‘Çeka me rojnamegeran pênûsa me ye’

Rojnameger Soma Xalid a der barê Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd de axivî, got: “Divê rojnamegerên jin li dijî binpêkirinan, daxwaza mafên xwe bikin û bi yek deng û yek rengê, bi hev re bi pêşve biçin, kar li ser hêza xwe bikin.”

NERMÎN EHMED

Silêmanî – Ji bo bîranîna şoreşger Gurbetelî Ersoz di sala 2014’an de 7’ê Cotmehê weke Roja Rojnamegerên Jinên Kurd hat îlankirin. Ev roj xwe dispêre têkoşîna jinên ku ji bo heqîqet, azadiya jin û civakê, rizgarkirina erdnîgariya bê westandin ked û xebatan dane û bi wê berxwedaniyê xeta rojnamegeriya azad ava kirine. Di oxira rastiyê de Gurbetellî Ersoz û rêhevalên wê canê xwe feda kirin. Der barê Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd de rojnameger Soma Xalid a ji başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivî.

Rojnameger Soma Xalid der barê Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd de wiha got: “Di van salan de hejmarek berbiçav a jinan beşdarî xebatên çapemeniyê bûn. Niha jin tevî hemû astengî û binpêkirinên ku rastî wan tên karê ragihandinê weke erka xwe dibînin. Binpêkirinên li hemberî jinan li dezgehên ragihandinê û yên din de cuda ye. Herêma Kurdistanê ne cihekî karê rojanmegerî û azadiya fikir e. Em ne xwedî dezgehên ragihandina neteweyî ne. Ji ber wê plan û bernameya partiyên siyasî derdixin.”

‘Dezgehên ragihandinê li gorî berjewendiyên xwe jinan bi kar tînin’

Soma Xalid da zanîn ku di nava civakê de ji ber zihniyeta mer di nava dezgehên ragihandinê de jî cudakarî heye û wiha got: “Di piraniya dezgahên ragihandinê de jinan biçûk dibînin. Li gorî berjewendiyên xwe jinan bi kar tînin. Wan dezgehan ji bo pirsgirêka ciwan û perwerdeyê beşek kêm veqetandine, bûne zemînek ji bo şerê di navbera partiyên desthilatdariyê de. Yek ji erkên Wezareta Rewşenbîran ew e ku van dezgehên ragihandinê li gorî zagonan bi rêk û pêk bike. Li her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî başûrê Kurdistanê girtin û qetilkirina rojnamegeran didome. Ew rojnamegerên ku her dem dibin dengê azadiyê, dibin sedema tirsa desthilatdariyê. Ji ber vê çi li bakurê Kurdistanê çi jî li başûrê Kurdistanê be ji bo agahiyên rast neyên ragihandin rojnamegeran dikin hedef.”

‘Dixwazin dengê rojnamegeran qut bikin’

Soma Xalid bal kişand ser zextên li herêma Kurdistanê li ser rojnamegeran didomin û wiha got: “Bi riya gef, girtin û qetilkirina rojnamegeran, dixwazin dengê wan qut bikin û wan bitirsînin da ku careke din kar nekin û rastiyan dernexînin holê. Ji ber vê li tu navçeyeke herêmê, mafê fikrên azad nîn e. Dadgehên herêma Kurdistanê di bin desthilatdariya partiyên siyasî de kar dikin û di dosyayên rojnamegeran de destwerdaneke zêde heye. Divê ji bo çareseriya vê rewşê, gavên cidî bên avêtin. Ger ev metirsî berdewam bike, wê pirsgirêk kûrtir bibe û dengê azad nemîne. Hedefgirtina jinên rojnameger li başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, tirsa desthilatdariyê ya ji jinan nîşan dide. Jin bi berdewamî têkoşiyan û çeka wan pênûsa wan bû. Qetilkirina rojnamegeran me natirsîne. Em biryaradariya xwe ya ji bo berdewamiya riya wan dubare dikin.”

Soma Xalid di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê jin dema ku di dezgehên ragihandinê de rastî pirsgirêkan werin dengê xwe derbixin. Rêxistinên rojnamegeriyê û rojnameger divê li dijî binpêkirinan, daxwaza mafên xwe bikin û jin bi yek deng û yek rengê, bi hev re bi pêş ve biçin û kar li ser hêza xwe bikin.”