Çalakvanên Sûdanê: Fikra DAIŞ û Îslama siyasî li Sûriyê û Sûdan yek e

Çalakvanên Sûdanê tekezkirin ku fikra DAIŞ û Îslama Siyasî li Sûdan û Sûriyê yek e û destnîşan kirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin bi pergala hevserokatiyê destkeftiyên mezin bidestxisine û divê tecrube ji têkoşîna wan bê girtin.

SELMA EL REŞÎD

Sûdan – Çalakvanên Sûdanê yên rewşa Sûdan û Sûriyeyê, aloziyên ku tên jiyankirin û bandora van aloziyan li ser jinan nirxandin tekezkirin ku fikra DAIŞ û Îslama Siyasî li Sûdan û Sûriyê ji bo astengirina mafê jinan û çewisandina mafê civakê di bin navê cuda de, yek in.

'Divê tecrûbe ji berxwedana jinên Rojava divê bê girtin'

Çalakvanê Mafê Mirovan û Lêkolînerê mijarên geşepêdan û polîtîkeyên alternatîf Nimat Koko diyar kir ku li Sûriyê rêxistinên civaka sivîl ên xurt hene û çalakvanên jin ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê roleke mezin di hevgirtina ezmûna Rêveberiya Xweser de lîstin û xebatkirin. Derbar mafê jinan û parastina wan de sîstemek pêşketî bi rêya sîstema hevseroktiyê ava kirin. Her wiha ew hewl didin ku wekheviyê di hemû qadan de bi taybet qada siyasî de pêk bînin. Ev tecrube hêjayî lêkolîn û mijûlbûnê ye, eger li hemû deverên Sûriyê bê sepandin."

'Divê tevgerên jinên Sûrî û Sûdanê bibin yek'

Nimat Koko bal kişand ser rewşa jinan li Sûdanê û got: "Rewşa me li Sûdanê ji ber fikra piralîbûnê di nava jinan de cuda ye. Her wiha berjewendiyek hevpar di nava berjewendiyên rastîn û berjewendiya dewleta sivîl a demokratîk de heye. Divê tevgera jinên Sûdanî bi hemû îmkan û tevkariyên xwe bi tevgerên Jinên Sûriyê re bibin yek, da ku bi rêya rêxistinên jinan û civaka sivîl hevgirtinê li ser asta herêmê ava bikin. Gelek caran ez tevlî daxuyanî û semînerên tevgera jinên Sûriyê dibim. Wek kesayet gelek sûd ji van tecrubeyan girt. Divê tecrubeya jinan ên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li seranserî Sûriyê bê belavkirin. Bi vê awayî em dikarin li herêmê modeleke ku zêdetir destkeftiyan bi dest bixe ava dikin."

'Cîhadîstan ji faktorên derve piştevaniyê digirin'

Nimat Koko di nava gotinên xwe de tekez kir ku me hemûyan tepisandina tevgera netewî ya demokratîk dît, ku di encamê de tevgera îslamî ya tundrew derxistin holê. Sîstema îslamî ya siyasî ji bilî di bin rejîmeke totalîter û dîktator de nikare mezin bibe, bijî û xwe birêxistin bike. Ji ber vê yekê, dorpêça ewlehiyê ya Rejîma Esed encama xwezayî ya vê rejîmê bû û bû sedema mezinbûna tevgera îslamî ya tundrew. Çi ji DAIŞ be, an tevgera cîhadiyan be an jî ji tevgera birayên Misliman be. Veguhertina van tevgerên cîhadî ji baskên leşkerî re ne li gor îmkanên rêjîma Esed bûn. Loma di vir de rola faktorên ji derve xuya dike wek Amarîka û Tikriyê û destdek dayîna ji van cîhadiyan re û piştgiriya wan ji aliyê çekan ve. Ev yek jî hişt ku sîstema Esed bê ruxandin."

'Fikra DAIŞ û Îslama Siyasî yek e'

Çalakvana femînîst Xade Mekî ya got “Avakirina dewletek olî dijberî mafê jinan û prensîbên wekehviyê ye” têkildarî rewşa Sûriyê û Sûdanê wiha got: "Avakirina dewletek olî dijberî mafê jinan û prensîbên wekehviyê ye. Tecrûbeya DAIŞ li Sûriyê û tecrûbeya sîstema "Îslama siyasî" li Sûdanê dişibin hev. Di bin navên cuda de eynî fikir di nava xwe de dihewînin û maf û azadiya jinan asteng dikin. Yekîtiya Jinên Sûdanê mudexeleya Tirkiyê di warê siyasî û civakî de li Sûdanê red kirin. Ji ber ku helbet wê bibe sedema avakirina du hikûmetan. Parçebûn pêkan e, ji ber ku tecrûbeyên dewleta Tirk li Lîbyayê di bin navê koma Lîwa Haftar de piştgirî dide rojava û rojhilatê Lîbyayê."

Berxwedana jinên Sûrî û Sûdanê

Derbarê berxwedana jinên Sûdan û Sûriyê de Xade Makî destnîşan kir ku li Sûriyê tecrûbeyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li berçavan e û divê tecruba ji têkoşîna wan bê girtin. Xade Makî wiha got: “Jinan di berxwedanên cuda de xwe bi rêxistin kirin, sîstemên xwe ya xweseriyê ava kirin. Bi vê tekoşînê xwestin vê mîrasê li hemû Sûriyê belav bikin. Ew hewl didin komên jinan girêdayî hev ava bikin da ku li hember her pêşketineke di Sûriyê de ku dûrî modela demokratîk û parastina hemû mafên welatparêziyan dike, li ber xwe bidin. Li Sûdanê jî em ne di qonaxa avakirina dewletek demokratîk de ne. Em di nava têkoşîna rawestandina şer û avakirina aşîtiyê de ne.”

'Binpêkirin didomin’

Derbarê destwerdanên navdewletî yên li Sûriyê de, çalakvana siyasî û mafên mirovan Maxda Salêh dest nîşan kir ku ev destwerdan li gorî berjewendiyên van welatên nakok ên Tirkiyê, Rûsya, Amerîka û Îran bû. Maxda Salêh wiha got: “Ev niştecihkirinên ku ji ber destwerdanên navneteweyî derketine, bûne sedema nebûna dîtinê şert û mercên jin û keçan û mafên wan de. Divê xebatên jinan li hev bikin û dora rojeveke hevpar a femînîst ji bo rûbirûnê kom bibin. Tevî hewldanên navnetewî derbar pevçûnên ku li Sûdanê berdewam dikin hî jî kiryarên ji koçberkirin, binpêkirinên felaket, sûcên şer, komkujî, tawanên destavêtin, windakriina bi zorê û êş û azarên welatiyan berdewam dikin."