Çanda destdirêjiyê – 1
Malbat yek ji saziyên ku divê jin li dijî çanda destavêtinê têbikoşin e û ji bo têkoşîna wê biserkeve, divê xwedî têgihiştineke felsefî ya berfireh be.

PELŞÎN TOLHILDAN
Destdirêjî têgeheke ku rê li kûrahiya canê we vedike û ger hûn jê derxin an jî red bikin, ew serhişk e ku ew ê bi we re bimîne. Her çend hûn hewl bidin xwe jê xilas bikin jî, ew di jiyana rojane de bi we re dimîne. Ew xwe di xeyalên we de û li cîhên ku hûn ne li bendê ne, di mal de û li qadên karê rojane de vedihewîne. Tu kes vê peyvê nabêje, lê wateya wê di canê de xwe derbas dike. Ev jî gotina Xelîl Cibran tîne bîra me: "Raman çûk e, ger di qefesa axaftinê de were girtin, ne gengaz e ku bifire."
Destdirêjî dibê kabûs ji kesên ku dixwazin xwe jê rizgar bikin re
Dema ku ev tê gotin giraniyek li ser ruhê we çêdibe, bi helwesteke tinazî difire diçe û li dem û mekanên din çekên xwe dihêle. Her kesek ku biryara xilasbûnê ji vê têgînê bide, jê re dibe kabûs. Di kêliyek an jî di demek de winda dibe û hûn difikirin ku qediyaye. Lê hûn dibînin ku di nav rûpelên jenosîdê de dijîn, dighîne asta şikestineke civakî û giyanî. Bayê xwe mîna naleta serhişkiyê li gel hemû êşan dixe û dihêle hûn bawer bikin ku hûn bi xezeba xwedeyan re rûbirû ne. Gava ku hûn bipirsin gunehê min çi ye? Hûnê bibînin ku gunehê we çi ye.
Ev kabûs bi zanebûn hatiye çêkirin
Ma hûn dizanin çi bû sedem ku ez van rêzan li ser têgîna destavêtinê binivîsim? Pêşî, dixwazim diyar bikim ku ev kabûs ne mijarek kesane ye, ew kabûsek civakî ye ku bi hezaran salan vedigere. Ew ruhê civaka tune kiriye, tu erdnîgarî, dem, netew û nijadan nas nake. Ji aliyê desthilatdarên serdest û kapîtalîst ve ev kabûs bi zanebûn tê çêkirin, da ku giyan û laş bixwe.
Ji bo derbaskirina vê kabûsê vegerîna li dîrokê girîng e
Destavêtin bi behskirina wê naqede, hovtir dibe. Em bindest in, ji bilî eşkerekirina wan, kêmkirina bandora wan û paqijkirina feraseta xwe ji kolonyalîzm û destdirêjiyê tu rê tuneye ku em termên ku me kole dikin, ruh û laşê me dikin kabûs eşkere bikin. Ji bo ku em ji vê kabûsê hişyar bin, divê em hebûna wê hîs bikin û wê nas bikin. Piştre li lêgerîna çawaniya bidawîkirina wê bigerin. Lê pêşî, divê em li terma ku vê kabûsê vedijîne bigerin û lêgerîna ji bo dîtina çavkaniya wê bidomînin. Ji bo derbaskirina vê kabûsê vegerîna li dîrokê gavek girîng e. Ger em bi kabûsên xwe re rû bi rû bimînin an jî bi şertên ku piştgiriyê didin wê û îradeya xwe ya afirandina hişmendiyek ku bikaribe bi ser bikeve nîşan bidin, wê demê em dikarin ber bi gavên pêşîn ên serkeftinê ve bipêş bikevin. Tiştê ku me kişandiye an jî em dikşînin ji ber civaka bajêr a di serdema Sumeran de ye. Li gor gelek lêkolîneran, yek ji nirxên ku li ser navê bajêr hatiye afirandin tecawiz û tecawizkar e.
Destdirêjî tunebû
Çawa ku bûyera kabûsa destavêtinê xwedî çîrokeke çêbûn, mezinbûn û pêşketinê ye, ew çîrokeke têkoşîn û serhildanê ye jî heye. Ne jin û ne jî civak tu carî teslîmî çanda destavêtinê nebûne. Di her serdemekê de destavêtin bûye navgîneya desthilatdariyê û rastiyek rasteqîn e. Berxwedan, bersivdayîn û têkoşîna li dijî wê jî bi heman awayî rast e. Di destpêka pêkhatina mirovahiyê de şopa destdirêjî, kontrolkirin û desteserkirinê tune bû. Gotina "Tu ya min î û hemû mafên te yên jiyanê di destê min de ne" jî tunebû. Ji ber ku hevgirtin, lihevkirin û hebûna li ser hevsengiyê modela rastîn a hebûna wê demê bû.
Destavêtin wek hemû rê û rêbazên rêjîma otorîter û çanda ku afirandiye dûrketina ji cewhera xwe ye. Ev jî şêwazek ji holê rakirina hev û parastina hebûna xwe ya bi riya kolonyalîzmê ye. Ji ber vê têkoşîna li dijî her tiştê ku çanda destavêtinê ji holê rakiriye, di wateya rast de rawestana rûmeta hebûnê ye.
Berxwedan li hember çanda destavêtinê tu car dudilî nebû
Ez dizanim ku jiyan ji her cure ravekirin û ronîkirinan dewlemendtir û wêjeyîtir e. Niha divê em jiyana vê çîrokê di wateya wê ya giştî de hîs bikin. Divê em bizanin ku berxwedan di hemû serdeman de li hember çanda destavêtinê dudilî nebû. Tevî ku destavêtin di pîroziya zanistê de hatibe pêçan, di lehengiya çîrokên efsaneyî de hatibe veşartin û serî li hêza herî bilind a netew-dewletê ya wêrankar dabe, an jî ketibe nav derewekê "Em wê bigrin, ew a min e", an jî ew di nav pêlên çîrokek evînî ya xapînok de xwe veşartibe jî, ji hest û çirûskên zîrekiya hestyarî ya mirovî û jinê derneket. Hema bi feraseta xwe ya derewîn a azadiyê lîbralîzm û modernîteyê ava kir. Lê mirov dizanibû ku hemû pîroziyên eslî û heqîqetên ku di destpêka dîrokê de hebûn, azadiya xwe û ya ku kom û kesayetên mirovî di her demê de jiyaye, di henceta xwe de hilgire.
Dema ku gel di teşeya qebîleyan de bûn û bi modelên civakî yên berfireh xwe bi rêxistin kirin, her çend têk biçe jî serî li zext û zordariya kêfî ya li dijî nirxên hewldan, ruh û hestên xwe nedan. Îro ji bo têkoşîna li dijî çanda destavêtinê qutnebûna ji mîrateya vê berxwedanê pir girîng e. Dema em çavê xwe ji mîrateya vê berxwedanê re digirin an jî girîngiya wê ya ku tê xwestin fêm nakin û îdia dikin ku ev berxwedan encama têkoşîna tevgerên femînîst ên salên heftêyî yên li dewletên rojavayî ye, wê demê ev xeletî ye û di encamê de em ketine riya dûrketinê. Çanda destavêtinê ya ku ji orjînalê dûr dikeve, niyeta me çiqasî baş be jî, bi dûrketineke din nayê pênasekirin. Her çiqas di destpêkê de ev dûrketin biçûk xuya bike jî, dê rê li ber encamên xirab û pirsgirêkên kûr di herikîna jiyanê de veke.
Pêvajoya 'Ketinê' êrîşek ne tenê ser jinan e, li dijî nirxên civakê ye jî
Çanda destavêtinê çiqas kûr û berfireh be jî, wek olperestî, laîkparêzî, neteweperestî û zayendperestî hatiye nixumandin jî, heta salên 1970’î û li hemû deverên cîhanê li dijî wê berxwedaneke berfireh û piralî heye. Tiştê ku kapîtalîzm di warê polîtîkaya yekdestdariya sermayeyê, berfirehkirina wê, leza xwe ya li pey qezencê û bi feraseta û ruhê xwe yê dizî ve ber bi axa gelên li Rojhilata Navîn dimeşîne û bi devê tivingên hêzên leşkerî yên ku bi tundî û desteserkirinê destwerdana li ser xakan kirine, çi bi dest xistiye? Ji xeynî îfadeya doza "Ketinê" yanê pêvajoya destdirêjiya zayendî ya mêr li ser jinê. "Ketin" pêvajoyeke ku ne tenê bi êrîşa mêr li ser bedena jinê re eleqedar e, ew êrîşek li dijî hemû nirxên civakî ye jî. Nivîskar Catharine Mackinnon di pirtûka xwe ya bi navê "Towards a Theory of Feminine State" de vê rastiyê bi hevokên hêja tîne ziman: "Tecawiz pêvajoyeke mêranî ye û ferq nake ku kiryar mêr be yan jin be yan berdewam be yan demkî be. Jin baş dizanin ku destavêtin çi ye."
Berxwedana gelên ku bi talûkeya tunekirin û înkarkirina nasnameya neteweyî re rû bi rû ne, wek gelê Filistînê û Kurd, li dijî kontrolkirin û desteserkirinê li cîhanê berxwedanek li dijî destavêtinê ye. Li dijî vê êrîşa kapîtalîst a ku pêşkêşî û daxwazeke sexte di nav xwe de dihewîne, mîna ku tercîhek bingehîn a mirovî be jî, li her çar aliyên cîhanê berxwedan hê jî didome. Dîrok bi çîrokên berxwedanê yên jinan tije ye. Em dikarin li gelek mînakên dîrokî û rojane jî bijmêrin.
Têkoşîna li dijî çanda destavêtinê
Qîmetdayîna berxwedana li dijî destavêtinê wekî ku ji tevgerên femînîst ên li Ewropayê 40 sal berê derketiye, tê wateya cihêkirina wê ji çanda berxwedanê ya berê. Çavkaniya min a ji bo vê ev e; Ev nayê wateya înkarkirina têkoşîna tevgerên femînîst ên li dewletên rojava û li her deverên cîhanê. Berhemeke giranbuha ya xebata tevgerên femînîst heye ku nêzî 40 sal berê li dewletên rojava li dijî destavêtinê li ser asta hiqûqî, bîrdozî, teorîk û siyasî dest pê kiribû. Heta niha jî ev berxwedan û têkoşîn xwe didomîne. Pirsgirêk tenê nêzîkbûna rêjîmê ji jinan re û parçekirina wan neyê gotin. Mijar nêzîkbûna rêjîmê ji jinan re civak û mirovahiyê jî dike hedefa xwe. Her êrîşa ku jinan dike hedef an jî îstîsmar dike êrîşeke li dijî civakê ye.
Rêjîmê çanda destavêtinê kiriye serdest
Ger em ji vî alî ve nêzikî mijarê bibin, yekem destkeftiya ku em ji têkoşîna li dijî çanda destavêtinê bi dest dixin, divê felsefeya dîrokî ya rast be. Rejîmê li şûna ehlaqê çanda destavêtinê kiriye desthilatdar. Weke ku Rêber Abdullah Ocalan gotiye "Wî ew îqna kirin û ew kirin kole ku ji bo tecawizê bibin zemînek amade. Ji bo vê jî divê têgîna felsefî her tim di çîroka têkoşîna me de cihê xwe bigire."
Destavêtin ji Sumeran destpê kir
Çîroka destavêtinê bi felsefeya mîtolojiya Sumeran destpê kir. Bêyî ku navê xwedawenda “Nînlîl” û xwedawend “Enlîl” bi awayekî felsefî û analîzkirina nav û modelên heyî binirxîne, ne gengaz e ku mirov destavêtinê binirxîne. Destavêtin weke destavêtin nehat qebûlkirin. Ji ber ku di nava refên serdestan de bûye mafekî xwezayî û li pêşberî civakê tê pîrozkirin. Rêber Abdullah Ocalan ev maf bi gotina ku "Dewleta netewî di nav xwe de belavbûna otorîteya olî, netewperestî, zayendî û zanistî dihewîne û hewldana hin fîlozofan wek Nietzsche, Foucault û Adorno ku li ser navê heqîqetê vejînê ava dikin" rave dike.
Têgihîştina felsefî ya gerdûnî dê me ber bi xalek bingehîn ve bibe, ew jî çanda destavêtinê avahiyek tevahî otorîter e. Ger têkoşîna li dijî wê ne bi vî rengî be, wê ti carî bi ser nekeve. Em dikarin bi vî rengî jî îfade bikin. Ger ku feraseta rejîmê serdest be, wê demê rejîm bi tevahî destavêtin û sûcekî hevpar digire nava xwe. Yek ji jinên destdirêjiya zayendî lê hatiye kirin, beriya ku serî li dadgehê bide, divê pêşî li têkoşîna xwe ya bi xwe re bi ser bikeve. Ma ew ê bertekên hawîrdorê hilgire û dikare wê li ber çavan bigire? Ma ew ê "Mohrkirina" ku civak bi nav dike, hilgire? Em bibêjin ku wê bi hêz, hişmendî û amadekariya xwe ya çandî û derûnî birîna êrîşê derbas kir, lê heta kengê dikare mafên xwe yên ku her roj bi destavêtinê dihatin dizîn bi dest bixe?
Tevî îmzekirina peymanan destavêtin û destdirêjî xwe didomîne
Ger ku em rastiya malbatê ya heyî qebûl bikin, em ê statûya vê malbatê wekî saziyek ku bi berdewamî koletiyê hildiberîne ji bîr nekin. Ger ku em saziya malbatê ji rola ku pergalê jê re daye rizgar nekin û nekin bingeha têkiliyên li ser îradeya azad û wekheviyê, wê her tim zemîna civakî ya çanda destavêtinê biparêze. Ev sazî di heman ast û formê de be jî, li çar aliyê cîhanê azadî, zayendî û bedena bi milyonan jinan kolonîze dike. Heta gelek welatên ku Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser rakirina her cure cudakariya li dijî jinan (CEDAW) îmze kirine, bi hinceta pîroziya malbatê, rûmeta wê û taybetmendiyên olî û kevneşopî, ji îmzekirina wê bi guman in. Ev peyman ji bo rawestandina cudakariya zayendî ya li ser jinan hatibû destnîşankirin, lê di pratîkê de felc e. Ger malbat bi lihevkirina peymanên berfireh ên di navbera jin, zarok û mêrên daxwaza azadiyê de azad bibe û demokratîk bibe; Feraseta ku netew û bedenên jin û zarokan mîna milk dibîne, wê neguhere.
Dewlet di şûna astengkirina destavêtinê de wê didomîne
Nivîskar Catherine di pirtûka xwe ya bi navê "Ber bi Teoriya Dewleta Femînîst" de behsa girîngiya têkoşîna hiqûqî ya li dijî destavêtinê û her wiha zehmetiyên wê dike. Destavêtin li ber çavê jinan nayê astengkirin, ew bi rêk û pêk tê. Jinên ku rastî destdirêjiyê hatine jî, di wê baweriyê de ne ku meseleya sîstemên hiqûqî ye. Piraniya wan rast in. Li gor serpêhatiyên gelek mexdûran, dewlet di şûna ku destavêtinê asteng bike, tevkariyê li domandina wê dike. Destavêtina ku efûya qanûnî bi dest xistiye, jinan dike hemwelatiyên pîleya duyemîn."
Sibe: Çanda destdirêjiyê – 2