Çalakvanekê Yemenî xelata "Parêzvanê Demokrasiyê" wergirt

Çalakvana Yemenî Tawakkul Karman ji ber rola xwe ya girîng di balkişandina ser edaletê û daxwaza azadiyê de xelata "Parêzvanê Demokrasiyê" wergirt.

Navenda Nûçeyan – Çalakvana mafên mirovan a Yemenî û xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Tawakkul Karman di merasîmekê de li Berlîna paytexta Almanya xelata "Parêzvanê Demokrasiyê" ji Foruma Cîhanî wergirt.

Tawakkul Karman di axaftina xwe ya qebûlkirinê de teqez kir ku ev xelat nîşana pabendbûnek nû ye ji bo berdewamiya têkoşîna wê li dijî despotîzmê û parastina bindestan. Wê diyar kir ku ev xelat ne tenê ya wê ye, lê her kesê ku bawer dike ku azadî mafek bingehîn e û ji bo bidestxistina wê têdikoşe digire nav xwe.

Wê xelat ji "wêrekên ku li dijî despotîzmê rawestiyane, ji bo mêr û jinên ku jiyan û xewnên xwe ji bo azadiyê feda kirine, tevî êş û tirsê paşve gav neavêtine" re diyarî kir.

Karman teqez kir ku cîhana ku ew dixwaze ew cîhanek e ku tê de serdestiya qanûnê serdest be û rûmeta mirovan were parastin û hişyarî da li ser xetera kaşkirina nav rastiyek ku ji hêla desthilatdariyê ve serdest e. Wê her wiha soz da ku li kêleka gelan di têkoşîna wan a ji bo rûmet û azadiyê de bisekine, red dike ku rastiyekê qebûl bike ku tê de "despot têne xelat kirin û azad têne cezakirin".

Tawakkul Karman axaftina xwe bi peyamek hêviyê bi dawî kir: Dibe ku zalim demkî bi ser bikevin, lê dîrok nîşan dide ku gel û azadî di dawiyê de bi ser dikevin; pêşeroj aîdî wan kesan e ku baweriya xwe bi azadiyê tînin û wan diparêzin.