‘Çapemeniya Sûriyeyê di eşkarekirina binpêkirinan de rol nelîst’
Rojnameger Ronak Şêxê ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibû dengê jinên Elewî û Durzî û binpêkirinên rêveberiya demkî ya Sûriyeyê eşkere dikir, got: "Çapemenî di eşkarekirina binpêkirinan de rol nelîst."

SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Di 7 mehên dawî de û bi taybet piştî têkbirina rêjîma Baas ji hêla cîhadîsên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve li dijî gelên Elewî û Duziyan binpêkirin hê didomin. Di hin dîmenên ku dema qirkirinê de hatibûn belavkirin, çeteyan behsa desteserkirin û destdirêjiya ser jinan dikirin. Di vir de rol û misyona çapemeniyê çi bû, binpêkirin û kiryar hatin eşkerekirin an na û gelo saziyên çapmeniyê bûn dengê mexdûran an na, ew jî cihê nirxandinê ye.
Rojnameger Ronak Şêxê ya ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa Elewî û Durzî û qirkirina ku pê re rûbirû mane dişopand û kêlî bi kêlî radigihand, ji ajansa me re behsa hinek xalên girîng kir.
Ronak Şêxê got ku di nava 14 salan de jin herî zêde bi tundiyê re rûbirû mane û wiha berdewam kir: “Jinên Sûriyeyê koçberî, êş û azaran jiyan, bi tundiya fizîkî, zayendî û hişmendiya paşverû re rûbirû man. Jinên ku ji girtîgehên rejîma Baasê derketin, sûcên giran li dijî wan hatibûn kirin. Piştî ketina rêjîma Esed jin bi hêvî bûn ku hişmendiya heyî were guhertin û di mercên bi ewle de bijîn. Lê niha xeterên mezintir li pêşiya jinên Sûriyeyê hene.”
'Bûyerên li Suwedayê armancên rêveberiya demkî nîşan da'
Ronak Şêxê rewşa ku jinên Sûriyeyê bi hatina rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ku di destê cîhadîstan de ye, dijîn wiha pênase kir: “Bi guhertina desthilatdariyê re jin ji berê zêdetir bi tundiyeke mezintir re rûbirû man. Bi taybet bi hebûna çeteyên tundrew di Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de ev rewş dijwartir bû. Ev çete xwedî paşperde û çandeke olî ne ku ji xwe re girtina jinan û bazirganiya li ser wan rewa dibînin. Bûyerên ku li Suweydayê çêbûn nimûneyeke ji armancên rêveberiya demkî ye. Jin bi gelek tundî û binpêkirinan re rûbirû man."
Li şûna hesab bixwaze wan diparêze
Ronak Şêxê wek rojnameger hêzên herêmî û navdewletî sûcdar dibîne û wiha sedema wê tîne ziman: “Li dijî bûyerên ku li peravên Sûriyeyê çêbûn, revandina jinên Elewî bigre heta gelek kiryaran li dijî her tiştî bêdeng bûn. Di raporên ajansan de hatin diyarkirin ku sûcdar kî ne, lê dewletên mezin ev rapor paşguh kirin. Berovajî wê piştgirî dan qelsbûn û veşartina lêkolîn û belgekirina komîteya girêdayî rêveberiya demkî, di îsbatkirina sûcên ku li peravên Sûriyeyê çêbûne.”
'Komkujiyên Durziyan dê wek komkujiyên Elewiyan bê ceza bimîne'
Ronak Şêxê bal kişand ser bêdengiya li hember sûc û binpêkirinan û got ku ev yek rê li ber binpêkirinên nû yên berfireh vedike û rêwatiyê dide hikûmeta demkî û wiha pêl da gotinên xwe: “Sûc û binpêkirinên ku rêveberiya demkî li perava Sûriyeyê kirin û bê hesab derbas bûn, dê li suwêdayê jî bê hesab û ceza derbas bibin. Ev jî rê li ber domandina binpêkirinan li dijî mezhebên dîtir, vedike. Sûc tên dîtin lê bêdengî dewam dike. Her wiha dibe jin bi kiryarên mezintir re rûbirû bimînin. Dewletên ku bêdengiyê dipejirînin bê guman piştevaniyê didin rêveberiya demkî ku xwedî bingeheke tundrew hebûna jinan paşguh û tune dihesibîne. Tundrewî rengê hikûmetê serdest dike, bi awayekî pir takekesî tevdigerin û yên din paşguh dikin.”
'Çapemenî rol di eşkerekirina binpêkirinan de nelîst'
Ronak Şêxê da xuyakirin ku çapemenî xwedî rol û misyonek girîng e û wiha azadiya çapemeniyê û zimanê ku tê bikaranîn li Sûriyeyê bi bîr xist: “Di serdema rejîma Baasê de azadiya çapemeniyê hatibû astengkirin û şopandina bûyeran dihat qedexekirin. Di rêveberiya demkî de jî azadiya çapemeniyê tê astenkirin. Weke rojnamegerek ez azadiya çapemeniyê li Sûriyeyê nabînim ku biçim bûyeran bişopînim bêyî ku rastî lêpirsîn û gefxwarinê werim. Çapemenî bi awayekî exlaqî û pîşeyî rola xwe di eşkerekirina binpêkirinên rêveberiya demkî de nalîze. Tevî rapor û lêkolînan ên ser qirkirina Elewiyan lê ji aliyê rêveberiya demkî de tu girîngî jê re nehat dayîn. Rola çapemeniyê tê paşguhkirin."
Desteserkirina jinan wê Sûriyeyê veguherîne serdema navîn heta serdema cahiliyetê
Ronak Şêxê got ku ew ne tenê weke rojnameger weke jinekê jî ji binpêkirinên çêdibin bi fikar e û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Tirsek ji domandina van binpêkirinan li herêmên din heye. Çawa çeteyên wiha tundrew bi awayekî bêserûber jinan destser dikin û digrin, wek xenîmetên şer dibînin, ji ber ku ji ol û neteweyek cuda ne. Em ji civaka navdewletî dixwazin bi cidiyet li ser komkujiyên ku li Sûriyeyê çêdibin raweste. Bi taybet derbarê binpêkirinên ku li ser jinan. Ger rewşa Sûriyeyê wiha bimîne wê vegerek li serdema navîn û serdema cahîliyetê çêbibe û dibe ku Sûriye bibe Efganistana duyemîn. Di wextekî ku em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî azad dijîn de, em bi îsrar in ku azadiya me bi dest xistiye biparêzin.”
‘Rojnamegerên Ereb û biyanî ji rewşa Sûriyeyê bi guman in’
Ronak Şêxê bal kişand ku rojnamegerên Ereb û biyanî jî ji rewşa Sûriyeyê bi guman in û wiha helwestên wan bilêv kir: “Ji ber têkiliyên min bi rojnamegerên jin ên Ereb û biyanî re hene, dibînim ku ew jî bi guman li rewşa Sûriyeyê dinêrin. Rojnameger raporên ku li vir tên amadekirin û ji wan re tên şandin parve dikin. Piştgiriya xwe nîşan didin û hewl didin sûc û sûcdaran eşkere bikin. Lê hinek rojnamegerên jin hene rûyê rêveberiya nû, nîşan nadin alîgirên wan in, hewl didin dengê jinan xirab bikin û rûyê rêveberiya nû baş nîşan bidin. Di demekê de ku rojnamegera jin Zêna Şehla li Şamê rastî axaftinên ji rêzê û tundiyê tê, gelo rêveberiya Şamê nikare van binpêkirinan rawestîne û lêpirsînekê dest pê bike. Çapemenî jî di xeterê de ye.”
‘Pêwîstî bi hevgirtinê heye’
Ronak Şêxê di dawiya axaftina xwe de banga hevgirtinê kir û got: “Em di pêvajoyeke pir xeternak re derbas dibin, pêwîstiya demê bi hevgirtinê heye. Pêwîst e dest ji hişmendiya mezhebperestî, netewperestî û hişmendiya eşîrtiyê were berdan. Dibe ku em giştî bibin hedefa binpêkirinan. Dibe ku sibê hişmendiya tolgirtinê zêdetir bibe. Sûriye veguheriye qada çalakiyên tolhildanê. Ji lewre divê ku em zêdetir li dijî zimanê kîn û nefretê bixebitin û gavek bi pêş ve bavêjin.”