Çalakvana Tûnisî Şeyma Îsa li dijî binpêkirinan dest bi grevê kir
Piştî 20 sal cezayê girtîgehê ya ji ber beşdarbûna meşê ji parêzvana mafên jinan û siyasetmedara muxalîf Şeyma Îsa re hate dayîn, siyasetmedar ragihand ku dest bi greva birçîbûnê kiriye. Jinan, ji bo Şeyma Îsa çalakî li dar xistin.
ZOUHOUR MECHERGUI
Tûnis – Parêzvana mafên jinan û aktîvîsta siyasî Şeyma Îsa, ragihand ku li Girtîgeha Manuba ya Tûnisê destbî greva birçîbûnê kiriye. Şeyma Îsa ya beşdarî meşa bi dirûşmeya "Têkoşîn naraweste... na ji tepeserkirina azadiyan re" hate lidarxistin bû, hate girtin.
Şeyma Îsa, mîna siyasetmedarên din ên muxalîfa hikûmetê, ji bo destpêkirina 20 sal cezaya xwe ya girtîgehê ya bi sûcdariya "komploya çêkirina li dijî ewlehiya dewletê" hate girtin. Ev geşedanan, piştî biryara îstînafê aya di dozê de hate dayîn, hate jiyîn; bi biryara mijara gotinê re cezaya 18 salan a der barê Şeyma Îsa de hate dayîn, bû 20 sal. Dema ji bersûcên din ên di heman dozê de cezayên girtîgehê yên ji 5 heta 45 salan hate dayîn, milkê hinek ji wan jî hate desteserkirin.
‘Binpêkirina mafên makezagonî yên mîna azadiya derbirînê nayê qebûlkirin’
Di vê çarçoveyê de aktîvîstên jin, şêwaza binçavkirina Şeyma Îsa şermezar kirin û ragihandin ku ew rayedaran ji hemû encamên neyînî yên aktîvîst dijî, berpirsiyar dibînin. Koordînatora Rêxistina "Musavat" (Wekhevî) û parêzvana mafên mirovan Delîla Mahfouz, wiha got: "Tundiya siyasî û girtin, yek ji cureyên tundiyê ku îro jinên Tûnisî rû bi rû dimînin e. Ji ber ku ew dengên azad ên dîwarê bêdengî û tirsê hilweşandine û mîna mafek makezagonî beşdarî qada giştî û jiyana siyasî bûne ne. Divê jin bibin dengek bilind û azad. Nayê qebûlkirin ku jin ji ber helwesta xwe rastî tundiyê werin an jî mafên wan ên makezagonî yên mîna azadiya derbirînê bê binpêkirin. Ger hikûmet dengê nîvê civakê bêdeng bike, emê çawa berdewam bikin?"
‘Wê dengê me qet bêdeng nebe’
Delîla Mahfouz, hevgirtina xwe ya bi Şeyma Îsa û jinên girtî re dubare kir û banga domandina têkoşîna ji bo azadkirina jinên "girtiyên wijdanê" kir. Delîla Mahfouz, destnîşan kir ku rejîmên zordar û otorîter ji jinan ditirsin, jinên li Tûnisê di pêvajoyên siyasî de tên hedef girtin û mafên wan ên wekheviyê tên binpêkirin. Delîla Mahfouz, diyar kir ku jin bi awayekî bêedalet tên darizandin û girtin û got: "Em ê bêdeng nebin; em ê ji bo bidestxistina azadî û mafên xwe têkoşîna xwe bidomînin."
‘Xebatên civaka sivîl tên astengkirin’
Lêkolînera hiqûqa makezagonî û endama perwerdehiyê Munye Karriye, diyar kir siyasetmedarên jin ji ber gotin û ramanên xwe rastî binpêkirinan tên û da zanîn ev yek bi awayekî eşkere li dijî Qanûna bihejmara 58’an a ku di sala 2017’an de hatiye derxistin û hemû cureyên tundiya li dijî jinan sûcdar dike ye. Munye Karriye, da zanîn her çend qanûn tundiya siyasî vedihewîne jî, xebatên giştî yên jinan û xebatên civaka sivîl tên astengkirin û mafê wan ê makezagonî ya "hemwelatîbûna çalak" tê desteserkirin.
Munye Karriye, diyar kir zext li ser aktîvîstên jin bi qedexekirina çalakiyên siyasî ji ber helwestên wan ên siyasî didome û got: “Zilm mafê jinê ya ramanên xwe bi azadî û bêtirs bîne ziman, ji holê radike."