Çalakvanên Mexmûrê: Pêwîste tevahî ciwan li derdora firkê Rêber Apo kom bibin

Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev nêzî sê salane bê navber didome, îşev ji aliyê koma 187’emîn ve hat dewirgirtin.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 187’emîn, di roja 957’an de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 186’emîn Nîhat Kara daxuyanî xwend.

‘Divê her rojên me bi têkoşînê derbas bibin’

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Em wek ciwanên Apoyî bi rihê banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ li her qadê li berxwe didin û asta têkoşînê bilind dikin. Pêwîste em wek ciwan li derdora fikrên Rêber Apo kom bibin û di jiyana xwe de pêkbînin. Divê her rojên me bi têkoşînê derbas bibin. Armanca me ya sereke jî mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî û fikrên wî li tevayî cîhanê belav kirine.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 187’emîn dawî bû.