Çalakvanên Yemenê daxwaza berdana Sehar El Xolanî kirin

Çalakvanên jin ên Yemenê li ser astengkirina biryara berdana rojnamevan Sehar El Xolanî ya ji aliyê Hûsiyan ve tê girtin, gotin: "Em daxwaza serbestkirina Sehar û malbata wê ji zîndanê dikin. Divê rayedar erka xwe bi cih bînin.”

NÛR SERÎB

Yemen – Sehar El Xolanî rojnamevanek Yemenî ye di Seba TV û Yemen TV de xebitiye. Her wiha li hemberî siyaseta cudekariyê ya ku Hûsî li ser gelê Yemenê dimeşînin her dem têkoşiya ye û serî neyewandiye. Ev yek jî bû sedem ku di îlona 2024'an de li Senaa ya Yemenê ji aliyê Hûsiyan ve bê dîlgirtin û heya niha çarenûsa wê di zindanan de ne diyar e. 

Hûsî li Yemenê zextên li ser jinan didomînin. Bi riya dîlgirtina rojnamevanan, meşandina zextan li ser malbatên wan, hewl didin azadiya wan asteng bikin. Hûsî biryara serbestberdana rojnamevana Yemenî Seher El Xolanî asteng dikin.

Navenda Amerîkî ya Dadmendiyê (ACJ) bi riya daxuyaniyek tekez kir ku Hûsî hê jî di girtina rojnamevan Sehar El Xolanî, hevjîn, zarok û birayê wê de bi îsrar in. Navendê dilgiraniya xwe anî ziman û tekez kir ku tişta ku malbata rojnamevan Sehar El Xolanî rastî wê tê, ne tenê dozek takekesî ye, şêwazeke zordestiyê ya ku bi mebesta birandina dengê azad li Yemenê ye. Navenda Amerîkî ya Dadmendiyê daxwaz kir ku daraz ji bo astengkirina azadiya gel neyê bikaranîn.

'Daxwaza serbestkirina wê dikin'

Parêzer û parêzvana mafên mirovan Huda El Serarî der barê girtina rojnamevan Sehar El Xolanî de ev tişt got: "Li gorî çavakniyên me li Senaayê hat diyarkirin ku Sehar bi malbata xwe re hatiye girtin. Ji ber ku ew li ser medyaya dîjîtal çalak bû, dengê azadiya gelan radigihand. Beriya ku bê dîlgirtin gelek caran gef xwarin û wê dizanibû ew ê bê dîlgirtin ji aliyê Hûsiyan ve ji ber ew zihniyeta qirkirinê ya Hûsiyan di girtina jinan, meşandina kiryaran ser wan de fam kiriye.”

'Divê erkên xwe cih bînin'

Seroka Hevbenda"Jin ji bo Aştiyê" Nûra El Cerwî dîlgirtina Sehar El Xolanî û malbatê wê şermezar kir û got: "Em girtina Sehar El Xolanî û malbatê wê bi tundî şermemzar dikin. Em piştevaniya xwe ji Sehar re nîşan didin û di biryara serbestkirina wê de bi îsrar in. Divê aliyên aktîv di operasyona aştiya Yemenê de ji rêxistinên Neteweyên Yekbûyî bigre heta nûnerê Neteweyên Yekbûyî û nûnertiyên dîplomatîk ên ku bandora wan di dozya Yemenê de heye erka xwe li hemberî Sehar El Xolanî û hemû jinên girtî bi cih bînin. Em hemû binpêkirinên Hûsiyan li ser jinên Yemenê şermezar dikin."