Çalakvanên Mexmûrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya me ye

Jinên ciwan ên beşdarî çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bûn, gotin: “Em wek jinên ciwan azadiya xwe di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de dibînin.”

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdek girankirî de tê ragirtin û ji 25’ê Adara 2021’an ve jê agahî nayê girtin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê ya ku di 20’ê Tîrmeha sala 2023’an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, didome.

Jinên ciwan ên beşdarî Çalakiya Nobetê bûn, der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji ajansa me re axivîn.

‘Divê em ji bo Rêber Apo û azadiya xwe têbikoşîn’

Roj Yildiztan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Ez wek jinek ciwan a Mexmûrê ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo beşdarî çalakiyê bûm. Li ser Rêber Apo tecrîdên cûrbe cûr tên pêkanîn û bi tu awayî nikare hevdîtin bi parêzer û malbata xwe re bike. Di şexsê Rêber Apo de tecrîd li ser tevahî gel tê pêkanîn. Dixwazin bi tecrîde re gelê Kurd tune bikin. Em wek gelê Kurd bi fikir û ruhî girêdayî Rêber Apo ne, lewma tu carî nikarin me û Rêber Apo ji hev qut bikin. Divê em bikevin ferqa ku Rêber Apo ji me çi dixwaze û vê yekê pêkbînin. Heta em rizgariya fizîkî ya Rêber Apo bidestnexin, dev ji çalakiyên xwe bernedin. Wekî gelê Kurd pêwistiya me bi têkoşîne heye û divê em ji bo Rêber Apo û azadiya xwe têbikoşîn. Tişta ku Rêber Apo ji me dixwaze, azadiya ruhî û ramanî ye.”

‘Divê em xwedî li fikir û felsefeya Rêber Apo derbikevin’

Roj Yildiztan, balkişand êrişên dewleta Tirk a li ser Wargeha Mexmûrê û got: “Dewleta Tirk di nava heftiyek de du caran êrişê wargehê kir. Zarok, jin û tevahî gelê wargehê ji êrişan bandor dibin. Dewleta Tirk dixwaze me tune bike. Lê divê bi taybetî ciwan û gelê me ji hêza ku Rêber Apo digrin têbikoşîn û êrişên dijmin vala derxin. Pêwîste em tu caran dev ji têkoşîn, xeta xwe ya pîroz û heqîqetê bernedin. Divê em xwedî li fikir û felsefeya Rêber Apo derbikevin. Heta Rêbertî bi awayekî fîzîkî azad nebe, em ê dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernedin.”

Tehamûla dewleta Tirk ji bo gelê Kurd a berxwedêr nîne’

Jina ciwan Duygu Benek jî, da zanîn çalakiya Nobetê ya Wargeha Mexmûrê bênavber didome û wiha axivî: “Ev 25 salin Rêber Apo di bin tecrîdek girankirî de li Îmraliyê tê ragirtin û ev 4 sal in em bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nagrin. Tehamûla dewleta Tirk ji bo gelê Kurd a berxwedêr nîne. Bi hemû şewazan êrişê gel û ciwanên Kurd dikin. Divê em jî wek jinên ciwan têbikoşîn û êrîşan vala derbixin. Çalakiya Nobetê ya me li wargehê daye destpêkirin jî ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

Divê em têkoşîna xwe mezintir bikin’

Duygu Benek, di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî ciwan û gelê Kurd kir ku li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin û wiha got: “Divê em ciwan erk û berpirsyartiyên xwe bicihbînin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Em wek jinên ciwan û ciwan azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin û ger Rêber Apo azad bibe wê em jî azad bibin. Ez bang li tevahî jinên ciwan û ciwanên Kurd dikim ku li dijî tevahî êrişan li ber xwe bidin û tevahî êrişan vala derbixin.”

‘Pirsgirekên li Rojhilata Navîn wê bi azadiya Rêber Apo re çareser bibe’

Dîcle Benek jî, da zanîn ku tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser tevahî gelê Kurd tê meşandin û wiha axivî: “Ev zêdetirî salek e çalakiya nobetê ya Mexmûrê didome. Em jî wek jinên ciwan ên Mexmûrê dixwazin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Tecrîda li dijî Rêber Apo, li ser tevahî gelê Kurd tê meşandin. Bi tecrîdê re dixwazin girêdanbûna gel û Rêber Apo qûtbikin, lê tucarî nikarin vê yekê pêk bînin. Çawa ku heta niha nekarin hêviya me qûtbikin, ji niha û pê ve jî nikarin qût bikin. Pirsgirekên li Rojhilata Navîn wê bi azadiya Rêber Apo re çareser bibe. Divê wekî jinên ciwan û ciwanên Kurd berpirsyartiyên ku dikevin li ser me bicihbînin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin.”