‘Çeteyên Fermana 2014’an, niha li Şêx Meqsûd û Eşrefiye ne’

Rojnamevanên Êzidî êrişên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk ên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye şermezar kirin û gotin ku yên van êrîşan dikin di sala 2014’an de fermanê li serê civaka Êzidî jî rakirine.

Şengal – Ji 6’ê Çileyê ve li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê êrîşên hovane yên çeteyên girêdayî HTŞ’ê û dewleta Tirk didomin. Li hemberî van êrîşan gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berxwedaneke dîrokî didin meşandin. Di heman demê de jî hemû Kurd û dostên wan li her derê cîhanê van êrîşan şermezar dikin. Rojnamevanên jin ên Êzidî jî, êrîşan şermezar kirin û nerazîbûnên xwe anîn ziman.

‘Yên ku 2014’an hewl dan civaka me qir bikin û yên îro êrîş dikin heman çete ne’

Rojnamevan Nûjîn Êzidî êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kir û diyar kir ku yên van êrîşan dikin di sala 2014’an de fermanê li serê civaka Êzidî jî rakirine û wiha got: “Van êrîşên ku li ser taxên Helebê berdewamiya êrîşên beriya deh salan in. Rêveberên hikumeta demkî çeteyên DAIŞ’ê ne. Dema ku mirov li wan mêze dike, dibîne ku heman kes in. Her wiha  êrîşên hovane li ser gel dikin û gel di qetlîaman re derbas dikin nîşaneyek berbiçav e. Bi van êrîşên xwe pir diyar e ku van çeteyan nexwazin di Sûriyeyê de aramî çêbibe. Ev demek dirêj e li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê êrîşên hovane berdewam dikin lê li hemberî van êrîşên hovane em berxwedana gel ji biçûk heya mezinan çawa ye dibînin. Bi rastî jî gel di nava berxwedaniyek bêhempa de ye.”

Nûjîn Êzidî ya ku got “Mirov dibîne yê ku van êrîşan gur dike û rê li ber êrîşan vedike dewleta Tirk e” wiha pêl da axaftina xwe: “Ger em bînin bîra xwe yê ku di sala 2014 de êrişê Rojava û Şengalê kir dîsa dewleta Tirk bi xwe bû. Di bin navê DAIŞ’ê de êrîşên xwe kirin û xwestin gel di qirkirinê de derbas bikin. Îro jî heman tişt e. Dewleta Tirk bi destên HTŞ’ê êrîş û qetlîamên xwe li ber çavên hemû cîhanê pêk tîne. Em hê jî di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne tevî ku gavên erenî hatine avêtin jî di bin navê cuda de dewleta Tirk êrîşên xwe dike. Ez bang li hemû Êzidiyan dikim û dibêjim ku gelê me xwedî li rûmeta xwe derbikeve. Em piştgiriya xwe ya ji bo Helebê dubare didin nîşandan. Ger pêwist bike heya dawiyê çi ji destên me were em e bikin û li ba gelê xwe bin.”

‘Van çeteyên hov in û mirov nîn in’

Rojnamevan Bêrîvan Çiya jî nerazîbûnên xwe anî ziman û bal kişand ser berxwedana gelê Şêx Meqsûd. Bêrîvan Çiya êrîşên çeteyan şermezar kir û got: “Êrîşên hovane yên HTŞ’ê şermezar dikim di serî de van êrîş û qetlîaman bi destên çeteyan tên kirin û yê ku êrîş dike jî dewleta Tirk e. Niha şerek pir germ li wir heye miletê me yê li wir heya dawiyê di nava berxwedaniyê de ye. Em dişopînin û em îro şahidî ji dîroka berxwedana taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye re dikin. Ev çete hov in û tu mirovahî li cem wan nîn e. Di tu zagonek şeran de destûr nayê dayîn ku nexweşxane werin bombekirin lê van çeteyan ji duh ve nexweşxaneya wan taxan bombebaran dikin û birîndarên wir jî di wê nexweşnxaneyê de ne. Heya niha jî milet li ber xwe dide û cihê xwe bernedane. Dijmin serî li her rêbazî dide. Lê divê dijminên Kurdan baş bizanibin ku nikare berxwedaniya gel bişkîne. Em van êrîşan weke rojnamevanên jinên Êzidî bi tundî şermezar dikin.”