Çavê wê li pêşiya serkeftina wê nebû asteng

Aye Îqbal xwenkarek bi hêz û îrade ye, ruxmê ji sedî 2 çavê wê dibîne, karî di ezmûnên pola 12’an de ango ya zanîngehê de pileyek baş girt.

MÎHRÎBAN SELAM

Helebce – Li başûrê Kurdistanê daneyek rast li ber dest nîne ku rêjeya zarokên xwedî pêdiviyên taybet nîşan bide. Hinek bûyerên xwedî pêdiviyên taybet zikmakî ne û di zikê dayîkê de destpê dikin, hinek di dema ji dayîkbûnê de. Li Helebce zarokên xwedî pêdiviyên taybet wek bajarên din ên herêmê xwedî pirsgirêkan in. Lê belê hinek rêxistin û malbat girîngiyek taybet didin wan, bi vê rêyê ev zarok dikarin xwendinê bidomînin.

Aye Îqbal yek ji wan zarokan e ku rûniştvana parêzgeha Helebce ye. Aye, ji zaroktiya xwe ve bi pirsgirêkan re rûbirû ye. Çavê wê tenê ji sedî 2 dibîne. Di xwendinê de zor û zehmetî kişandiye û xwendina xwe bi zorê temam kiriye. Aye bi desteka malbat û kesûkarên xwe karî xwendina xwe bidomîne û di ezmûna dawî ya amadeyî de ji sedî 81,4 pile girtiye. Aye da zanîn ku di ezmûnên pola 12’an a amedeyî de pileyek baş girtiye.”

Hat xelatkirin

Aye tevî pirsgirêkên kêmdîtinê dijî, tu car dest ji xwendinê bernedaye. Aya, ji Wezîra Karûbarê Civakê xelata rêzdariyê girtiye. Aye spasiya malbat û mamostayên xwe kir ku gelek alîkarî dane da ku bikare bighê vê astê.

Her çiqas çareseriya çavê Aye Îqbal tunebe jî, bê hêvî namîne. Aye, li ser pirsa me ya derbarê xwendinê de, bersivek wiha da: “Ez ji beşa zimanê Îngilizî hez dikim. Ez dixwazim wê beşê bixwînim. Bi alîkariya amûreke, rojane dersan dixwînim û xwedinê didomînim.”