Çeteyên dewleta Tirk ji bo berdana jinên hatibûn revandin pere dixwazin

Çeteyên dewleta Tirk ji bo her du jinên Kurd Norman û Fatima yên ku hatibûn revandin pereyan dixwazin.

Navenda Nûçeyan – Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker rojane sûcan dikin. 13’ê vê mehê, du jinên ciwan Norman Serhan û Fatima Salih hatin revandin. Hat zanîn ku çeteyan ji bo berdana wan gelek pere xwestin.

Her du jinên ciwan dema diçûn Helebê û ketin deverên hikûmeta vegûhêz a Sûriyê hatin girtin û têkilî bi wan re qut bû.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, her du jinên ciwan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatine revandin û birine baregehên çeteyên bi navê Sultan Silêman Şah/El Emşat ên li bajarê Şiyê yê Efrîna dagirkirî.

Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyan bi rêya hesabê Instagramê yê Normanê gelek caran bi malbatên her du jinan re têkilî kirin û ji bo berdana wan pere xwestine.

Norman li Almanya dima û ji bo serdana malbata xwe vegeriyaye Sûriyê.

Norman bi erebeyekê bi hevala xwe Fatma Salih re ketiye ser rêya Helebê û nêzî 20 hezar dolar bi wê re hebû.