Çarenûsa 2 jinan ne diyare
Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî têkildarî binçavkirina 2 jinên Îranî ya ji aliyê rejîma Îranê ve agahî da.
Navenda Nûçeyan – Rejîma Îranê li hember azadî û îradeya jin û civakan di nava şerde jî dest ji pergala xwe ya qirker naberde. Bi taybetî jî li hember xwepêşanderên jin, ciwan û kesên azadîxwaz. Li gorî malperê ev du mehin Şeyda (22) ku 10’ê Çileyê di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêza rejîma Îranê ve li bajarê Quçanî ya Îranê hatibû binçavkirin û heta niha çarenûsa wê diyar nîne. Hate ragihandin ku tevî hemû hewldanên malbatê jî ti agahî nehatiye bidestixstin.
Di heman demê de tê gotin ku ev 12 rojin Leyda Recayî ya xelkê Nûr Abad ya Parêzgeha Mamasanî 25’ê Sibatê di dema xwepêşandanan de hatibû binçavkirin, heta niha ti agahî li ser çarenûsa wê jî nîne.