Çeteyan bombeyên gazê avêtin hundirê Nexweşxaneya Xalid Fecir
Çeteyên girêdayî HTŞ’ê ya cîhadîst û dewleta Tirk a dagirker, li gel êrişên bi tang, top û dronan, bombeyên gazê avêtin hundirên Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir.
Navenda Nûçeyan – Komên çeteyên girêdayî HTŞ’ê ya cîhadîst û dewleta tirk a dagirker ku ev 3 rojin bi hemû cure çekan êrişî nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a Şêxmeqsud dikin, niha jî bombeyên gazê di avêjin hundirê nexweşxaneyê.
Bombeyên gazê mirovan bê nefes dihêlin û xeteriya jiyanê çêdikin. Li Hundirê nexweşxaneyê jî nêzî 100 nexweş, birîndar, jin û zarok hene.