Çeteyên dewleta tirk dest davêje ser nirxên gel
Jinên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember kiryarên dagirkeriya dewleta Tirk a li Minbica dagirkirî helwesta xwe nîşan dan û gotin: “Bi xirabkirina gorên pakrewanan, dixwazin tola DAIŞ’ê hildin.”
SÎLAV EL ÎBRAHÎM
Navenda Nûçeyan – Çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk ji kêliya ku kantona Minbic a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kiriye, dest bi kiryarên xwe kirine. Beriya çend rojan li Minbica dagirkirî çeteyan goristana tekoşeran ku nirxên herî pîroz ên civakê nin, rûxandin û destdirêjî li ser wan dikin.
Li dijî binpêkirin û destavêtinên çeteyan ên li hember gorên pakrewanan, xelkê herêmê hêrsa xwe bi tundî nîşan dan û ev kiryar şermezar kirin. Derbarê van kiryaran de dayîkên pakrewanan û jinên koçber ji ajansa me re axivîn û ev kiryar şermezar kirin.
‘Kiryarên dagirkeran nikarin bandorê li berxwedana me bikin’
Yûsra Mihemed Şerîf yek ji van dayîkan e. Dayîka tekoşêr Nisrîn (Nûda) a ku di sala 2016’an de di hemleya rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest daye û bi xwe ji kantona Qamişlo ye, kiryarên çeteyên dagirkeriyê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Dilê me bi şahadeta zarokên me disoje, lê bi şahadeta wan jî em serbilind in. Wêneyên pakrewanên me tirsekê ji çeteyan re ava dikin. Ji ber vê yekê goristan û wêneyên zarokên me dirûxînin û dişewitînin. Zarokên me li hember çeteyan bi xwîna xwe bûn kelem. Wan di eniyên şer de liberxwe dan û Minbic, Reqa û Dêrazorê ji çeteyên dagirkeriyê rizgar kirin. Divê kesên ku xiyanetê li xwîna pakrewanan dikin û destek didin çeteyan, li xwe vegerin. Kiryar û binpêkirinên çeteyan tu car nikare bandorê li berxwedana me bike û em ê heya dawiyê piştevaniya şervanên xwe bikin.”
‘Bi ruxandina gorên pakrewanan tola DAIŞ’ê distînin’
Nicimê Îbrahîm ku ji koçberên Minbicê ye û li Kobanê dijî, bal kişand ser kiryarên çeteyan û binpêkrinên ku li ser sivîlan pêk tînin û wiha got: “Çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk, bi awayek hovane êrişî Minbicê kirin, ji ber vê yekê milet neçar ma ji malên xwe koçber bibin, ji bo parastina rûmetên xwe ji kiryar û destdirêjiyên çeteyan bikin. Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê dema êrişî Minbicê kirin ji êrişên çeteyên DAIŞ’ê ne dûr bûn. Li Minbica dagikirî rojane kiryar ji kuştin, dizîn, wêran û rûxandina goristanên pakrewanan tên meşandin. Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bi kiryarên xwe tola DAIŞ’ê li herêmê hildidin, bi taybetî jî li Kobanê û bendava Tişrînê.”
‘Nirxên civakê yên pîrozî binpê dikin’
Nicimê Îbrahîm wiha dawî li gotinên xwe anî: “Di tu dewletek de nayê qebûlkirin ku gorên pakrewanan bên rûxandin û wêneyên wan bên binpêkirin. Ji ber fedakariyên şervanan em li Minbicê di nava ewlehiyê de dijiyan, piştî ku çete ew dagir kir, hemû nirxên civakê binpê kirin. Ev kiryar kiryarên çeteyên DAIŞ’ê dema ku Minbic dagir kiribû dubare dike. Pakrewan nirx û tiştên me yên herî pîroz in, ên ku destdirêjî li ser wan bikin wê bên tunekirin. Rol û hebûna rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî û civaka navnetewî li hember kiryarên dagikeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ve li kuderê ye?”