Çalakvanên Mexmûrê: Gelê Kurd ti car dev ji têkoşîna azadiyê bernade

Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ev nêzî sê salane ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome, 1005 roj li pey xwe hişt.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 195’emîn, di roja 1005’an de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 194’emîn Qedrî Şirîşeyî axaftinek kir.

‘Gelê Kurd ti car dev ji têkoşîna azadiyê bernade’

Qedrî Şirîşeyî destnîşan kir ku wek gelê Kurd heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê mîsogerkirin wê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Ev nêzî sê salane em bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêbertî û çareserkirina pirsgirêka Kurd, di çalakiyê de ne. Qonaxa yekemîn ya banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ sala xwe temam kir, lê qonaxa duyemîn ya bangê hîna neketiye meriyetê. Wek gelê Kurdistanê û xelkê wargehê em bang dikin, bila ji bo Rêbertî qanûn bên derxistin da ku rola xwe bi şêweyek bi tendurist û ewletir bileyze. Pêwîste ku ev pêvajo neyê têkbirin. Ji ber ku gelê Kurd xwedî îradeyek ewqas mezine ku ti car ji têkoşîna xwe gav paşde ne avêje. Gelê me wê têkoşînê xwe bi domîne heya çareserî were dîtin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bibe. Em têkoşîna dostên gelê Kurd jî slav dikin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 195’emîn û dirûşmeyan dawî bû.