Çalakvanên nobeta li Mexmûrê: Em li gel gelê Rojava ne
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 179’an bi piştgirî dayîna berxwedana Rojava didome
Mexmûr - Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 179’an, di roja xwe ya 915’an de bi piştgirî dayîna berxwedana Rojava didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 178’emîn Nuran Sezgîn axivî.
‘Gelek hêz hene ku pêvajoya aştiyê vala derbixînin’
Nuran Sezgîn di destpêka axaftina xwe de li ser pêngava ku Rêber Apo daye destpê kirin axivî û wiha got: “Ev nêzî sê sale em di çalakiya azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo de ne. Rêbertiya me pêngavek ya aştiyê daye destpêkirin û em wek gelê wargeha Mexmûrê heta dawiyê piştgirî didin vê pêngavê. Roja ku ev pêvajo hatî destpêkirin heta niha gelek hêzên cuda hene ku vê pêvajoyê vala derbixînin.”
Nuran Sezgîn berdewamiya axaftina xwe de êrîşên ku li ser Rojavayê Kurdistanê hatîne destpêkirin şermezarkir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha bi hovane êrişî Rojava dikin. Em êrişên li ser Rojava û dostên sexte bi tûndî şermezar dikin. Divê em hemu xwedî li Rojava derbikevin. Em wek çalakvan û taybet jî xelkê Mexmûrê piştgirî didin seferberiya li Rojava û wan silav dikin. Em dil û can bi gelê xwe re ne. Ger derfetê rê hebûya wek gelê wargeha Mexmûrê em jî yê derbasî Rojava bûna û me yê kêleka gelê xwe cih girtiba. Pêwîste em xwedî li destkeftiyên şehîdên xwe derbikevin.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 179’emîn û dirûşmeyan dawî bû.