Çalakvanên jin ji bo Xezayê dimeşin
Parêzvanên mafên jinan li dijî êrîşên li ser Xezayê nerazîbûn nîşan dan û ji bo rakirina dorpêçê û gihandina alîkariyê bo Xezayê ber bi Deriyê Sînor ê Refahê ve meşiyan.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve berdewam dikin. Zêdetirî 3 hezar rojnamevan û çalakvan ku piraniya wan jin in, ji 54 welatan ber bi Deriyê Sînor ê Refahê ve meşiyan da ku alîkarî bigihînin Xezayê û dorpêç were rakirin.
Jinên ku gihîştin deriyê sînor li wir daxuyaniyek çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Nêzîkatiya me, meşa me, kiryarek hevgirtina siyasî, tevgerek berpirsiyariya kolektîf û redkirina bêçalakbûnê li hember komkujî, wêranî û bêcezatiyê ye."
Her wiha hat parvekirin ku gelek çalakvanên ku beşdarî meşê bûne ji aliyê dewleta Misrê ve hatine girtin û dersînorkirin.
Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin:
- Divê dewlet bêdengiya xwe bişkînin û tavilê ji bo ragihandina agirbestê, rakirina dorpêçê, rêdana derbasbûna alîkariya mirovî û bidawîanîna dagirkeriya siyonîst tedbîran bigirin.
- Em banga piştgiriya lezgîn ji bo çalakiyên ku pêşî rizgarkirina Filistîniyan û duyemîn jî parastina kesên ku vê destpêşxeriya sivîl a ji bo edaletê organîze dikin dikin: Rojnamevan, çalakvan, bijîşk û xwebexş... Pabendbûna wan hêvî û berxwedanê temsîl dike.
- Xelk, li ku derê bin, dimeşin. Ji ber ku her dengek girîng e û ya te jî girîng e. Divê em li hember bêwatekirina tirsê li ber xwe bidin.