestin.

Çeteyên ʹEmşatʹ an jî ʹFirqet Sultan Silêman Şahʹ ên girêdayî artêşa Tirk beriya demekê 100 dolar li welatiyên bajarên Mabeta û Şiyê û gundên girêdayî wan ferz kiribû. Li kêlek wê jî gef li kesên pereyan nedin xwarin.