JINNEWS: Di meha Nîsanê de 30 jin hatin qetilkirin

Li gora daneyên ajansa JINNEWS’ê di meha Nîsanê de 30 jin û 2 zarok hatine qetilkirin, 15 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye bîlançoya tundî û qetilkirina jinan her ku diçe zêdetir dibe. Kiryar bêceza tên hiştin û sûcên li hemberî jinan bi gotinên desthilatê meşrû tên dîtin.

Li gorî çeteleya ajansa JINNEWS’ê di meha nîsanê de 30 jin û 2 zarok hatin qetilkirin. 15 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. 

Li Amed 1, Edirnê 1, Balikesir 1, Tekîrdag 1, Bolu 1, Kayserî 1, Mugla 1, Karabuk 1, Agirî 1, Kirikkal 1, Aydin 1, Çankirî 1, Mêrsînê 2, Mereşê 2, Enqerê 2, Manîsa 2,  Semsûr 2, Samsûnê 2, Antalyayê 2 û li Stenbolê jî 4 jin hatin qetilkirin.

 Zarokek li Îzmîrê û zarokek jî li Mereşê hat qetilkirin.

Ji van jinên hatin qetilkirin 11 jin ji aliyê mêrê ku pê re zewicî ve, jinek ji aliyê mêrê ku dest jê berdabû ve, 7 jin ji aliyê mêrên ku pê re di asta berdanê de bûn, jinek ji aliyê zarokê xwe ve, jinek ji aliyê birayê xwe ve, 3 jin ji aliyê mêrê ku ew pê re dijî ve, jinek ji aliyê xizmên xwe ve, 2  jin ji aliyê mêrê ku ew nas dikin ve, 2 jin ji aliyê hevalên xwe ve û 2 jin jî ji aliyê apê ve xwe hatin qetilkirin.