Çeteyan DAIŞ’iyan sûcên xwe îtiraf kirin
Çeteyên DAIŞ’iyên ku ji Sûriyeyê veguhestine Iraqê, li xwe mikur hatine ku wan li dijî Êzidiyan komkujî kirine û çekên kîmyawî bikaranîne.
Navenda Nûçeyan – Berpirsê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê Saed Mean di derbarê lêpirsîna ku bi çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji Sûriyeyê veguhestine Iraqê hatiye despêkirin de agahiyan parve kir.
Saed Mean ragihand ku di lêpirsînên despêkê yên bi DAIŞ’iyan re eşkere dibe ku ew çete tevli gelek sucên cûr bi cûr bûne. Çeteyên DAIŞ’ê li xwe mikurhatine ku wan li dijî Êzidiyan komkujî pêkanîne, her wiha di dagirkirina hin deveran de jî çekên kîmyawî bikaranîne.
Hêjayî bi bîrxistinêye Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê temambûna lêpirsîna despêkê ya zêdetirî 500 çeteyên DAIŞ’ê ku ji Sûriyeyê veguhestine Iraqê ragihand. Hejmara giştî ya wan çeteyên ji Sûriyeyê anîne Iraqê 5 hezar û 704 çetene ku hemwelatiyên 61 welatanin.