Çanda destdirêjiyê – 2

Şer û aborî sedemên sereke ne ku jin dibin qurbaniyên çanda destavêtinê li seranserê cîhanê. Tevgerên azadiya jinan heta ku kiryarên ji ber şer eşkere nikarin li ber xwe bidin.

PELŞÎN TOLHILDAN

Têkoşîna li dijî destavêtinê ji bo tevgerên jinan ên li her devera cîhanê çiqas dijwar be jî divê li ser qanûnên wan welatan lêkolîn bikin, wan saz bikin û li dijî wan têkoşîneke hiqûqî bimeşînin. Ger mafên ku di qada hiqûqî de hatine bidestxistin bi guhertin û veguhertina demokratîk a di qada civakî de neyên destekirin, tu feydeya bidestxistina wan tune ye. Ji ber ku her destkeftiyek di qada hiqûqî de dibe sedema guhertin û veguhertina civakî. Ji ber vê yekê jî bidestxistina hişmendiya mafên jinan û hêza rêxistinî ji bo tevgerên jinan niha mijareke pratîkî ye.

Bi şer û aboriyê jinan dikin mexdûrên çanda destavêtinê

Du faktorên sereke yên ku jin bûne mexdûrên çanda destavêtinê û li hemû cîhanê serdest in şer û aborî ye. Dema ku welat, gel û nirxên jinan vediguherin qadên şer ew bi kabûsên destavêtinê re rûbirû dimînin. Eger li welatekî şer hebe, polîtîka, stratejî û pêkanînên li ser jinan dijwartir dibin. Ger em li şerê li dijî gelê Kurd binêrin, em ê bi bûyer û daneyên heyî vê yekê bi zelalî bibînin. Rastiya civaka Kurd ji aliyê rejîmê ve hat analîzkirin û polîtîkayên têkildarî jinan hatin şopandin. Yek ji wan belavkirina fuhûşê û fîlmên pornografîk e.

Jin ji bo 'kêfê' tên bikaranîn

Yek ji nûnerên herî diyar ên tevgera femînîst a dijî pornografiyê li Amerîkaya bakur Catherine MacKinonne, "pornografiyê" bi vî rengî pênase dike: "Pornografî di heman demê de nijadperestiyê teşwîq dike. Eger em li dubarebûna wê bifikirin, bi taybetî li herêmên şer em ê têbigihîjin ku jin çiqas zirarê dibînin. Yek ji polîtîkayên ku di dema şer de tên meşandin jî pêşkêşkirina jinan a bi armanca 'kêfê' ye. Ev jî cureyek desteserkirina mafên jinan e. Ji ber pirsgirêkên aborî jin hatin kirîn, dizîn, bi xapandin û bi sozên derewîn ên xebatê hatin girtin. Ev jî li ser bingeha înkarkirina mafên gerdûnî ye. Di nîvî salên 1990'î de zêdetirî 500 jinên ji Fîlîpîn û Yekitiya Sovyeta berê bi navê kar lê ew ji bo "kêfê" ji Koreya başûr re hatin firotin. Bi taybetî li bajarên nêzî baregehên leşkerî yên Netewên Yekbûyî hatin bicihkirin.

Tundî ranebe çanda destavêtinê wê xwe bidomîne

Tevgerên azadiya jinan bêyî ku çanda şer nas bikin û derxin holê nikarin li dijî destavêtinê li ber xwe bidin. Nivîskara femînîst Lucinda Marchal vê yekê dibêje: "Jehra mîlîtarîzmê her çendî zêde bibe û şîdeta li ser jinan bidome, wê tu carî aştî bi wateya rastîn pêk neyê." Ev tê wateya ku ger tundiya li ser jinan neyê rawestandin wê çanda şer her dem xwe bidomîne.

1994'an bi navê 'Sala şermê' ya Cezayîrê tê nasîn

Nivîskara Cezayîrî Fadîle Farûk di romana xwe ya bi navê “Taa El-Xecel” a ku navê wê yê rojnamevana qehreman e de hinek daneyên li ser revandin û destavêtina jinan li Cezayîrê wiha pêşkêş dike: "Sala şermê... Sala 1994’an ku di wê salê de 151 jin hatin qetilkirin û 12 jinên ji jîngeha gundan a xizan hatin revandin. Piştre, bi destpêkirina sala 1995'an revandin û destavêtin bû stratejiyeke şer. Komên Îslamî yên çekdar (GIA) di daxuyaniya xwe ya jimare 28 de ku di 30'ê Nîsanê de hat weşandin de ragihandibûn ku qada şerê xwe berfireh kiriye. Bi kuştina dayik, xwişk û keçên dîndaran xeleka serkeftina xwe em ê berfireh bikin" Ji ber vê yekê di wê salê de 550 bûyerên destavêtina keç û jinên di navbera 13 û 40 salî de hatine tomarkirin. Di navbera salên 1994-1997'an de hezar û 13 jin bûn mexdûrên destavêtina terorê û di destpêka sala 1997'an de 2 hezar jin bûn mexdûrên destdirêjiyê. Hinek kes dibêjin ku hejmar ji pênc hezar bûyeran derbas dibe û tu kes hejmarên rast nizane. Desthilatdar jî mîna mexdûran di bin heman qanûna bêdengiyê de ne."

Bi riya aborî civakê ber bi qirkirinê ve dibin

Sedema duyemîn jî nebûna pirsgirêkên civakî yên ji çanda şer serbixwe ne. Di rastiyê de, civakên ku ji şerekî demkî yan mayînde dikşînin an jî yên ku di bin polîtîkayên curbecur ên dewletan de xizan in, ji hêla pergala kapîtalîst ve tên desteserkirin. Rastiyek e, pergala kapîtalîst a mêr li ser tevahî mirovahiyê ferz kiriye. Dema em behsa çanda destavêtinê û têkoşîna li dijî wê bikin; em ê bi zelalî fêhm bikin ku kapîtalîzm çawa aboriyê li dijî civakan bi kar tîne û êrîşî wan dike. Tiştên ku bi riya aborî li ser civakan tê ferzkirin ne tenê destavêtin e, qirkirin e.

Divê aborî ji zihniyeta mêtîngeriyê bê rizgarkirin

Li welatên xizan li hemberî jinan jî polîtîkayên taybet tên meşandin. Zihniyeta kapîtalîst li ser xeta "Heta ku pirsgirêkên aborî hebin û jin neçar dimînin zarokên xwe mezin bikin divê li bazaran bên pêşkêşkirin" dimeşe. Ger jin li dijî çanda destavêtinê bi awayekî radîkal têbikoşin divê aboriyê wek afirandina xwe bibînin, di lêkolînan de bi îsrar bin, çavkaniya pirsgirêkên aborî tesbît bikin û wan analîz bikin. Ger aborî ji zihniyet û çanda mêtingeriyê neyê rizgarkirin, polîtîkayeke aborî ya ku bi kêrî gelan û jinan tê, nabe. Her wiha ger polîtîkayên heyî bidomin wê ne jin û ne jî gel ji rewşa “ji bo destavêtinê amade ne” bikaribin rizgar bibin.

Ez ê ji we re bibêjim lê hûn ê fêm bikin?

Li bakurê Kurdistanê dema ku zarokek keç bi navê N.C 28 karmendên hikumetê destdirêjî lê kirin, doza wê heft sal domiya. Ev keçik bi gotina “Ez ê ji we re bibêjim, lê hûn ê fêm bikin? Ev neh sal in ez nikarim razêm” trajediyeke ku mirov heta kûrahiya hebûna xwe hîs dike, tîne ziman. Loma divê em heta radeya ku li ser aliyên trajîk ên vê çîrokê biaxivin, berxwedêr û bi biryar bin.

Divê çavkaniyên çanda destavêtinê bên zanîn

Dibe ku min çîroka dijberiya çanda destdirêjiyê bi qasî ku min çîroka derketin û pêşketinên wê bi zimanê nivîsa xwe ya berê vegotiye, negotibe. Ji ber ku mijar xwediyê gelek aliyên rojane û bi êş e. Bi milyonan qurbaniyên wê hene. Dema ku ev kabûs li dora civakê dipêçe, mirov wisa hîs dike ku tu carî nikare jê şiyar bibe. Di nivîsa xwe ya berê de min hewl da ku gav bi gav çîroka derketin û pêşketina vê kabûsê vebêjim, lê di vê nivîsê de min hewl da ku kar û erkên me yên di vê warê de dest nîşan bikim. Pêwistiya hişyarkirina we ji vê kabûsê bi taybetî jî ya me jinan dît. Divê em bawer bikin ku jiyana bi vê kabûsê ne çarenûsek e ku li ser eniya me hatiye nivîsandin û divê em her dem hev û civakên ku em tê de dijîn şiyar bikin. Bi qasî ku ev kabûs bi îsrar û serhişk e divê em bi heman rengî û zêdetir bi îsrar bin û dibe ku kêmasî û pêwistiya vê nivîsê ev be. Divê em bênavber têbikoşin. Ji bo wê jî divê em bizanibin li ku çawa û bi çi şer bikin. Ji ber vê yekê divê em çavkaniya çanda destavêtinê nas bikin û ger careke din li me bide divê em wê analîz bikin. Li hemberî derewên ku em bi efsaneyên mîtolojiya Sumeran xapandine divê em efsaneya xwe ya rast biafirînin.