Çalakvanên Mexmûrê: Azadiya Rêbertî azadiya tevayî mirovahiyê ye

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) a bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin bi dewirgirtina koma 103’emîn û biryardarî didome.

Mexmûr – Çalakvanên çalakiya Nobetê ya wargeha penaberan a Mexmûrê bibiryardarî ev saleke zêdetire bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 103’emîn û biryardarî didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 102’emîn Fatma Bîlen axivî.

‘Kilîla hemu pisgirêkan Rêbertî ye’

Fatma Bîlen wiha bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: “Herî dawî hevdîtinek li gel Rêbertî hat kirin, lê ruxmê wê jî cezayên disiplînê lê hat birîn. Em wek gelê Kurd van nêzîkatiyan ti caran qebûl nakin. Niha li Rojhilata Navîn şerek dijwar diqewime, herkes dizane ku çareseriya hemu pirsgirêk û şerên heyî azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye.”

Fatma Bîlen destnîşan kir ku wek gelê Kurd wê heta dawî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevayî girtiyên azadiyê li ser lingan bin û bang li tevayî gelê Kurd kir ku têkoşîna xwe ya azadiyê hîn xurttir bikin.

Merasîma dewirgirtinê bi dewirgirtina koma 103’emîn û dirûşmeyan dawî bû.