Çalakvanên jin ên Lîbyayî: Divê jin beşdarî hilbijartinên şaredariyan bibin

Hewldanên cûrbecûr ji bo zêdekirina beşdariya jinan di hilbijartinên meclîsên şaredariyên Lîbyayê de berdewam in. Çalakvanan bang li hemû jinan kirin ku beşdarî xebatên hilbijartinê bibin û gotin, "Dengê we mafê we ye, divê neyê îhmalkirin."

HINDIYE EL-IŞÊBÎ

Bingazî – Jinên Lîbyayî yên ku mafên xwe yên siyasî bi têkoşînên demdirêj û bedelên ku dane bi dest xistin, xwe ji bo hilbijartinên şaredariyan amade dikin. Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Neteweyî ya Lîbyayê ragihand ku hejmara hilbijêrên ku ji bo hilbijartinên koma yekemîn ên şaredariyan (60 şaredarî) hatine qeydkirin gihîştiye 83 hezar û 154’an. Hat ragihandin ku dema qeyda hilbijêran a ku di 9’ê Hezîranê de dest pê kiribû û dihat payîn ku di 23’ê Hezîranê de biqede, li ser daxwaza gel a saziyên sivîl û welatiyan heta 7’ê Tîrmehê hat dirêjkirin.

Têkildarî mijarê çalakvana sivîl Şîm Bofana got ku xurtkirina beşdarbûna jinan di pêvajoyên cuda yên hilbijartinan de li Lîbyayê bi bernameyên hişyariyê û çalakiyên saziyên taybet û sivîl pêk hat. Her wiha diyar kir ku di pêngavên serkeftinê de û di razîkirina civakê de li ser girîngiya rola jinan di saziyên hikûmetê de roleke girîng lîst û got: “Divê jin li gorî zagon û mafan li cihê guncaw bin û li gorî çanda di hundirê civakê de hatiye rûniştandin tevnegerin.”

‘Kesê herî temendirêj ê meclisê weke serok tê hilbijartin’

Şîm Bofana, diyar kir ku divê qanûna hejmar 59 a têkildarî parvekirina kursiyên taybet û giştî yên di hilbijartinên meclisên şaredariyê de bê nûkirin û wiha berdewam kir: “Hilbijartina şaredariyê di meclisa şaredariyê de li gorî civîneke piştî pêvajoya hilbijartinê tê kirin. Di wê civînê de kesê herî temendirêj ê meclisê weke serok tê hilbijartin.”

Şîm Bofana destnîşan kir ku kursiyên taybet ji bo jinan hene, got ku qanûn kursî ji jinan re veqetandibû, kursiyên din ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet bûn. Her wiha kursiyên giştî jî hene. Qanûnê, beşdariya jinan di hilbijartinan de qedexe nekiriye lê jin ditirsin ku di pêvajoya tomarkirina di kursiyan de bi bin bikevin.

‘Divê em di hilbijartinan de beşdariya jinan xurt bikin’

Seroka meclisa rêveberiya saziya daxwazên bilind Esmaa Fedl Ellah Mensûr, bernameyên cuda yên hişyariyê ji bo bihêzkirina beşdariya jinan di hilbijartinên şaredariyan de piştrast kir û got: “Divê em beşdariya jinan û beşdariya wan di proseya hilbijartinan de weke namzed xurt bikin, bi taybetî piştî ku tomarkirina nêzî 60 şaredariyan li ser asta welat.”

Esmaa Fedl Ellah Mensûr têkildarî çalakiyên ku li gund û bajarokan dikarin bên kirin de got: “Divê bernameyên hişyariyê bi lêdana deriyan, hişyarkirina li hundirê malan an jî bi têkiliyên cuda yên civakî, diyalog û civînên civakî bên çêkirin.”

Esmaa Fedl Ellah Mensûr di dawiyê de teqez kir ku jin dikarin rêveberiya meclisên şaredariyan bi riya pisporiya xwe bikin ne li gorî çanda civakî ku xeyalên wan têk dibin. Her wiha bang li hemû jinan li bajarên Lîbyayê kir ku beşdarî hilbijartinan bibin û got: “Dengê te mafê te ye, çi dibe bila bibe divê tu dengê xwe biparêzî.”