Çalakvana mafên mirovan Arwa Al-Şûmeyrî li Taîzê hat girtin
Hêzên Taîzê çalakvana mafên mirovan Arwa Al-Şûmeyrî bi hincetên wek "medya û weşanê" girtin û bêyî ku daxuyaniyek fermî ya ku bûyerê vebêje bidin, ew kirin zîndana Daîreya Lêpirsîna Sûcan.
Navenda Nûçeyan – Girtina çalakvan Arwa Al-Şûmeyrî di rêze bûyerên ku nîqaşên li ser çapemenî û azadiya derbirînê li bajarên Yemenê derdixin holê de, bûyera herî dawî ye. Ev bûyer di demeke ku ji bo çalakvan û rojnamevan bêyî prosedurên qanûnî yên zelal ji tedbîrên kêfî werin parastin bang zêde dibin de pêk hat.
Çavkaniyên herêmî li Taîzê ragihandin ku hêzên ewlehiyê yên li bajêr çalakvan Arwa Al-Şûmeyrî girtin û ew şandin zîndana lêpirsîna dadwerî ya bajêr. Hat diyarkirin ku girtin li ser tohmetên têkildarî "medya û weşanê" pêk hatiye.
Heta niha, ti dezgeheke fermî daxuyaniyek dernexistiye ku cewherê tohmetan an hûrguliyên materyalên medyayê yên di bin lêpirsînê de zelal bike. Ne diyar e ku kîjan alî gilî kiriye. Çavkaniyan ragihand ku Arwa El-Şûmeyrî çalakvanek di mijarên civakî û mafên mirovan de ye û hin ji postên wê yên li ser platformên ragihandinê yên serhêl berî girtina wê di nav derdorên herêmî de nîqaşek berfireh derxistiye holê.
Çalakvanên li Taîzê diyar kirin ku girtina wê fikaran li ser îhtîmala sînordarkirina azadiya derbirînê li bajêr derxistiye holê. Çalakvanan, tekez kirin ku pêdivî bi ravekirinên fermî ya di derbarê cewherê sûcdariyan de heye da ku zelalî û edalet were mîsogerkirin.
Di vê navberê de, rayedarên ewlehiyê û rayedarên dadwerî hîn li ser hûrguliyên bûyerê şîrove nekirine. Ev yek bû sedem ku hejmarek rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî dozê ji nêz ve bişopînin.
Hêjayî gotinê ye ku Arwa El-Şûmeyrî çalakvanek Yemenî ya pêşeng a di warê maf û azadiyên jinan de ye. Arwa, bi helwesta xwe ya wêrek di parastina pirsgirêkên jinan û civakî de û hewildanên xwe yên ji bo ronîkirina pirsgirêkên ku Yemenî di dema şer de pê re rû bi rû mane tê nasîn. Ew her wiha serokatiya Tora Siyasî ya Hêzdarkirina Jinan dike û di hevpeyvînek taybet a ku da ajansa me de, di çarçoveya hewldanên Platforma Hêzdarkirina Siyasî ya Jinên Yemenê de ji bo bilindkirina dengê jinan, parastina mafên wan û ronîkirina pirsgirêkên zêde yên ji ber şerê berdewam derdikevin, girîngiya xurtkirina rola jinan di şerê li dijî tundûtûjiyê de nîqaş kir û pêşkêş kir.