Çapemeniya azad li dijî êrişan rêwîtiya ji bo rastiyê didomîne
Li dijî desthilatdariya ku dixwaze rastî veşartî bimînin; rojnameger bi pênûsên xwe li dijî hemû polîtîkayên êrişan rastiyê dinivîsînin û ji bo jiyana bi rûmet berxwedaneke bi cesaret raber dikin.
SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan – Du wêne... Di herduyan jî rûyê biken û ronî. Yek weke navê xwe bi kenê xwe cîhanê germ dike, yek bawerî dide. Di nava du darbestên ku bi kulîlkan hatine xemilandin û rengîn de du can. Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, jiyana ku di oxira rastiyê de derbas kirine ji hevriyên xwe re dihêlin û xatir dixwazin.
Rojnamgerên ku ji bo rastî di tarîtiyê de nemînin û bi can û dil di nava şer de dixebitin û jiyana xwe feda dikin, xwedî kevneşopiya çapemeniya azad in. Ew; her dem, bi her awayî dibin hedefa êrişan û şîdetê. Ji aliyekî ve bangên “li dijî vê hovîtiyê dengê xwe bilind bikin” tên kirin, kesên ku ji bo tiştên diqewimin ker, kor û lal dimînin weke ku ‘tiştek nebûbe’ jiyana xwe didomînin. Rojnamgerên ku rastiyan bi hemû aliyan derdixin holê, ji bo rastî were zanîn û bihîstin hewl didin, ji ber nasnameya xwe ya Kurd, gelek caran tune tên dîtin.
Tiştekî ku were pîrozkirin tune ye!
Li Tirkiyeyê Zagona Çapemeniyê ya 212 ku mafên civakî û aborî yên kedkarên çapemeniyê dixe bin temînatê di 10’ê Çileya sala 1961'ê de ketiye meriyetê. Ji ber wê ev roj weke “Roja Rojnamegerên Dixebitin” tê pîrozkirin lê îro rapor û bi dehan dane nîşan didin ku li welat tiştek ku were pîrozkirin tune ye. Bidestxistina vê rojê di mercên wê demê de hêsan nebû. Xwediyên neh rojnamegerên bi bandor bi hinceta ku “fikarên pîşeyî” çêbike, belavokek hevpar belav kirin û rojnameyên xwe sê roj girtin.
Ji bo biryara xwediyên rojnamegeran, rojnamegerên ku wê demê çalak karê xwe dikirin, derxistina rojanemegerek bi navê “çapemenî” bû, sê roj li pey hev weşandin. Vê pêşketina di dîroka çapemeniyê de bi navê "bûyera 9 patronan" tê zanîn; bûn sedem ku pêşî "cejn", piştî muxtiraya 1971’ê jî roja 10’ê Çileyê bibe Roja Rojnamegerên Dixebitin.
Perçeyek ji têkoşînê
Rojnamegeran di sala 2025’an de jî di bin mercên şîdet, gefa darazê, girtin, îşkence û qetilkirinê ber bi roja 10’ê Çileyê ve diçin. Karneya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê her sala ku diçe li gorî ya bi başve dikeve. Roja 10’ê Çileyê ku weke perçeyek ji têkoşînê tê dîtin, ji bo rojnamegeran, roja ku mafên wan ên bidestketî tên binpêkirin, zext û sansura li ser çapemeniyê zêde dibe tîne bîra wan. Hewldanên saziyên çapemeniya serbixwe, di nava bêderfetiyan de zortir dibin, rojnameger, hebûna xwe bi xebat û şer didomînin. Sala 2024’an bû saleke ku riya gelek rojnamegeran ber bi girtîgeh, dadgeh û qereqolan ve çû, malên wan hatin serdegirtin û belavkirin, hatin derbkirin û gef li wan hat xwarin. Tevî van hemûyan, rojnamegeran bi îsrar karê xwe domandin, li aliyekî jî parastina azadiya agahîgirtinê kirin. Kesên ku rojnamegeriyê tenê weke nivîsandinê nabînin, bi derxistina rastiyan re bi dirûşma “çapemeniya azad civaka azad e” derketin rê, pênûsên xwe girtin dest xwe û bê tirs pê li deklanşorê kirin.
Li Tirkiyeyê tablo xeter e
Saziya Ramanê Freedom House di 2024’an de, Rapora li Cîhanê Azadî de, xuya dike ku Tirkiye di pûana azadiyê de di 10 salên dawî de yek ji welatên ku herî zêde bi paş ketiye ye. Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya 2024’an a Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas a Navneteweyî (RSF) amade kiriye jî nîşan dide ku Tirkiye di navbera 180 welatan de, di rêza 158'an de ye. Di tabloyê Tirkiyeyê ji Filistînê kêmtir e. Bi van raporan diyar dibe ku Tirkiye di kategoriya welatên ku rewşa wan “pir xirab” de cih digre. Di vê xebatê de li dijî zextên siyasî yên dewlet û aktorên siyasî, asta desteka ji bo serxwebûna medyayê jî tê diyarkirin. Li gorî vê; Tirkiye her sal bi paş dikeve. Mînak di pêvajoyên hilbijartinê de ‘alîgiriya’ saziyên giştî yên weşanê û girtina bi dehan rojnamegerên ku di çapemeniya Kurd de dixebitin, weke faktorên polîtîk ên girîng ên azadiya çapemeniyê qels dikin tên dîtin.
43 rojnameger girtî ne
Li Tirkiyeyê azadiya ramanê di 20 salan de ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve bûye amûra êrişê. Di encama polîtîkayên desthilatdariyê de pêşî li zelaliyê hat girtin, gihîştina agahiyên rast zortir bû. Ji bo rojnamegerên ku diyar kirin azadiya ramanê tenê maf nîn e di heman demê de li welatên demokratîk, şert e çova darazê nîşan dan. Li gorî rapora Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê ya 2024’an; di vê salê de 118 rojnameger hatine binçavkirin. Ji wan 26 kes hatin girtin, 91 rojnameger di dema şopandina nûçeyan de hatin astengkirin, 62 ji wan rastî muameleya xirab hatin, li dijî 47 rojnamegeran êriş çêbûn û 79 rojnameger bi awayên cur be cur gef li wan hatin xwarin. Li 74 rojnamegeran doz hat vekirin, lêpirsîna 55 kesan jî veguherî dozê.
Li Tirkiyeyê her roj bi zêdebûna hejmarê re li gorî daneyên dawî, ji 442 dosyayan rojnameger tên darizandin. Li Tirkiyeyê hejmara rojnamegerên girtî 43 tê diyarkirin.
Girtin û astengkirin
Li welat biryarên BÎK, RTUK û dadgehê veguherîne amûra cezakirinê. Astengkirina malperan, cezayên berhevkirin û rawestandina bernameyan li pey hev hatin dayîn. Tenê di sala 2024’an de, 501 malperên înternetê hatin girtin; gihîştina 5 hezar û 260 nûçeyan hat astengkirin. Di sê mehên destpêka salê de jî biryarên berhevkirinê xistin dewrê, ji bo 50 rojname û kovaran biryara verhevkirinê hat dayîn. Medyaya dîjîtal jî ji van zextan para xwe girt. Rojnamegerên ku li ser nelirêtiyan nûçeyan çêkirin, ji hesabên xwe yên şexsî rojevê nirxandin, bi ser malên wan de hatin girtin.
Ji ber nûçeya fuhûşê serdegirtin
Rojnameger Rabîa Onver ji ber ku bi weşana zindî ya TV’yê li ser nûçeya xwe axivî û diyar kir ku li Colemêrgê ‘fuhûş’ weke rêbaza “şerê taybet” tê bikaranîn bi ser mala wê de hat girtin. Mijara nûçeya Rabia Onver ew bû ku jina bi navê Ayşegul Akdogan li bajar çeteyek ji 25 kesan ava kiriye û gefan li jinan dixwe, şantaj li wan dike û wan bi zorê hînê madeyên tiryarê dike. Der barê vê nûçeyê de li TBMM’ê sê pêşniyarên pirsê hatin pêşkêşkirin. Li cihê kesên di nûçeyê de navê wan derbas dibe, doz li rojnameger Rabia Onver hat vekirin. Hevdîtina rojnamegeran bi çavkaniyên nûçeyan re, nameyên ku wan çavkaniyan ji rayedaran re nivîsandine, axaftina bi telefonê, çûyîna bajarek, pirtûkên dixwînin, heta pereyê ku ji cihê kar digrin jî weke delîl hatin pêşkêşkirin.
5 rojnameger hatin qetilkirin
Êrişên desthilatdariya AKP-MHP’ê tenê li sînorên Tirkiyeyê neman. Rojnamegerên Kurd hatin hedefgirtin û qetilkirin. 8’ê Tîrmehê di êrişa SÎHA’yê de li Şengalê nûçegihana ÇIRA TV Medya Hesen û nûçegihanê ÇIRA FM Mirad Mîrza û ajokarê wesayîdê hatin hedefgirtin. Di êrişê de Mîrza jiyana xwe ji dest da. 11’ê Tirmehê PDK’ê nûçegihana Medya Zoomê Hejîn Fetah, kameramanek û ajokarê wan rehîn girt. Mûrat Yazar ê ku bi armanca kişandina wêneyan çû Herêma Federal a Kurdistanê, 14’ê Tirmehê li Zaxoyê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hat binçavkirin. 23’yê Tirmehê asayîşa Silêmaniyê nûçegihanê Rojnewsê Dêrîn Rehîm binçav kir û dest danî ser alavên wî. 23’yê Tirmehê li herêma Seyîdsadiq a Silêmaniyê wesayîdek sivîl hat bombekirin. Di wesayîdê de rojnameger Hêro Bahadîn û Gulistan Tara jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî di 19’ê Kanûnê de SÎHA’yên Tirkiyeyê wesayîdek li herêma Tişrînê ku li ser ‘çapemenî’ nivîsandîbû bombe kir. Di wê êrişê de rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jiyana xwe ji dest dan.
Rojnameger li kenê wan xwedî derdikevin
Berxwedana rojnamegeran li dijî hemû êriş û astengiyan berdewam dike. Bi qetilkirina rojnamegeran re, her çendî armanc birandina dengê wan be jî; dijberî wê kesek din li çapemeniya azad zêde dibe.
Bi zêdebûna hevgirtinê re, li dijî van êrişan, pêwîstiya têkoşîna hevgirtî jî her diçe zêdetir weke peywirek dikeve pêşiya rojnamegeran. Rojnamegerên li pey rastiyê; li kenê Nazim û Cîhan xwedî derdikevin û dirûşma ‘Çapemeniya azad, civaka azad” dubare dikin û zêdetir bi rastiyan ve tên girêdan. 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin, îsal jî weke roja berxwedanê tê silavkirin.