Çalakvana Iraqî: Divê em sûdê ji tecrûbeyên jinên Kurd bigrin
Çalakvana jin a Iraqî Ezhar El-Cebûrî ku beşdarî şahiya Newrozê li Amedê bû, bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd û got: "Divê em ji tecrûbeyên jinên Kurd di pêşxistina qada siyasî de sûdê bigrin."

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Amed – Pîrozkirina cejna Newrozê ji bo gelê bindest bi taybet ji bo Kurdan weke roja xilasbûna ji zilimê û serkeftina edaletê tê hesibandin. Li qada Newrozê ya Amedê bi sedan kes ji welatên Rojhilata Navîn û cîhanê amade bûn. Gelên ku di Newroza Amedê de bi gelê Kurd re hatin ba hev peyama yekîtiyê û aştiya mayinde ya ji bo tevahî cîhanê dan.
Çalakvana jin a Iraqî Ezhar El-Cebûrî jî beşdarî şahiya Newrozê ya li Amedê bûbû. Ezhar El-Cebûrî li ser kelecana qada Newrozê dibêje: "Gelê Kurd bi nasname û netewa xwe ve gelek girêdayî ne. Ew netewek zêdeyî 60 milyon kes in. Hevdîtina me bi jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê re gelek cuda bû. Me qala pirsgirêkên jinan ên hevpar kir û feraseta me ya yekbûna têkoşîn û berxwedana jinan derket pêş. Rewşa jinan li Amedê bandorê li rewşa jinan a Afrîkayê û tevahî Rojhilata Navîn dike. Ji ber ku êşên wan yek e."
'Pêwîstî bi parvekirina tecrûbeyan heye'
Ezhar El-Cebûrî bal kişand ser erêkirina zagona Rewşa Kesane û destnîşan kir ku bi vê yekê re rê li pêşiya zewaca biçûk di temenê 9 salî de tê vekirin û ev metirsiyek mezin e ji bo jinan. Ezhar El-Cebûrî wiha axivî: "Bi vê guhartinê xwestin derbeyekê li mafê jinan, zarokan û malbatê bidin. Her wiha guherîna vê zagonê mafê jinên hevberdayî jê distîne û jinan ji mafê mîratê bê par dihêle. Pirsgirêkên ku jinên Iraqê dijîn ji pirsgirêkên jinên Rojhilata Navîn ne qut in. Ji ber vê yekê pêwîstî bi parvekirina tecrûbeyan heye. Jinên Iraqî piştî 2003'an gelek pêşketin û cih di warê siyasî de jî girtin. Lê niha rewşa wan cudatir bûye û gelek bi kêşeyên siyasî re dimînin. Jin û ragihandina Kurdî piştevaniyên xwe ji jinên Iraqê re nîşan dan. Ev jî ji bo me gelek girîng e. Şoreşa jinan li Rojava destkeftî di warê mafên jinan de bidest xist."
'Divê piştevaniya siyasî ji jinan re bê dayîn'
Ezhar El-Cebûrî dest nîşanî rewşa jina Iraqî di qada siyasî de kir û wiha domand: "Di destûra Iraqî de ji sadî 25 jin dikarin cih di warên siyasî de bigrin. Em ji vê biryarê nerazî ne û divê rol û hebûna jinan di nava qadên siyasî û cihên biryardayînê de xurtir bibe. Pêşxistina rola jinan a siyasî jî dikeve ser milên civaka sivîl, rêxistinên jin û partiyan. Ji ber piştevaniya partiyên siyasî ji hebûna rola jinan di qada siyasî de nîn bû, jina Iraqî nekarîbû bi tenê hebûna xwe îsbat bike. Hewceya wê bi piştgiriyek siyasî heye."
'Tecrûbeyên jinên Kurd cihê serbilindiyê ne'
Ezhar El-Cebûrî diyar kir ku tecrûbeya jinên Kurd di hemû qadên civakî de cihê serbilindiyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jinên Kurd partî û rêxistinên mezin bi rê ve dibin. Ew bi têkoşîn û berxwedana xwe tên naskirin. Her wiha tecrûbeya wan a pêkanîna pergala hevseroktiyê jî li cîhanê deng veda û jina Kurd mafê xwe di warê siyasî de bi destxist. Pêkanîna tecrûbeyên wan li herêmên me jî wê ewlehî û îstiqrarê bi xwe re ava bike."