Çalakvanên Mexmûrê: Dewleta Tirk hemû qanûnên navnetewî binpê dike

Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi koma 203’an, di roja 1054’an de didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 203’an, di roja xwe ya 1054’an de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 202’an Nergîz Bulut daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

‘Mafê hêviyê ku ji bo her girtiyekî derbasdare bicih nayê’

Di destpêka daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 27 sale di zindana Îmraliyê de ye û tevahî mafên wê tên binpêkirin. Daxuyanî wiha didome: “Dewleta Tirk di vê mijarê de hemu qanûnên navdewletî yên di derbarê girtiyan de binpê dike. Mafê hêviyê ku ji bo her girtiyekî derbasdare bicih naîne. Ev bê huquqî û dijminahiya li dijî Rêber Apo tê meşandin li ber çavê hemu cîhanê tê kirin û pêwîste ev yek neyê qebûl kirin.”

‘Armanca çalakiya me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Di dawiya daxuyaniyê de li ser armanca çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev tiş hatin gotin: “Me weke gelê wargehê çalakiyek daye destpêkirin û armanca çalakiya me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Divê ev bê mafî û helwesta bê qanûnî ya li dijî Rêbertiya me demekî zutirin bê rakirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. Çalakiya me yê vir şûnde jî li ser vê armancê bidome.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 203’an û bi dirûşmeyan dawî bû.