Çalakvana Mexrîbî: Bila mudaxeleya lezgîn a navnetewî li Rojava bê kirin
Çalakvana Mexrîbî Zahour El Ouardî banga daxwaza mudaxeleya bilez a navneteweyî kir da ku binpêkirinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin, sivîlan biparêzin û ji berpirsyarên sûcan hesab bipirsin.
HENAN HART
Mexrîb- Bertekên navneteweyî li hember êrîşên dagirkeriyê yên rejîma cîhadîst a Sûriyeyê ya bi piştgiriya Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê, li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin. Parêzvanên mafên mirovan diyar dikin ku tiştê ku li herêmê diqewime êdî ne pevçûnek herêmî ye û li hember binpêkirinên giran ên ku sivîlan, bi taybetî jinan hedef digirin, banga hevgirtin û mudaxeleya navneteweyî ya bilez dikin.
'Jin rastî tundiya piralî tên'
Çalakvana mafên mirovan a Mexrîbî Zahour El Ouardî hevgirtina xwe bi jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re anî ziman û got ku hewcedariyek lezgîn bi hevgirtinek navneteweyî ya bihêz heye ku li ser parastina sivîlan, bi taybetî jinan disekine. Zahour El Ouardî tekez kir ku pêşketinên dawî yên wekî kuştin û koçberkirina bi zorê ya sivîlan a ji civaka Kurd, jinan ji ber bêewlehiya domdar a li Sûriyeyê, qelskirina mekanîzmayên parastina civakî û nebûna berpirsyariyê, li hember tundî û îstîsmarê yên piralî bêtir bêparastin dike.
Bersiva mekanîzmayên navnetewî
Zahour El Ouardî diyar kir ku pêkanînên nemirovane, îstîsmar û binpêkirinên sîstematîk ên ku jin li herêmên pevçûnê dikşînin, têkçûnek cidî ya civaka navneteweyî ya di parastina mafên mirovan de nîşan did û wiha domand: “Civaka navneteweyî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî, di aktîvkirina mekanîzmayên mafên mirovan ên ku di peymanên ku armanca wan parastina sivîlan di dema pevçûnên çekdarî de ne de têne pêşbînîkirin de, têk diçe.”
'Şîdeta berdewam komên tundrew bihêz dike'
Zahour El Ouardî hişyarî da ku berdewamiya tundiyê di nebûna bersivek navneteweyî ya bi bandor û astengker de dikare rê li ber hêzên komên tundrew veke û wiha got: “Ev xeter ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di heman demê de li seranserê herêmê ewlehiya mirovan tehdît dike. Jin û keç bedêla herî giran didin.”
Banga li NY’ê: Berpirsiyariyên xwe bicîh bînin
Zahour El Ouardî bang li rêxistinên navneteweyî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî kir û tekez kir ku pêwîst e berpirsyariyên qanûnî û ehlaqî yên li hember binpêkirinên berdewam ên li dijî sivîlan werin bicîhanîn. Zahour El Ouardî got, “Bêdengmayîna li hember van sûcan, baweriya pergala mafên mirovan a navneteweyî bi giranî xirab dike.”
‘Parastina jinan hêmanek bingehîn a aramiya civakî ye’
Zahour El Ouardî destnîşan kir ku ezmûnên berê bi zelalî nîşan didin ku jin di şer û zêdebûna tundrewiyê de bedêla herî giran didin û wiha got: “Jin bi rêya şîdeta rasterast an jî bi rêya îstismar û binpêkirinên giran têne hedefgirtin. Ji ber vê yekê, parastina jinan ne tenê meseleyek mafan e, di heman demê de hêmanek bingehîn a ewlehiya mirovan û aramiya civakî ye jî.”
‘Êrîş dê encamên cidî yên ku sînoran derbas dikin derxin holê’
Zahour El Ouardî tekez kir ku tiştê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewime ne tenê bi herêmê ve sînordar e, diyar kir ku ew ê encamên cidî ku sînoran derbas dikin derxe holê. Zahour banga mudaxeleya bilez a navneteweyî kir da ku binpêkirinan rawestîne, sivîlan bi bandor biparêze û ji sûcdaran hesab bipirse. Zahour El Ouardî bi gotina “divê mafên jiyan, ewlehî û rûmeta jin û keçan werin garantîkirin” dawî li axaftina xwe anî.