Çalakvanên Mexmûrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya gelên Rojhilata Navîn e

Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 984’an de didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 191’emîn, di roja 984’an de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 190’emîn Hisên Kara axivî.

‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya gelên Rojhilata Navîn û gelên bindest e’

Hisên Kara di destpêkê de 4’ê Nîsanê roja ji dayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevayî gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Em nêzî 4’ê Nîsanê dibin. 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ye ango em dikarin bêjin rojbûna gelê Kurd e. Em vê rojê li Rêber Apo, malbata wî û hemu rêhevalên wî pîroz dikin. Rêber Apo îrade û rêberê me ye. Heman demê de rêberê tevayî mirovahiyê ye. Ji ber wê yekê azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û gelên bindest e. Ji ber vê yekê em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin û çalakiyan li dardixin.”

‘Dewleta Tirk li hember pêvajoyê durutiyê dike’

Hisên Kara wiha berdewam kir: “Tişta ku Rêber Apo dixwest xwişk û biratiya gelan bû. Di Rojhilata Navîn de demokrasî, wekhevî û aştiyê dixwest. Ev felsefe û paradîgma di berjewendiya herkesî de bû. Lê dewletên heyîn di faşîzm û dagirkeriya xwe de israr kirin û tinebûn. Niha dewleta Tirk ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêngava ku Rêber Apo dayî destpêkirin, durutiyek dike. Ya esasî ger ku dewleta Tirk naxwaze çarenûsa dewletên cîranan yên weke Suriye, Îran, Irak lê were divê guh bide gotinên Rêber Apo. Dewleta Tirk encex bi gelê Kurd dikare ser lingan bimîne. Ji ber vê yekê ger li ser esasê wekhevî û mafê Kurdan ê rewa tifaqek bike, wê demê dewleta Tirk na hilweşe.”

Di dawiya axaftinê de bang li dewleta Tirk hat kirin ku li hember gelê Kurd erkê xwe pêkbîne û li ser esasê pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gavên rast bavêje.

Merasîm bi dewirgirtina koma nû bi dawî bû.